Şemtirsonek
Rojekê ji rojan zilamekî pir tirsonek hebû, navê wî şemtirsonek bû. Her ku şev dibe, bêyî hevjîna xwe bi tena serê xwe dernakeve derve. Êdî hevjîna wî jê hêrs bû, careke ew bi şev derxiste derve û derî ser de girtî. Şemo pir tirsiya, nêwêrî biliviya. Ji hevjîna xwe re got:
-Eger ku tu min derbasî hundir nakî, ka hinek ard û du hêkan bide min.
Hevjîna wî hinek ard û du hêkan didêkê. Êdî şemo di wê şevê de ji ber tirsa xwe bi çolê ket, ji wî de dît ku di şkeftekê der çirûziyek xuya dike, berê xwe da wir û çû. Dema ku gihêşte wê derê dît ku komek dêw li wir rûniştî ne ango mala dêwan e. Şemo berê xwe dane wan û kete hundir. Hemû rabû ser xwe û yekî ji wan got:
-way serçavan tu bi xêr hatî
Dêwê din jî wisa got:
-xwarina me ya îro hate ber devê me
Dêwê sêyem jî wisa got:
-Em te bi saxî an jî biraştî bixwin.
Şemo ji wê helwesta wan tirsiya û wisa got:
-Hûn serbest in hûn çawa min dixwin bixwin, ka biçim derve û bêm hîngê kn bixwin.
Şemo derkete derve ard kire berîka xwe û her du hêkên xwe kire nava herî. Û ji wan re got:
-Ka de werin derve ka hûnê çawa min bixwine.
Dêwê mezin xwe êrîşe ser kir û got:
-Em ê te bixwin û hestin te jî bavêjin kûçikan.
Şemo got ka em ê lîstonekê bilîzin, hîngê hûnê min bixwin. Û ji wan re got kî ji we dikare kevir hûr bike. Hemû dêwan kevir xistne destê xwe çiqas xwe danakê nikaribûn hûr bikin. Şem bi dizîka ard ji berîka xwe derxist û destê xwe avête erdê, qaşo ku kevir radike û hûr dike destê xwe rabene wan kir.
Hemû dêwan bi çavekî matmayî lê nêrîn.
Careke din şemo ji wa pirsî:
-Kî ji we dikare lingê xwe li erdê bixe û mejî ji erdê derbixe?
Hemû dêwan lingê xwe çiqas li erdê dixistin, tiştek çê nedibû. Şemo çawa ku lingê xwe di erdê de lêxist, ew her du hêk cilq bûn û derketin derve. Êdî dêw ji wê nêzikatiyê şemo tirsiyan û nediwêrîn nêzik bibin. Dêwan ew pêşwaz kirin û xwarin danêkê. Li dêwan di ber hev dikrin pistepist ku çawa wî bikujin, dêwekî ji wan wisa got:
-dema ku raket, em ê herin biroşek avê keliyayî bi ser de birjînin.
Hemû dêwan biryar girtin ku ava keliyayî bi ser birjînin. Şemo jî ew axaftina wan bihîst. Dema ku şev bû, şemo çû di ciyê xwe balgîfek xistêkê û derkete derveyî şkeftê bêyî ku haya wan jê hebe. Dêwan jî ev tevdîra xwe meşandin û çûn ava germ bi ser de rjiyandin û bi hev re dikeniya gotin:
-Em çûn ji vî Şemoyî xelas bûn.
Berî hilatina rojê Şemo çû xwe xiste ciyê xwe, hemû dêw jî razayî bûn. Lê dema ku dêw ji xew şiyar bûn. Şemo ji ciyê xwe derket hemû dêwan bi matmayî lê dinêrî û di ber hev digotin'' ma va nemir!?''. Şemo ji xew şiyar bû û ji wan re got:
-Şema çûnî pir germ bû, ez di xwî de bûme av.
Dêwê mezin ji Şem re got:
-Kekê Şemo ma tu naçî mala xwe, gel hevjîn û zarokên xwe?
Şemo got:
- Ez ê biçim çawa naçim.
Şemo da pêşiya dêwan û çû mala xwe. Dema ku gihêşte mal û şemo li derî xist, hevjîna wî derî jê re venekir.
Şemo got:
-Lê derî veke, mêvan bi min re hene.
Hevjîna wî derî ji wan re vekirin û derbasî hundir bûn.
Şemo ji hevîjna xwe re got:
-Te çi xwarin çêkiriye, mêvan birçîbûne.
Hevjîna wî lê vegerand:
-wele min şorbenîsk çêiriye, ka ez ji we re deynim.
Dema ku şorbenîsk hat û danî erdî, dêwan pife şorbenîskê kirin, şemo ji ber pifa wan bi stûna jor de qemitî.
Dêwê mezin got:
-Law tu li wir çi dikî ye, Şemo?!..
Şemo li wan vegerand:
-Kevneşûrekî bavê min hebû, ez ê bînin û pey we bikujim.
Hem dêwan dane pey hev û di derve re derketin wenda bûn. Şemo ji jor peya bû. Hevîja wî jî kêfxweş bû û got:
-binêre tu çawa bûyî zilam.
Dîsa wekî her cardema ku şev hat, Şemo dîsa bi tena serê xwe nekarî derkeve derve. Çîroka me çû diyaran rehmet li dê û bavê cimatan.
ÇAVKANÎ Ji çîrokeke gelêrî ya devoka Kobanê[1]