Bernameya #Ax û Welat# parastina folklora Kurdî li Rojavayê Kurdistanê
Necah Ibrahîm
Weke ku tê zanîn folklora Kurdî gelekî dewlemend e û bi dirêjeya dîrokê bi devan derbasî nifşan bûye. Di demên kevin de wêjeya devkî bi xwe ragihandin bû û her tiştî girêdayî çand û kevneşopiyên Kurdan radighand. Êş, kêfxweşî, şîn, şahî, bawerî û hwd. Herwiha gava ku em di roja me ya îro de li rojnamegeriya Kurdî dinihêrin em dibînin ku di asteke baş de ye, dikare her tiştê girêdayî kevneşopiyên Kurdan bi riya rapor, dosya û bernameyên folklorî ragihîne û dikare parastina folklora Kurdî jî bike.
Bernameya Ax û Welat:
Ev bername di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê, li havîna 2011an de hatiye damezrandin. Kesê ku ev bername pêşinyar kiriye rojnamevanê bi navê Şerîf Mihemed ji bajarê Efrînê ye, pêşkêşvanê bernameya Ax û Welat e.
Di serdemekê de ku beşek ji gundên bajarê Efrînê û bi awayek gelemperî navçe û gundên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rejîma ba'is ve bi navên Erebî hatibûn guhertin û jinavbirin, yek ji armancên herî pîroz û girîngên vê bernameyê parastina kevneşopî, ziman, çand û folklora Kurdî bû. Herçend ku ev cure dagîrkarî di beşên din yên Kurdistanê jî heye û hebûye, ji guhertina nav û nîşanên Kurdî bigre heya dizîn û talankirina şûnwarên Kurdî û Kurdistanî. Lewma em dikarin bibêjin bernameya Ax û Welat wek armanc dixwast ku di yekem pêngavên xwe de çanda Kurdî ji destê mêtinkariyê rizgar bike.
Destpêk; çima navên gundên me bûne Tirkî û Erebî, navê gundên me yên rast çi ne, çi eşîr di nav gundan de hene?
Di destpêkê de bernameya Ax û Welat bi karê belgekirina gundan rabû. Di sala 2011an de li bajarê Efrînê û Kobaniyê ev xebat hat meşandin û di sala 2012an de pêşkêşvanê bernameyê Şerîf Mihemed diçe Cizîrî, lê ji ber ku şerê Serêkaniyê dest pê dike, nikare bernameyê li wir çêbike. Dîsa di 2013an de bername li bajarê Kobanê û Efrînê tê çêkirin û di sala 2013an de dîsa diçe li Cizîrê dest bi çêkirina bernamyê dike.
Ev bername ne tenê li Rojavayê Kurdistanê geriya ye, belkî li gelek deverên Kurdistanê geriya ye. Li Bakûr, Başûr û Anatolya Navîn geriya ye û li ser hemû gund, eşîr, ji awayên zewacê di nav Kurdan de, ji awayê şînê, cureyê xwarinên Kurdan, cil û bergên Kurdan, amûrên ku Kurdan pê debara xwe di demên berê de dikir, cureyê lîstokên Kurdan û dermanê ku jinan ji mit û molan çêdikirin bername hatine amade kirin. Herwiha rola jinê di nav civakê de û keda wê, bindestiya wê û awayê jiyana Kurdan ya berê heya roja îro, devoka her gund û bajaran û gelek mijarên din weke kesayetên hunermend, navdêr, dengbêj, qehreman û jiyana gundan beşek bûn ji naveroka vê bernameyê. Ev bername bû sêzdeh sal heya roja îro jî berdewam e.
Herwiha yek ji armancên din yê vê bernameyê ev bû ku gelê Kurd ji nû ve berv çanda xwe were, ji ber ku hin gel ji çanda xwe dûr ketibû û ji çanda xwe şerm dikir. Herwisa merem ev bû ku baweriyekê di nav gel de çêbikin ku ew jî xwedî çand û dîrok in.
Bernameya Ax û Welat ji bo belgekirina folklora Kurdî 250 gundên bajarê Efrînê weke pirtûk bi navê Ax û Welat di sala 2023an de çap kir û li kêleka wê di dema me ya niha de her carê du gundan di hejmareke Kovara Şermola de diweşînin.
Bernameya Ax û Welat li ser asta Kurdistanê yek ji proje û berhemên herî taybet e ku bi wî awayî li ser gundan tê çêkirin û amadekirin. Di roja me ya îro de li bajarên wek Cizîrê, Kobaniyê û Efrînê ev bername hêj berdewam e. Bi riya vê bernameyê gel rastiya xwe nas kir. Di her bernameyekê de taybetmendiyên gundekî ji gundên din cuda dibin. Bernameya Ax û Welat ji aliyê Roj Ava TV ve tê parvekirin.
Ev bername her hefteyê li bajarekî Rojavayê Kurdistanê digere û li her bajarekî jî her carê li gundekî diger û kevneşopiyên wî gundî dike erşîfa qenala Rojava TV.
Çavkanî:
Rojnamevan Şerîf Mihemed.[1]