Meydana #Canbazan#
Mem Al
Ev #qahwe# xane helbet ne tenê cihê canbazan e. Piştî ku canbaz çend saetan li wir karê xwe xelas dikin, vedigerin malên xwe.
Baş nayê zanîn ev çanda qahwexaneyê kengê dest pê kiriye, ji ku hatiye. Piştî ku mirov êdî bi cih û war bûne ji wê çaxê da ye hê berdewam dike. Tiştê tê zanîn ji wê çaxê heta niha li gor şert û mercên demê xwe bi guherandinan gihandiye vê demê. Qahwexane ne tenê cihê qahwe û çayê bû. Cihê danûstandinên bazirganiyê, civînên polîtîk û warê nivîsînên wêjeyî bû.
Li Sêwregê jî du cihên taybet hene ku ji wan re dibêjin meydana canbazan. Ji kengê ye ev cih heye, çawa çêbûye baş nayê zanîn. Ev herdu meydanên ku em qal dikin yek ya canbazên pezan e, yek jî ya dewaran e. Sibê zû canbazên ku diçin mazata xwe, li wir tenê karê xwe yê kirrîn û firotanê dikin. Piştî çend saetên li mazatê herkes belav dibe, pezên xwe dibin axurên xwe û berê xwe didin meydanê. Li meydanê bi giştî cihê her canbazî diyar e. Diçe wê derê li ser maseya xwe rûdinê, pere û deftera xwe datîne ser maseyê, çay û cixare di dest da wisa li benda kesê ku pê ra danûstendin kiriye disekine.
Ev tişta li mazatê jî her wisa ye, cihê her canbazî diyar e. Jê re dibêjin qele, dema ku tu bibêjî qela filankeso li ku ye, her kes dizane. Li Sêwregê tiştekî din ê ecêb û xweş jî her kes hevdu nas dike, ji ber wê jî hewcedariya wan bi senedê filan nabe, piştî ku pezê xwe dikirin, difiroşin, dibêjin li meydanê em ê hesab bibînin. Piştre li meydanê jî kesê ku pez kiriye û firotiye tê cem hev, hesab dibînin. Her kes buhayê pez û hejmara wan li deftera xwe dinivîse û heta roja deyn li benda pereyên xwe disekine.
Ev qahwexane helbet ne tenê cihê canbazan e. Piştî ku canbaz çend saetan li wir karê xwe xelas dikin, vedigerin malên xwe. Ew cihên ku canbaz vala dikin, şûna wan kalên bê kar, mamoste, xwendekar, karker û kesên bêwar digirin. Her kes li gor wexta xwe tê li cihekî rûdinê, çay an jî qahweyekê dixwaze û dikeve temaşeya çarşiyê. Ne tenê kesên ku ji vî bajarî ne tên vê derê, her kesê ku nû tê vî bajarî, piştî ku li kuçeya wê digerin piştre bo bêhnvedanê li vir çay an jî qahwe vedixwin û wêneyê derdorê digirin.
Bavê min Hemedê Mozê jî yek ji wan canbazan e. Her tim cihê wî diyar e, piştî vegera mazatê, qahweciyê meydanê cihê wî dizane, hema jê ra ji kursiyên qahweyê cudatir sendeliyekê tîne ji bo ku bi rehetî pişta xwe bispêre sendeliyê û li derdorê temaşe bike. Qahwecî sendeliyê dibe li bin dara tûyê, dispêre dara tûyê û çaya wî li ber wî datîne, cihê Hemedê Mozê ew der e. Her kes wisa dizane û her kesê li ser wê masayê rûnê divê bê çay an jî qahwe ranebe, qahwecî vê baş dizane ev ne tenê bo Hemedê Mozê derbasdar e, ev bo hemû canbazên mezin yê mazatê wisa ye, ji ber wê jî qahwecî çavê wî tim li van maseyan e, bêyî ku kes tiştekî bixwaze dema mêvanek were hema çay û qahweyê amade dike. Bo canbazên ciwan rewş cuda ye, him ji ber ciwaniya wan hê cihekî wan ê li ser navê wan tune him jî naxwazin heqê çaya xelkê bidin, ji ber ku cihekî te hebe wê tim mêvanê te hebe, mêvan hebe jî divê tu çay an jî qahweyekê bidî. Ev jî hinekî giran dibe bo wan, ji ber vê jî li cîhekî nasekinin, her carê li maseyekê digerin.
Hemedê Mozê li mazata pez
Ez jî yek ji zarokên wê demê me. Baş tê bîra min em biçûk bûn, bavê min sibehê zû em şiyar dikirin û dibirin mazatê, her roj em kesek bi xwe re dibirin bo ku li mazatê em alîkariya wî bikin, ez an jî birayê min ê biçûk em kîjan biçûna, wê rojê me kîjan xwarin bixwara, me ji hev re bi kêfxweşî qal dikir. Sibehê dema me pez dibir mazatê, wê rojê her kî bi wî ra biçûya qismetê wê rojê li ser rûyê wî bû, yanê bihata firotan jî li ser rûyê wî bû nehata firotan jî li ser rûyê wî bû.
Bavê min ji me re digot îroj li ser rûyê te ye kirîn û firotana pez, ka em ê bibînin hele bi xêr e an bê xêr e. Wê gotinê em him kêfxweş dikirin him jî kelecanî dikir. Ji destpêka mazatê heta dawiyê me her dia dikir ku pez were firotan, roja pez bihata firotan, li mazatê him bavê min ji me re datlî dikirî him xerciya me dida, him jî em dibirin meydanê û cîger dida me. Ev jî bo me tiştekî pir mezin bû, ger pez nehata firotan jî bi awayekî mehcûb me pez diajot û em vedigeriyan malê. Wê çaxê tenê bavê min xerciya me dida me, ewqas. Ji me herduyan her kîjan biçûya meydanê, xwe gelekî bi şans dihesiband û wê çaxê bo me dihat wê mahneyê ku kî biçe meydanê, ew jî dibe peyayekî mezin. Ji ber ku li meydanê weke wan peyayên mezin him kursiyek dida te him jî Qahwecî ji te dipirsî ka hûnê çi vexwin. Jixwe bo zarokan alternatîfeke wisa zêde tune bû, an te yê oralet vexwara an jî çay her kîjan bûya jî têra kêfxweşiya me dikir.
Bi vî awayî em mezin bûbûn. Piştî ku min dest bi lîseyê kir min mazat terikand, birayê min hê diçe lê êdî ew jî mezin bûye, êdî ew jî weke bavê min pez dikire û difiroşe. Ez jî her cara bi mêvandarî têm malê, illeh diçim wê derê li ser maseya bavê xwe rûdinêm û çayekê vedixwim.
Qahwecî hê neguheriye û ez ji bîr jî nekirime, pêşî zanîngeha min dipirse bê çawa derbas dibe filan, piştre temiyan li min dike û diçe.
Ev meydana ez qal dikim cîhekî gellekî taybet e bo min. Piştî malbatê, min bêhna kurmancî herî zêde li wir digirt, bo min li vî bajarî dilê kurmancî herî zêde li wir lêdida. Niha dema diçim wê derê piştî ku li ser maseyê rûdinêm, çavê xwe digirim û guh didim wan dengan, dengê kurmancî û zazakî, pevy li bin guhê hev dikevin.. Piştre çavên xwe vedikim, li çefiyên serê kalan, tizbiyên di destên wan û danûstandina wan dikevim temaşeyê..
[1]