We îsal #îsot# bi çi qasî kirî?
Esrakê
Mirovên Kurdistanê kodikan li çavê derî dadileqînin da mirov bipirsin we îsal îsot bi çi qasî kirîn? Hin mirov ji tirsa vê pirsê ji malên xwe nikarin derkevin.
Di jiyana me kurdan de li gor demsalan, di nav gel de çend pirs hene ku bi wan pirsan jiyana xwe dîzayn dikin. Her tişt li ser van pirsan ava dibe, van pirsan hûn ji jiyana kurdan derxin belkî hin mirov xwe bikujin an jî bibin wek Kafka, bikevin nav depresyonên giran. Du ji wan jî dê û bavê min in.
We îsal îsot û bacanên xwe bi çi qasî kirî?
Bi meha îlonê re payîz dest pê dike, li Kurdistanê her kes hêvîya şikandina hewaya germ dike. Piştî wê çiqêna germê hêvîya hênkayîyê nebe ji çi re ye. Îsal meha tabaxê ez li Mêrdînê bûm, germeke wilo li ser rûyê dinyayê nîne. Tê bêjî qey di navbera magma û Kurdistanê de Xwedê çend tebeqe kêm danîne. Ka bila bangî jeologan bikin û em bi hev re bipîvin hûn ê bibînin. Ev germên wilo bi dijminatî laşê mirov dişewitîne, mirov nikare bi tenê bi rojê fêhm bike. Teqez ji xwarê ve jî em germ dibin hevalno.
Tevî ewqas germê di rojeva kurdan de “îsal te bîber bi çi qasî kirîn?” heye.
Li welatên din wateya payîzê romantîzm e, zerbûyina pelan e, xweza ye… Li Kurdistanê payîz tiştekî din e, wê heyvê jiyan disekine, herkes dixwaze konsantreyî bacanan, kodikan û çêkirina salçeyê bibe. Li cem me wê heyvê qet dawet nabin, herkes divê konsantreyî wî karî be. Divê bacanên herî erzan tu bibînî lê ji zivistanê heta biharî wê ji te re bibe derdekî bêderman. Ji ber wilo li gundê me memûrên mehrbirînê qet naşixulin. Sewdaser, sewdayên xwe taloq dikin bo mehên din.
Ev pirs êdî di mêjiyê min de hejînekê çêdike. Ez ji germa bi erdê ve zelîqîme, bê hiş ketime, cîrana me Helîma hat ber devê derî, di rûyê wê de keyfeke ewqasî zêde tê bêjî qey ketiye olîmpîyatan û kûpaya zêrîn hildaye. Hat rûnişt, ez jî tîşortê xwe ji xwêdanê diguvêşim û li wan guhdarî dikim. Bavê min ji nişkê ve ew pirs pirsî, diya min lezoya destê xwe danî ser sehpayê, dilopek ji xwêdana min got piç ket erdê. Her kesê di odeyê de bêhna xwe girt.
- Helîmê, te îsal bîber bi çi qasî kirî???
Helîma ev 3 sal e her tim heta niha digirî. Îsal xwe baş amade kiribû, ji zivistanê ve bûbû aboneya hala sebzeyan. Îstatîstîkên îsal, bacan bîber girtibûn. Bavê min heta niha em ewqas dilbiêş nedîtibûn, roja din pora mayî jî weşiyabû. Edî bavê min jî bûbû wek her kesî. Çîroka wî ya dîtina bacanên erzan qediyabû.
Wê salê, xalê me yê mezin Mihemed Elî ketibû ber sikratan de, li der dorê Yasîn dixwendin, limêj dikirin û li gorî gotina mezinê me dibêje, mêrik gotina wî ya dawî “îsal we îsot bi çi qasî kirî?” bûye. Li gor rîwayetan, ji kerba fiyetên îsotan, mêrik wesiyeta xwe ji bîr kiriye.
Mirovên Kurdistanê kodikan li çavê derî dadileqînin da mirov bipirsin we îsal îsot bi çi qasî kirîn? Hin mirov ji tirsa vê pirsê ji malên xwe nikarin derkevin. Hinek vê mehê ji welat derketin. Hinek jî li bendê ne Îlon biqede.
Dengê kodikan bi bayê îlonê re tê, edî êvaran rûyê min dialêse bayê payîzê. Strana herî xweş a di îlonê de dengê kodikan e…
Pirsa duyem: “We penîrê xwe îsal li ku çêkir?”
Diya min biharan ji vê tirsê baz dide. Dikeve tayên mezin heta sibehan. Carinan Xanax bi kar tîne. Dema mirov bersiv da, piştre pirsa duyem “çend kîloyan ji me re jî bide çêkirin” e. Wê salê çûm Nisêbînê, bûbûm mihendis. Bi awayê xwe çûm ser galona ku “Esra” li ser wê nivîsîbûn, digotin bi balafirê bibe. Taliyê bi otobusê çûm ji fihêtiya dinyayê. Bes e ji vê zilmê! Li Otogara Esenlerê mirovek diqîre: “Galona bi navê Esra, xwediyê vê kî ye?“ Îtalyan jî mozerella çêdikin, bi hezaran penîran çêdikin, min nebihîstiye ku îtalyanek ji gundê xwe penîr aniye Romayê. Em ê kengî bibin bajarî, hewar e. Penîrê fransizan jî heye lê min di ewqas trênan de jî galonê penîran nedît. Çima ez…
[1]