Amûrên jiyana Kurdewarî – #Meşk# 4 – Beşa dawiyê
Leyla Nûranî
Çawaniya Meşk kirinê
Mast û avê dixin nava meşkê û du kes meşkê dikin, jin bi ser meşka xwe de dibêjin (Pesna wê didin) û di wê baweriyê de ne ku heta bêhtir pesna wê bidin rûnê wê baştir dibe.
Gelek caran ava çend kaniyan bo meşkê tînin û dibêjin ku Ava filan kaniyê bi rûn e hin caran ava ku şeva bihorî ji kaniyê anîne dixin nava meşkê, wate şevek bi ser re derbas bibe. Heta sê caran avê dixin nav meşkê û dema ku rûnê wê kom dibe, vala dikin û rûn û dew ji hev cuda dikin. Dew di roja ku hatibe berhemanîn de nayê vexwarin û jêre dibêjin dew ê rojê.
Rihan, şibît, pelê mêvan, kezanê û gulan dixin nav dew de heta sê rojan datînên ku tirş bibe.
Av Mastaw/ yekemîn av
Ava ku yekem car dixin nava meşkê, dema ku meşkê dikin
Awareke/ ava hûrik
Ev ava ku di dema meşk kirinê de dixin nav meşkê, ango di nîva meşk kirinê de dixin nava meşkê de, navê wê ji wê yekê hatiye wergirtin ku di nîva meşik kirinê de hin pirtiyên hûrik rûn tên berhemanîn.
Awe Wirde
Ava ku piştî peydabûna hin pirtiyên rûn dixin nava meşkê de
Ava rûn
Ev ava ku piştî ku meşke rûn dide û di dema meşk kirinê de dixin nav meşkê
Ava yekcarî/ ava xilasiyê/ ava dawiyê
Ava herî dawiyê ku dixin nav meşkê
Ava hêdî / Ava Nerim
Ava ku ne sar û ne jî germ be (Şîrtên), eger hewa sar be bi ava hêdî nebe meşk nayê kirin
Ava Dir
Aveke ku gelek dir e û postê mirov diqelişîne
Ava sar ku bo meşk kirinê nabe
Kef û rûn
Kef a ku tevlî rûnê destpêkê ye ku ji meşkê berhem tê (rûnê destpêkê)
Bi kef û rûn bûye – bi wateya peydabûna kef û rûn ê ku nû ji meşkê peyda dibe.
Kef û Rûnê mezin
Peyda bûna pirtiyên mezin ên rûn û kefê ku wateya dawîhatina meşkê ye, piştî kef û rûnê mezin êdî gornîz gornîz dibe
Kefe Çirçe
Beşeke kêm a kefê ye ku berî peydabûna Kefa Rûn di nav meşkê de çêdibe
Kefe Çewre
Kefa ku gelek bi rûn e
Hin awaz û stranên jinan di dema meşk kirinê de digotin (devoka soranî)
meşkem meşkey mangaye/ lolep darî xurmaye
Hewarim gorr mûsa ye/ bêrî şem û zaraye
meşke bijê nadirî/ haname Şêx Qadirî
Çîxî le rûy çadirî/ kaban ronî bigrî
Rebbî merman lê nemrî/ kaban zembê helnagrî
meşkem dejê beyane/ kak brayimim mîwane
Be xo û be çirîkane/ qedrî le ser çawan e
Nîwrojî be hêlkane /her şamî şekberane
awî sêxir û sêdollan
Meşkê bijênin be kiçollan
Rûn xoşe be babollan
meşkêm le dar henare/ kaban desrokey lare
Doy zor, rûn be texare/ meşkêm, zêrî nêwdare
meşkêm bijê le binarî /le biney Birayîm Celalî
Be bay pişwêy şemalî
Heçî meşkêm helkalî/ ca serî binê de talî
meşkem meşkey candaran / rûnî degrîn be baran
Kakim deyba bo şaran / bom dênê alqe û guwaran
Kakim serkirdê siwaran / mîwanê carubaran
Çavkanî – Ferhenga xwarinên Mukriyanê
Edebiyatî Zarekî Mukriyan – Beşî Jinan – Selah Payanî
[1]