Dêw di Çîrokên #Kobanî# yê de - beşa 1em
Emel Me'mo
Di wêjeya devkî de û bi taybet di çîrokan de motîvên curbicur tên dîtin. Lê bi rastî jî yê herî zêde bala mirov dikşîne motîva dêw e, ji ber ku ev motîv di nava çîrokên Kobaniyê de bi gelek awayan hatiye bikaranîn. Her wiha ji ber ku piranî çîrokên vê herêmê di nava xwe de motîva dêw dihewînin, lê bi awayine cihêreng pêşkêş kirine.
Hin ji wan heftserî ne, hin kor û bi çavekî ne û hin ji wan guharên wan bi qasî berên aşan in û hin jî ji wan bi pifa xwe mirovan bi hewayê dixin.
Dêw an jî dêv di nava mîtolojiyê de li cem gelê kurd û li gel hin gelên din jî tê bikaranîn. Peyva dêw ji aliyê ferhengî ve tê wateya afirandiyên aşopî anku çîrokî yên pir mezin an jî kesê gir û zexm. Ev peyv di jiyana rojane de jî tê bikaranîn dibêjin filan kes mîna dêw e, ku tê manaya kesê zexm û girs.
Ji bilî dêw hin peyvên din jî di mîtolojiyên din de tên bikaranîn, weke “Dêwaz” ku tê wateya mezinê dêwan, “Dêwane” ku ew jî tê wateya “Dehbe”, hov an cinawir.
Em dikarin di folklora kurdan de gelek çîrokên li ser dêw bibînin ku ne tenê çîrokên girêdayî Kobaniyê, lê belê her herêmekê bi rengekî dêw pêşkêş kirine, ku emê yê herêma Kobaniyê bigirin dest.
Dêw bi xwe zindiyekî xeyalî ye, di çîrokên gelêrî de tên dîtin. Dêw yek ji karakterên dualî ye di çîrokan de, lewre gelek caran sembola xerabî, tirs û zordariyê ye, lê di hin cihan de jî dilnerm, alîkar û qehreman e û carcaran jî alîgirê bindestan û tolhildêrê zaliman e. Lewre em dikarin bibêjin ku di çîrokên ku motîva dêw tê dîtin de, nakokiyên dualîtî nîşan didin wek qencî û xerabî, jîrî û ehmeqî, çavbirçîbûn û razîbûnê nîşan didin, ka werin em vê paragrafa ji çîroka bi navê “Bozan Axa” binêrin û darazê bidin:
Şivan ku weke dara çinarê dirêj e û zexm e, çalim gemarî tu dibêjî qey vî şivanî jiyana xwe di şikeftan de derbas kiriye. Em diçin cem. Bixêrhatina me dike, kurkê xwe ji me re li erdê pan dike. Em li ser runiştin. Dema ku tarîtî rehên xwe dike erdê, em li çavên hev dinhêrin ku em rabin şivên bi çarika wî girêdin. Şivan li me dinhêre dibîne ku êdî niyta me xirab e, radibe ser xwe û me her çaran bi hev ve girê dide. Derdikeve ew şivan dêw e. bi cilên şivanan xwe veşartiye. Wanî em girêdan û dane pêş xwe. Gava em digihêjin serî quçekê işkeftek xuya dike, deriyê işkaftê hîmekî mezin daye ber radike û pêz ber dide hundir û me gêre hundir dike û dîsa hîmê xwe dide ber işkeftê û diçe paşiya işkeftê.
Piştî demekê bi hin êzing û tepikên dewêr koziyak arî xwe da dide. Işkeft ronî dibe. Û heta ku hin nan û gêrmî nizam ji kur anî datîne ber me û dibêje kerem kin bixwin. Ê em di bin çavan re lev dinhêrin, qirçe qirça gewriya me ye, em dê çawa nên bixwin. Em nanê xwe dixwin. Di vir de dêw du şîş e xwe serî tûj kiriye, xiste nav komira êgir. Hevalekî me berî me têr xwar û ji ser sifra nên vekşiya. Dêw qet rabû ew hevalê me danî erdê û şîşek di çavan re kir di aliyê din re derdixe.
Dêw zindiyekî bi şiklê mirovan e, her wiha dirêj, gir û mezin e û li rex wan jî xwedî hêzê ye, çimkî dikaribû deriyê şikeftê bi hîmekî mezin bigire. Em dikarin zêdeyî wan jî bibêjin kesekî xapînok û mirovxwir e ji ber vê ye ku di piraniya çîrokên Kobaniyê de kesine xerab in.
[1]