Jiyana koçeriyê û çend bîranîn
Mem Al
Tiştên min ji jiyana #koçeriyê# fehm kirî, ker û kûçik tiştên herî sereke ne bo jiyana koçeriyê. Beriya pez û kon, heta beriya şivan jî divê kûçik û kerekî te yê baş hebe.
Zanim nizanim em her sal derdiketin koçeriyê -helbet bêyî van çend salên dawî- û jiyan her wisa bihurî. Tevî hemû zahmetî û teşqeleyên wê jî jiyanake bêhempa bû.
Her sal bi destpêkirina biharê re em bi rê diketin. Barê me li ser pişta kerê me, kûçikên me bi me re, pezê me jî li dû me, war bi war em digerîyan. Wê salê erdê ku derê zêdetir geş û xweş bibûya me berê xwe dida wê derê, biharê me konê xwe li wir vedigirt û heta payizê, heta ku ew pûş û qirş hişk dibûn, em her li wir diman. Piştî giha li wir xelas dibû û zivistan dihat li ber derî disekinî, me jî berê xwe dida bajêr û em li benda bihareke din disekinîn. Wê çaxê jî teşqeleya me ya dibistanê dest pê dikir.
Tiştên min ji jiyana koçeriyê fehm kirî, ker û kûçik tiştên herî sereke ne bo jiyana koçeriyê. Beriya pez û kon, heta beriya şivan jî divê kûçik û kerekî te yê baş hebe. Kûçikekî baş jiyana wan û pezê wan diparêze, kerekî baş jî barê wan hildigire. Kûçikekî baş tune be xwe parastin tune ye, kerekî baş jî tune be barê te wê her li erdê bimîne. Tiştê herî zehmet jî dîtina kûçikekî baş û kerekî baş e. Ji ber wê jî kesên ku her sal diçin koçeriyê gelekî li ker û kûçikê xwe miqate dibin, zivistanê dema vedigerin axuran jî wan bi xwe re tînin û xwedî dikin.
Tê bîra min gelekî biçûk bûm, wê salê nû ez ê jî bi wan re biçûma koçeriyê. Bavê min her li kûçikekî digeriya bo me, kûçik pir bûn lê dîtina kûçikekî baş zehmet bû. Heta roja em bi rê ketin jî bavê min ti tişt nedît, roja dawîn me hew dît di hundirê qutîyeke biçûk de cewrikek di hembêza xwe de anî ji me re, her kesî li hev mêze kir lê kesî deng nekir. Wisa em bi rê ketin, me kûçik jî tevî hin tiştan bi pîkabê şand. Berîya ku em bigihêjin warê xwe pîkab berîya me çûbû, dema em gihîştin wê derê konê me hatibû vegirtin, her tişt hatibû amadekirin. Cewrikê me jî ji qutîyê hatibû derxistin û her karkara wî li wan derdora digeriya, li diya xwe digeriya. Bavê min pîneke xweşik jê re çêkiribû û zincîrek jî kiribû stûyê wî. Ji ber ku ji zikmakî boça wî qol bû me navê wî lê kiribû Qolê.
Li gor bavê min qal dikir maka wê jî wisa qol bû û gelekî jehatî bû, ji ber wê ev cewrikê wê anîbû. Digot wê kûçikekî gelekî baş derkeve ji vî cewrikî. Bi demê re Qoloyê me hînî pîna xwe bûbû lê pirsgirêkeke wî hebû, bi şev ranediket, her diewtiya. Her kesî ew weke kûçikekî baş, xurt dizanîbû lê me baş dizanîbû ji şevê ditirsiya, ji tirsa jî her diewtiya. Wê salê bi rezîlî me sal xelas kiribû, heta dawiya salê Qolê baş li ber xwe dabû ji ber ku bavê min her tim şîrê mihan dida wî, gellekî mezin bûbû. Ne tenê mezin bûbû, gelek guherîbû jî. Êdî gelekî xurt bûbû, nedihîşt kesekî xerîb di wan derdoran re derbas bibe, em jî gelekî hînî wî bûbûn, bûbû endamekî ji malbatê, bi me re mezin dibû.
Ne şaş bim piştî sala heftan êdî Qolê gelekî pîr bûbû, nedikarî tiştekî bike. Her li cihê xwe dirêj dibû û li hundirê çavê me mêze dikir, bavê min jî biryar dabû cewrikekî ji ber wê bigire û xwedî bike. Piştî ku me cewrik ji ber wê girt, bavê min nexwest wê bê xwedî bihêle, ji ber wê bir li cem hevalekî xwe yê ku mala wî li gund e danî. Êdî ew li wir ma, cewrikê wê li cem me mezin bû, her wekî wê xurt bû. Êdî me dev ji koçeriyê berdabû jî bavê min destê wî lê nedigeriya kûçikên me bide kesekî, ji ber wê jî li derveyî bajêr axurekî me hebû, li ber wî axurî girêdabû.
Rojekê diz ketibû mala cîranê me, piştî wê rojê jî hema herdu kûçikên me nexweş ketibûn, bavê min digot hatiye jehrîkirin, digot ew dizên ku ketine xaniyê cîranê me ji bo kûçik neewtin ew jehrî kirine. Em bi rojan li ber sekinîn, bi şiranqeyê me şîr bera devê wan dida bo ku baştir bibe, me çiqas beytar anîn jî baş nebûn. Sibehekê em şiyar bûn, li erdê hişk bûye. Bavê min nexwest wî wisa biavêje cihekî, ji me xwest ku em cihekî bikolin û binax bikin. Me ew li kêleka axur binax kir û em vegeriyan malê.
[1]