Dil qaqijî, çav pilqijî
Nûjîn Demir
Gelek rêbazên parastinê ji #nezerê# hene, ji her tiştekî û beşekî re rêbazeke cuda afirandine ku mirov behsa wan yek bi yek bike ancax pirtûkek têrê bike, lê ya herî berbelav û li gorî ku tê gotin bi sûd e, qurşînhelandin e.
Birayê min ji nişkê ve bê sedem zeîf bû û rûyê wî her diçû diçilmisî, ne ku nexweş bû lê wekî barê nexweşiyeke giran dikişîne xuya dikir. Ji ber ku birayê min beriya çend rojan beriya ku têkeve vê rewşê bi asteke serkeftî dibistana xwe xelas kiribû, lewma baweriya diya min hebû ku ew ber çavan ketiye û nezerî bûye, ji ber wê gazî min kir ku em qurşînekê (zirêç) bi ser de bihelînin.
Heya wê demê min tenê qurşînhelandin bihîstibû ku rêbazeke dermankirin û parastina ji nezerê ye, lê wate û rêbaza wê min nizanibû.
Nezer di çanda kurdî de cihekî xwe yê mezin ê ji tirsê di dilê civakê de çêkiriye. Nezer wek nexweşiyekê tê dîtin ku eger neyê dermankirin û pêşîlêgirtin dê encamên nebaş bide, loma ew xwedî cihekî taybet e di mîtolojiya kurdî de.
Wê rojê min fêm kir ku qurşîn tenê divê dê û qîz bihelînin; her kes nabe yan jî destê wan nabire, û divê şeva înê di wê saetê de be ku roj tê de diçe ava (saeta muxribê).
Me pêşî sizegek anî (alaveke metbexê ku divê biniya wê qul qulî be), me tê de pariyek nan û li ser wê hinek xwê, pîvazek, şimikeke zarokan, şehê poran,eynikek, meqes û taseke hesin a tijî av danî.
Her yek ji van jî wate û mebesta wê heye:
Sizega binî qul: Ji bo ku nezer di binê wê re derbas bibe.
Nan û xwê: Ji mal derdikevin, dikevin ber qeda û belayan.
Pîvaz: Tûjî û bêhna wê çavê nezeran dişewitîne.
Şimik: tiştekî qîmeta wê nizm e ji bo ku xwe bide pêş çavê nezeran û wan paş ve vegerîne.
Şeh: Ji ber ku porê lihevketî ji hev vedike, porê lihevketî jî nîşana nezerê ye.
Meqes: ji bo ku nezerê bibire.
Eynik: nezerê li xwediyê wê vedigerîne.
Av: Ji bo ku qurşîna helandî tê de deynin.
Me qurşîna xwe li ser êgir di kevçiyekî de heland heya ku gihîşt rewşa avî, min ew sizega tevî her tiştê tê de bi ser serê birayê xwe de girt û diya min qurşîna helandî avêt nav avê, û me sê caran bi ser de got:
“ Dil qaqijî, çav pilqijî.”
Heya sê caran me ew qurşîn diheland û diavêt nav avê û her car diya min digot:
“A wa ye lê binêr, tev bûye çav û dûpişk.
Piştî me xelas kir me ew nan, xwê û pîvaz derxist û li quncê çaterêyekê danî ku pêwîst e bi lez û li paş xwe nenêrî dema vedigerî malê, û me ew ava di tasê de li her quncekî malê reşand.
Diya min jî weke pir kesan bawer dike ku enerjiya negatîf ya kesekî li hember te dikare bandoreke neyînî li te bike û bigihîne asta nexweşî, carna mirinê jî; ma ne berê pêşiyên me gotine: “Nîvê merzelan ji nezeran e.” Lewma derbarê nezerê de gelek çîrok, rê û rêbazên parastinê, awayên dermankirinê jî hene, nexasim li herêma me; li Kobaniyê.
Ku mirov bala xwe bide rê û rêbazên pêkanîna qurşînhelandinê, mirov tê de kevnbûnekê dibîne, awa û şiroveya bikaranîna her amûrekê ji bo rakirina nezerê tekez dike ku ew vedigere nifşên kurdan yên kevn.
Gelek rêbazên parastinê ji nezerê hene, ji her tiştekî û beşekî re rêbazeke cuda afirandine ku mirov behsa wan yek bi yek bike ancax pirtûkek têrê bike, lê ya herî berbelav û li gorî ku tê gotin bi sûd e, qurşînhelandin e. Ev çand li ba hin milet û neteweyên cuda wekî tirk û ereban jî heye, lê li gor ku mezinên me dibêjin ew bi eslê xwe kurdî ye.
Berî ez nivîsa xwe bi dawî bikim dixwazim ji we re bêjim ku “marekî reş li paş we ye” (ev gotin awayekî dûrxistina nezerê ye), ji bo kes vê nivîsê nezerî neke!
[1]