Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,177
Wêne
  124,150
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,014
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Girîngiya hespan li bal Kurdan
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Girîngiya hespan li bal Kurdan
Girîngiya hespan li bal Kurdan
Girîngiya hespan li bal Kurdan
Mîdya Kenan

Ji bo Kurdan hesp tê çi wateyê ?
#Hesp# ên Kurdan bi esîlbûna xwe tên naskirin, wekî hevalên siwaran tên hesbandin. Hesp her wekî tê zanîn serkeftinê, wêrekiyê û camêriyê di xwe de dihewîne, ew di her wextê de li gel siwarê xwe amade dibe û jê hez dike û pê hîs dike. Ji xwe Kurd gelek cureyên hespan xwedî dikin; hespê Kihêl jî ji wan cûreyên hespan yên herî giran e li ber dilê Kurdan.
Mêr an jina Kurd ji hespê xwe hez dike, qîmeteke mezin didin hespên xwe ,wî nawestîn in û bi qamçiyan lê nadin îcar li hemberî vê yekê hesp jî li gorî xwediyê xwe tev digere.
Taybetmendiyeke hespan heye, ew jî ew e ku xwedan hestekî pir kûr e her tiştê di dilê siwarê xwe de dizane, li kêlek wê divê ku siwarê wî jî camêr û mîrxas be.
Hesp di demên berê de li șûna erebeyên demên niha bû û mirov dikare bêje hîn jê xurtir bû, Xelkê kar û îșên xwe hemû bi riya hespan dikirin. Hespên berê jiyana mirovan hêsan û lez kiriye, herwiha hesp bi lezbûna xwe navdar e. Tenê bi çavê ajalekî li hespê nedihat mêzekirin ew bi rastî hevalê siwarê xwe dihat dîtin.
Li gor tê gotin dema ku mirov berê diçû şahî an şînan, hesp timî berbiçav bû ji xwe di dawetên Kurdan de ji vexwendiyan re digotin Siwarên Bûkê, mêrên Kurdan di şahî û dawetan de xwe li ser piştê hespê xwe yê xemilandî nîşan didan. Bo mînak bavê bûkê wek xelat hespek pêșkêș dikir ji ber ku hesp bi nirx e û li aliyekî din ev wek qîmet dayînek mezin e ji kesê ku hesp pêșkêșî wî dibe.
Li aliyekî din dema ku kesek dimiriya hespê wî li pey cinazeyê wî giran giran dihat, ev yek jî me di gelek fîlm û romanan de dîtiye. Îcar hesp li gor temenê siwarê xwe yê mirî dihat xemlandin, ger mirî xort bûya hespê wî bi rengekî xweș û nazik dihat xemlandin û șûrê wî li ser dihat dalqandin, eger yê mirî kal be an temen mezin ba jî parçe cawek reș didin ser pișta hespê wî.
Kurd hespên xwe wekî namûsa xwe dihesibînin û bi qasî ji dest wan tê nahêlin ku tu kes neheqiyan li hespên wan bike û destê xwe bavêjê. Di destan, çîrok, stran û efsaneyan de mirov dikare bêje ku hesp bûne mijarên herî girîng.
Di destana Memê Alan de rol û girîngiyek mezin a hespê heye ku ew jî Bozê Rewan e. Emê niha Bozê Rewan wek nimûne bigirin.
Li seranerî kurdistanê kes nemaye ku destana Memê Alan nebihistiye, em dikarin bêjin ku yek ji lehengên destana Memê Alan Bozê Rewan e. Hespê Memê Alan ê ku ji gola avê derktiye ku riya şeş mehan di nav pazdeh rojan de qedandiye. Ew hevalê Memî yê rih û can e, hevalê roja zehmetî û tengasiyan e. Dema ku Memî dighêje Cizîra Botan, xelkê bajêr li bejin û bala hespê wî hişmekar dimînin. Em hinekî bala xwe bidin Bozê Rewan di destana Memê Alan de:
“Rojeke din di nav xortan de bû şorê cenawerê behrê û eceban e
Hinekan dianî behsa hûtan e
Hinekan vedikir şora maran e
Hinekan digot: di behrê de heye hemberî hemî rûerdan e
Hinekan digot: heywanek heye di binê behrê de di şiklê hespan e
Kalekî digot : Eger ku yê lê be bextê mêran e
Rojekê têkeve dest ev canewerê wekî hespan e
Merî lê siwar be, pê qomaxên rojan dibire bi saetan e
Ne vedixwe avê û ne dixwe êmegê cotan e
Tim lê siwar bî û li ser piştê peya nebî bi roj û bi şevan e
-Darê hikmê wî heye heya şeş mehan e
Hinekan digot: Heya Hikmê wî heye salekê û diduyan e
Zarokên biçûk guh didan kalan e
Di bin çavan ve dikenîn û bi destan dikin şaretan e
Digotin hele binêrin ji vê derewa kalan e
Ma îşê hespan çi ye di binê behran e.
Tê zanîn ku hespê Memî di bin behrê de derketiye. Di zargotinê de ev yek gelek caran ber çavê me dikeve, tê gotin ku hespên ji bin behrê derketine hespên nemir in.
Me gotibû ku hesp bi hestê xwe yê kûr tê naskirin, ji ber ku tiştê ku mirov nikare têbighêje ew dizane û dibihîze. Ew tiştên hêji nebûye pê dihese an jî dibîine. Di destana Memê Alan de jî mirov dikare bêje gihiştina Mem û Zînê bi xêra Bozê Rewan e. Mem li ser pişta hespê xwe çil rojî di rê de diçe, hesp bi Memî re diaxife û dibêje: “Memê min î delal, tu qamçiya di min de netewîne, qet nabêje halê Bozê te çi ye, çi nîn e ? Memê te qet ha ji xwe nîn e”. Di vir de hîn zelal xuya dibe ku hespê Memî rastî hespekî “Çê” ye ji ber ku wekî bav û kalên me gotî Hespê Çê qamçiyan nagihjîne xwe.
Mirov dikare bêje ku xwediyên van hespên bi vî rengî jî bi saya hespên xwe bi rûdanên nebûyî dihesin, ji ber ku hespê wan bi wan re diaxive. Di romana Memê Alan de di cihekî de yê ku Memî şîret dike ne xizir e, lê belê Bozê Rewan e. Wexta Mem dighêje Cizîra Botan, qîza Bekoyê Ewan dixwaze Mem bixapîne û xwe wekî Zîn bi Mem bide Nîşan, lê belê Bozê Rewan bi saya hestên xwe yên kûr pê dizane ku ev kî ye û Memî ji xapandinek mezin xilas dike. Me dît ku Bozê Rewan bi vê kirina xwe esîlbûn û zanîna xwe derxist holê û îsbat kir ku ew ne tenê ajaleke, lê belê dostê siwarê xwe ye û duristbûn li gel wî li pêș e.
Çavkanî:
Roger Lescot, Memê Alan,Weşanên Avesta, Stenbol, 1997, r25-26
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 329 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/ - 05-05-2024
Gotarên Girêdayî: 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 19-12-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Çand
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 05-05-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 06-05-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 05-05-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 329 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.122 KB 05-05-2024 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.39 çirke!