Mangel: Lîstikeke kevn a kurdan
Nûjîn Demir
Mihemed Ebas ji bajarê #Kobanî# yê ye, ew 60 sal e vê lîstikê dilîze, ji bavê xwe fêr bûye û bavê wî ji bavê xwe fêr bûye. Dibêje ev lîstik pir ji kevin de di nav me kurdan de heye.
Piştî ku tîna rojê dadikeve, ez ji xwe re di şaneşîna mala xwe de rûdinim û li lebata di kolana me de çê dibe temaşe dikim, jinên kolanê derdikevin û li ber deriyê xwe dadimalişin û avreşandî dikin. Rîhanên li ber deriyên xwe av didin, bêhna rîhanê û axa şil tevlî hev dibe, xwe berdide pozên wan her sê kalên taxa me ku her yek ji wan ji mala xwe derdikeve û berê xwe dide civata xwe ya weke her roj. Di bin çengê wan de textekî ji dara gûzê û kulmek kevir, ji xwe re rûdinin û bi wan keviran dilîzin, civata wan û lîstika wan berdewam dike heya roj diçe ava.
Lê vê carê weke her roj min tenê di şaneşînê de bi meraq li wan temaşe nekir, meraqa min hişt ez dakevim û tevlî civata wan bibim û ew lîstika ku pir bala min dikişîne nas bikim.
Yek ji wan Mihemed Ebas e, kalekî 81 salî ye, bi hevalên xwe Mihemed Eto û Nehsan Ebrûş re her roj dilîze.
Min jê pirsî:
- Ev lîstika hûn dilîzin çi ye?
Mihemed bişirî û ji min re got:
- Kurd bi tiştekî şa nebûn, bi keviran şa bûn, wan bi çend keviran û axê lîstikeke ku dilê wan şa bike çêkir.
Gotinên wan pir li xweşiya min hat û ez li kêleka wan rûniştim û ew jî axivîn:
-Em ciwan bûn, diçûn ber pez, şivan bûn, me bi axê ji xwe re 14 kortik çêdikirin. Me kevirên li dora xwe kom dikirin û bi wan dilîst. Em jê re dibêjin Mangel, ew lîstikek e ku şivanan pê dema xwe dibihurandin û pê şa dibûn...
Mihemed Ebas ji bajarê Kobaniyê ye, ew 60 sal e vê lîstikê dilîze, ji bavê xwe fêr bûye û bavê wî ji bavê xwe fêr bûye. Dibêje ev lîstik pir ji kevin de di nav me kurdan de heye, berê her kesî pê dilîst, mezinan û ciwanan û jinan jî. Lê niha tenê kal pê dilîzin. Mihemed naxwaze ev lîstik ji nav gel rabe û ew vê lîstikê weke çandeke kevnar a kurdan dibîne, lewma hewl dide neviyê xwe yê deh salî fêr bike, wî bi xwe re dibe civatên lîstikê û li malê jî pê re dilîze. Dibêje ev lîstik ji bo pêşxistina mêjî, taybet di aliyê bîrkariyê de pir baş e.
Dîroka mangelê
Mangel lîstikeke gelêrî ya kevnar e, di nav gelên Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û Afrîkayê de jî hebûye, û heya roja îro jî gelê Kobaniyê vê lîstikê dilîzin.
Li gorî belgeyên dîrokî, ji salên 1700î ve tê lîstin. lL piştî vedîtinên Xerabreşkê (Gobeklitepe), lîstikeke pir nêzî vê lîstika mangelê di dîwarekî Xerabreşkê de hatiye dîtin, ango ji beriya 10.000 salan ve heye. Tê payîn jî ku ew ne tenê ji bo lîstinê bûye, ew ji bo pîvan û hejmartinê jî hatiye bikaranîn.
Gelê Kurd jî û taybet gelê Kobaniyê ku heya roja îro vê lîstikê dilîzin, dibêjin ku ev lîstikeke kurdan ya pir kevnar e û dîroka wê vedigerînin sedsala 18an ku Derwêşê Evdî ev lîstik lîstiye û ew vê yekê di dengbêjiya xwe de jî tînin ziman. Dengbêj Kemalê Xelûtê destana Derwêşê Evdî vedibêje û di vê beşê de qala lîstika mangelê dike:
“Dilî min liyan e liyan e liyan e weylo weylo!
Yekûnê egîdê Milan û Şerqan li erdî berê li hev civiyane
Li perî malan ji xwe re dikine gilî û gazincan e
Yekûnê hevalan got tu wê mangelê wîne were ez û we darek û didiyan deyînin weke egîd û xweşmêran e,
Dibê Derwêş û Ibêd li ortê xwe mangel danîne
Yekûnê egîdan xwe dane dorê wê mangelê, li her duyan hatine sêr û tamaşan e,
Yek û didiyane bi kevirekî çû lo bi kevirekî çû
Derwêş xwe çekir got ez kilê çavê qîza paşê Mila me”
Şîrove: Derwêşê Evdî û Ibêdê kurê Mestoyê Ferhên bi mangelê dilîzin, Derwêş bi kevirekî Ibêd bi bin dixe, pesnê xwe didê û li ber cimaeta egîdên Milan û Şerqan dibêje: Ez kilê çavê qîza paşayê Milan (Edûlê) im.
Teknîk û nasandina lîstikê
Lîstik ji 98 keviran û 14 kortikan pêk tê, her kortekê heft kevir dikevinê û ji bo lîstina wê mêjiyekî zîrek û zanebûna hesaban (bîrkarî) jê re divê.
Ev lîstik ji aliyê du kesan ve tê lîstin, sandiqa wê ji textan tê çêkirin, du perçe textên dijberî hev in, û tê de 14 malik (kurtik) hene û 98 kevir in, her kortikê heft kevir dikevinê. Her 7 malik yên lîstikvanekî ne. Lîstikvanek destpêkê kevirê malikekê xwe tev radike û li malikên din belav dike, di hin malikan de kevir zêde dibin û di hinekan de kêm dibin ku di malikekê de kevir dibin zo, yan 2 yan 4 lîstikvan wan keviran dixwe (dest dide ser). Wiha lîstik berdewam dike heya yek ji wan dest dide ser hemû kevirên lîstikvanê dijber, û bi ser dikeve.
Gelê Kobaniyê pir bi vê lîstikê ve girêdayî ye lewma tevî ku ev lîstik li gelek deverên cîhanê belav bûye û wekî lîstikeke gelêrî ya gelek netewan tê naskirin jî, lê gelê Kobaniyê dibêjin ku ev lîstik ji cem kurdan de derketiye û li gelek deveran belav bûye.
Û ne dûr e ku vedîtinên di demên pêş de, vê yekê piştrast bikin.
[1]