Nanê sêlê
#Aras Hiso#
Ev #nan# ê xweş û giranbuha, bi salan zikê gelek mirovên xwe têr kiriye, û di ber vî nanî re îsotê biraştî û dewê meşkê çêj û xweşiyeke bêhempa daye çand û kevneşopiya kurdan.
Mîna ku bav û kalên me dibêjin ''Nanê Tîrê, xweş hevîrê''. Nanê Sêlê yan jî bi awayekî din jê re nanê tîrê tê gotin. Ev cure nan di nava çand û kelepûra kurdî de deng vedaye û bûye wesîleya dewlemendiya folklora kurdî di rûyê cîhanê de. Di zemanên kevin de ji ber nebûna firneyan, dayîkên kurd xwe dispartin vî nanî û bi destên xwe ev nan çêdikirin. Ev nan nanekî wiha ye ku bi tenikahî hevîrê wê ji hev tê vereşandin û li ser sêleke gilover tê qemirandin. Di dîroka qedîm de çawa genim bûye navnîşana xêr û bereketa malê, wiha jî jê bi dehan cureyên nanan tê çêkirin. Ji wan, nanê sêlê, nanê tenûrê û hwd in. Lê em ji bîr nekin ku ev nanê zirav û gilover, nûneriya miletên rojhilata navîn yên mîna kurd, faris û ereban dike. Ev nan bi rojan jî bimîne qet xerab nabe. Dayîkên me gava ku hevîr distirên, ji vî hevîrî heta bi sedan girik hevîr jê nan çêdikin û bi rojan bi wan re dewam dike. Her ku pêwîstiya wan bi vî nanî çêdibe hinek av di nav destên xwe de bi ser de direşînin, piştî çend deqeyan ev nan nerm dibe û jê tê xwarin. Dayîk û dapîrên me dibêjin ku ev nan heta bîst rojan jî qet xerab nabe.
Awayê çêkirina wê:
Berê ev nan ji genimên xêra û bereketa erd û malên kurdan tên çêkirin, paşê genim di aş re derbas dibe û bi rêya bêjingê ard jê tê parzûnkirin. Paşê ew ard tê strandin û bi xwe re dikin girik, di pey re bi hevîrê xemirî girik jê têne çêkirin û li ser textekî çargoşe bi rêya tîreke dirêj ji hev tê vereşandin heta ku nan tenik dibe. Paşê ev hevîrê tenik li ser argûn û sêleke reş ê gilover tê pijandin, hêdî hêdî ew nan tê wergerandin heta ku diqemire.
Cureyên xwarina ji vî nanî:
Li erdnîgariya welatê kurdan çawa bi hevîr bi dehan cureyên nan tê çêkirin, her wiha bi nanê sêlê yan tîrê jî bi dehan cureyên nan tê çêkirin û pijandin. Dibe ku ev cureyê nan li gorî xelkên din ên gundewarên kurdan were guhertin jî.
Qalindî: Ev nanê qalindî, hebekî qalind ji hev tê vereşandin û kuncî dikeve di nav de.
Qitmir: Li ser hevîrekî tenik rûn û şekir tê meyandin, paşê ew hevîr bi ser hev de tê qemitandin û ji pijandinê re amade dibe. Her wiha hinek xelkên din nanê qitmir bi cureyên din çêdikin. Hinek vî nanî bi dimsa îsotan, zehter û şekir çêdikin. Ji xwe nanê dimsa îsotan jî bi dimsa îsotan, pîvazê hûrkirî û tevî zeytê di hevîr de tê gerandin û paşê tê pijandin.
Kilorê Dêw: Ji girikên biçûk hevîr bi awayekî qalind û gilover li ser sêlê diqemirînin. Ev cure kilor gava ku taştê dixwin, wî kilorî di dêw ango ava mêst de dikin û dîsa careke din li ser sêlê diqemirînin û hingê dixwin.
Alavên nanê sêlê:
Tîr: Darekî zirav, gilover û dirêj e, pê nan tê tenikirin. Ji xwe navê wê ji vir jî hatiye.
Sêl: Sêleke gilover e, li ser nan tê pijandin.
Şîş: Hesinekî zirav û dirêj e, pê nan tê wergerandin heta ku tê pijandin.
Text: Li ser textekî çargoşeyî pê nan tê vereşandin.
Ardû: Li ser erdekî sê kuçik tên danîn, agir din bin de tê vêxistin û paşê sêl li ser tê danîn.
Ev nanê xweş û giranbuha, bi salan zikê gelek mirovên xwe têr kiriye, û di ber vî nanî re îsotê biraştî û dewê meşkê çêj û xweşiyeke bêhempa daye çand û kevneşopiya kurdan.
[1]