Kelandina daniyan di çanda kurdan de
#Aras Hiso#
Ev axa bi xêr û bereket ku jê re tê gotin Mezopotamya yan jî Mezra Buhtan, bi hezarên salan ta roja me ya îroyîn gelek xwarin û vexwarinên xwezayî ji mirovên xwe re pêşkêş kirine. Têkêliya mirovan her bi ax û çandiniyê re dest pê kiriye û ew mîrasa kevnare bi destên jina afirîner hatine pêşkêşkirin, ji warên çandiniyê bigire heta bi warê civakî, folklorî û siyasî jî. Li gorî ku lêkolînerên civaknasî û arkolojî dibêjin, cara pêşîn jina arî ku tê gotin bav û kalên kurdan in, li vê erdnîgariyê genim keşf kiriye. Tekeziya wê yekê jî ew e ku îro em li ber çavên xwe dibînin xêr û bereket bi her awayî ji destên dayîkê têne pêşkêşkirin.
Yek ji wan çandan jî Danî yan jî Danûk e ku heta roja me ya îro jî mîna kevneşopiyeke folklorîk li pey me maye. Piştî ku cotkar paletiya genimên xwe dikin û berhem tînin, her salê carekê bi taybet dayîkên kurd yên tax û gundewaran li hev kom dibin û genimên xwe dikelînin. Hemû dayîk jî di vî warî de xwedî pisporî û zanîneke xurt in ku bi sedan reng û awayên xwarinan ji vî genimî derdixin.
Gelo çima her sal genim dikelînin:
Îro rexmî ku nan bi awayekî nûjen têne çêkirin jî ku rê li ber her cure ked û berdêlan hatine girtin, dîsa jî em dibînin ku ev kevneşopî ji aliyê dayîkê ve tê parastin û yek ji kevintirîn çanda vê herêmê ye. Em jê re dibêjin Danî û li gelek herêmên din jî tê gotin Danûk û dibe ku di warê zimanî de jî bi gelek awayan were gotin. Ji vê awayê kelandina genim re mirov dikare mîna şahiyekê jî bi nav bike. Gava ku zarok dibînin dûmanek li pêşiya malekê rabûye, têdigihêjin ku ew mal daniyan dikelînin, hingê zarok radihêjin sehen û kevçiyên xwe û berê xwe didin dora sîtila gênim û dest bi teqereqan dikin, dişopînin heta ku danî yan danûk tê kelandin. Piştî ku danî tê kelandin zarok bi dorê para xwe ji gênim dibin. Hem jî mîna baweriyeke ji xelkên herêmê re ku bi belavkirina daniyan re xêr û bereket dikeve wê malê.
Çawaniya kelandina gênim:
Destpêkê dayîk genimên xwe dişon û çi qilçixên gemarên nava wê de heye jê paqij û safî dikin, di pey re di sîtilên ango niqriyên mezin de bi cih dikin, li ser sê kuçan datînin û agir pê dixin. Paşê piştî kelandinê ev genim derdora sê rojan li serê xaniyan li ber rojê tê raxistin heta ku hişk dibe, peyre jî tê hêrandin û bi dehan cure û pêdiviyên xwarinê bi xwe re tîne ji wan; Serpêt, birxur, danûk, gizrik, simût, ard, kepek û hwd. Her wiha ji van cureyan jî heta em dikarin bêjin ku bi sedan xwarinên cuda cuda jê têne çêkirin ji wan; hevîr, nanê tenûrê, nanê sêlê, şorbeya daniyan, daniya diranan, qitmir, kilor (kulîçe) û hwd. Taybetmendî û xweşiyeke vî awayê kelandina gênim heye ku bi keda destên dayîkan tê çêkirin, ji ber hingê tehm û xweşiyeke bêhempa dide der û xwarina wê cuda ye.
Her çendî îro em dibînin ku hêdî hêdî ev kevneşopî û çanda xweşik ji holê radibe û tenê di hinek cih û gundewaran de maye. Lewma dayîk her hewl didin ku vê çandê ji nû ve vejînin û careke din her sal di payîzan de vê kevneşopiyê ku mîna hebûnekê her di bîrdankan de maye zindî bikin û biparêzin.
[1]