Navê pirtûkê: Rêzimana Îngilîzî ji bo Kurmancîaxivan
Navê nivîskar: Amadekirin: Mîlad Xezalê û Nêçîrvan Evdilezîz
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: Szkmedya
Sala çapê: 2024
Rêzimana Îngilîzî ji bo Kurmancîaxivan ji nav weşanên SZKyê derket
Nemaze ji bo wan xwendekar û mamostayan ku zimanê wan ê perwerdeyê yê yekem û bingehîn #zimanê kurdî# ye, rêzimaneka îngilîzî ya duzimanî (kurdî-îngilîzî), pêdivîyeka vê dema me ya niha ye. Bi vê armancê, “Rêzimana Îngilîzî ji bo Kurmancîaxivan” hatîye amadekirin ku rêya hînbûna rêzimana îngilîzî hêsantir bike û bi kêrî prosesa perwerdeyê bê.
“Rêzimana Îngilîzî ji bo Kurmancîaxivan” mijarên rêzimana îngilîzî yên sereke (herwekî: navdêr, cihnav, hevalnav, hevalkar …) û hin babetên zimanî yên cuda cuda dihewîne. Bi her du zimanên îngilîzî û kurdî, mijarên vê berhemê berfireh hatine şirovekirin û bi nimûne û mînakan hatine zelalkirin.
[1]