Amûrên jiyana Kurdewarî – #Meşk# 2
Leyla Nûranî
Curên Meşkê
Meşkeya Gawis/ Gawest/ Meşkeya Post
Postê çêlekan ku meşka herî mezin ji wê tê çêkirin
ahengî şîn û şadî bû beyanî ke têkel debû/ şimşallî min, xirmey bazin, girimiwhorrî meşkey gaws
(dîwanî hêmin)
meşkem meşkey gawesî/ kes nîye le min bipirsî
(payanyanî, beşî jnan, edebyatî zarekîy mukiryan)
Meşka Nêre/ Nêre
Meşka ku ji dar tê çêkirin
pêmwabû ewsall be şîr û mastit/ depçrrê meşke û deqellşê nêre/ ta xawenî tom bê mast û bê dom/ parşêw û şêwm nan û kulêre (dîwanî heqîqî)
Her cure meşkek ji bilî wê meşka ku ji post hatiye çêkirin
Av û xwêyeke tîr (xest) jêre tê amadekirin û du rojan di nava av û xwê de dibe
Meşkeya elektirîkî/ Nêreya elektirîkî
Meşka ku bi elektirîkê kar dike
Meşka Teneke (tinfoil) /Nêreya Teneke
Cureke meşkê ye ku ji tenîke (tinfoil) wereqeya ku ji madena nazik a hesin hatiye çêkirin.
Meşka du ber
Meşkek taybete ku du curên rûn (Dohn) jê tê wergirtin.
Meşka yek ber
Meşkeyeke taybete ku gelek rûn jê tê berhemanîn, ava baş meşkeyeke yek ber e.
Bane Meşke
Barkirin bo çiya (Zozanan) bo çêrandina pez û rizq komkirin, cihê taybet bi meşke û male li çiya û bilindahiyên çiya
berî meşkem çend îşke/ piştî meşkem çend îşke/ gella espîng, tallîşke/ pêm xoşe banemeşke
(payanyanî, edebyatî zarekî beşî jnan)
Beremeşke
Ev rune ku piştî meşkê dikêrin, dikeve nav meşkê
deçme ser coye gewirkan/ espim deka nirkenirkan/ beremeşkanim têyandaye wek wirkeberdan/ heyifwxesare le bo min, kewtûmete des namerdan
(payanyanî, edebyatî zarekî beşî jnan)
meşke bijê hawîne/ beremeşkey henguyne/ kabanê heybî nîne
(payanyanî, edebyatî zarekî beşî jnan)
Bawerî
Eger rûn bixin nav postê golikê, dê bereketa beremeşka xelkê jêre bê
Meşka birûn
Meşka ku gelek rûn lê tê berhemanîn
Baweriyên derbarê meşkê de
Bêjan, didanî mar, gullezerde we meşke hellawesî, berron debê
Eger postê mar li meşkê bialînin dê rune wê zêde be
Ava heft kaniyan tevlihev dikir heta ku rûnê meşka wan zêde be
Ava sar dixistin nav de digotin ku dê meşk çir be û dê rûnê wê zêde be
Meşka kinder
Hin caran ji ber germbûn an sarbûna hewa nikarin meşkê bikên, rûn nade, dibêjin ku ew meşk kindar e
Dab û Nerît
Eger weke dibêjin meşk kinder bibe
Eger sar be ava gerim tê dikin û eger germ be ava sar tê dikin
Tu sil dibûyî, kesek li pey te dihat û digot were meşka te tê kirin, were û bêje Bîsmilla
Biserçûna meşkê
Dema ku meşk ji ber ava gelek sar nayê kêtin û destan jê berdidin
Meşka bi rûn dibe
Meşka ku piştî ava duyem ku tê kêtin kefê dike
Tevizîna meşkê
Dema ku ji ber ava gelek sar nikarin meşkê bikên, weke wê demê ye ku dibêjin meşk dir bûye
Têkçûna meşkê/ xerabbûna meşkê
Dema ku ji ber nezer lêdanê (Çavlêdanê) meşk nayê kêtin û rûn nade.
Bawerî
Eger kesek bi ser rizqeke zêde da bê, meşk xerab dibe
Eger çêlek meşkî valise dê meşk xerab bibe
xelk bi dizîve wate bi nihênî dora gund digerînin
bi heriya sor meşkê dişûn û pîsbûn (mirarbûna) wê jê derdixînin an jî bi heft avan dişûn
Pora wê jina ku gumana wan lê heye di bin meşkê an jî şîr de dişewitînin
Heft keviran di nava kaniyeke rûn de tînin û têdixin
heft pelên dara siwan tînin û dişkînin tê dihisûn
Sêpêk û lolabê bismîl dikin (Bîsmilla bi ser de dibêjin)
Şîş sor dikirin û digotin eger tû li xwe venegerî ez ê te dax bikim
çiqileke dara li ser gora şêx û tîberikan tînin û pêvedikin
Meşkê dişûn û dibin li ser gora kesên pîroz datînên
[1]