Demekê ji deman li wan daristanan şêrekî nexweş hebû. Şêr roj bi roj ji ber nexweştir diket û tu bijişkî ne li wê daristanê û ne li tu daristanên diyanê derman jê re nedidîtin. Şêr li mala sere xweli ser wê paîgifê ranadibû. Her kes diçû serdana wî. Rojekê gur jî bi riya mala şêr girtû û çû serdana şêr. Li ser rê gur li rovî rast hat û jê re got:
-Lo rovî çima tu naçî serdana şêr? ka were em tev biçin!
Rovî li binçavan re li gur tameşe kir û got:
-Ez naçim gel lawirên bê bawerî û xayîn!
Gur bi hêrsî dev ji rov berda û çû mala gur. Gava ku rûnişt gotinên rovî yeko yeko ji şêr re got. Şêr pir hêris û teng bû û xwest ku rovî jê bînin. Rovî gava ku bi gotinên şêr bihîst xwe veşart. Roj du roj rovî dît ku riv û veşartin ti hale. Rabû cilên bijîşkî li xwe kirin û çû nav cimata mala şêr. Şêr bi hêrsî li rovî nihêrî û got:
-Ev çi gotinin teli ser min kirê yelo?
Rovî bi bawerî got:
-Min tenê got ez naçim mala Şêer heta ku ez dermanekî ji nexweşiya wî re nebînim û va ye min çû bijîşkî xwend û tev dermên hatim gel te. Ji kerema ka ez te binêrim û dermên te dim.
Hêrsa şêr daket û ji gotinên rovî bawer kir. Rovî piştî ku li nexweşiya şêr nihêrî jê re got:
-Binêr şêro dermanê te ku tu pirça gur hilkşînî û êgir pêxî û xwe bi ser de xwar bikî û bi destên xwedê tu yê rihet bibê.
Piştî ku rovî gotinên xwe qedandin ji mala şêr bi lez derket. Şêr jî çav li gur mest kirin û gur dikir birive ji bo pirça wî hilnekçînin. Şêr yên dora xwe ku gur bigrin û pirça wî hilkşînin. Piştî ku gur bê pirç ji mala şêr riviya li rastî rovî hat . gur destên xwe avîtin zengiloka rovî û got:
-çima te wanî kir?!
Rovî bi dengekî ku êdî iskeisk pêkeve got:
-ma min te re negot ku şêr ne cihê baweriyê ye û xayîne!
ÇAVKANÎ Ji çîrokeke gelêrî ya devoka Kobanê[1]