Mihemed Şêxo û jiyaneke ji bo xizmeta mûzîka kurdî
Şadî
#Mihemed Şêxo# li gel hemû givaş û fişar û girtinan jî lê ti demekî dest ji xizmetkirina ji çand û mûzîka kurdî berneda û her carê bi stranên xwe yên bihêztir û bi bandortir ve derket pêşberê guhdarvanên xwe û ew bû hunermend û stranbêjê netewa kurd hemûyê
Kurdshop – Mihemed Şêxo, hunermedekî Kurde ku di sala 1948’an de li gundê Gîrbanîn a ser bi bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Nave wî yê rast Mihemed Salih Şêxmûs e.
Mihemed Şêxo di dema zaroktiya xwe de li gel malbata xwe berê xwe dide gundê Xecokê û li wê derê bi cîh dibin. Mihemed Şêxo birayê mezin yê male ye. Di sala 1959’an de dest bi xwandinê dike. Mihemed Şêxo ji ber rewşa malbatê ya madî di 11 saliyê de dest bi xwandinê dike û piştî 3 salan dev ji dibistanê berdide. Herwaha di wan salên xwe yên dibistanê de, gelek hunermendên Kurd nas dike.
Hunermend Mihemed Şêxo ji ber ku ji wan hunermendan gelek bi bandor dibe, di sala 1969 de dest bi stran gotinê dike. Mihemed Şêxo sala 1969 heta 1972’an li Lubnanê ji bo hunera kurdî xizmetê dike û li Beyrûtê 2 salan dersên mûzîkê dibîne. Di sala 1972’yan de li gel hindek hevalên xwe komeke mûzîkê ya bi navê Koma Serkeftin ava dikin. Hunermendê navdar Mihemed Şêxo di sala 1973’an de jî derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wêderê jî xebatên xwe yên hunerî dike û pêywendiyên xwe bi hunermendên din yên Kurd re saz dike.
Mihemed Şêxo piştî demekî li Başûrê Kurdistanê diçe paytexta Sûriyê Şamê û li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê tomar dike. Lê wê demê dewleta Sûriyê wî rihet bernade, ji ber wê jî gelek caran tê binçav kirin.
Hunermendê Kurd ji ber givaşên dewleta Sûriyê careke din berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û di nava hêzên Pêşmerge de cîh digre. Mihemed Şêxo piştî şikesta serhildanan li Başûr derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe û wekî ku tê gotin wê derê jî çûye bajarê Gombed a ser bi eyaleta Gulêstan a Îranê û li wir jî kasetekî tomar dike.
Mihemed Şêxo li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê mûzîkê, çend salan mamostetiyê jî dike. Piştî demekî, rêjîma Îranê Mihemed Şêxo weke dijberê rêjîmê binav dike û di derbarê wî de biryara binçav kirinê dide û dixe girtîgehê. Ji ber wê rewşê hunermendê Kurd Mihemed Şêxo piştî 11 salan careke din berê xwe dide Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazî kirin. Ji ber vê hezkirin û pêşwaziya germ ya gel a li hember Mihemed Şêxo, dewleta Sûriyê xwe ranagre û wî carede din digrin û dixin girtîgehê. Lê dîsa jî ev biryara dewletê nikare dengê Mihemed Şêxo bibire. Ew bi sitranên xwe yên herî baş di girtîgehan de dibêje û bi hesteke mezin di stranên xwe de derd, kul, daxwaz û baweriya gelê xwe tîne ziman. Mihemed Şêxo di sala 1983’an de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an gelek xizmetên baş û bê hempa dike.
Hunermed Mihemed Şêxo 9ê Adara 1989’an çû ser dilovaniya xwe û li Qamişloyê ji aliyê zêdtirî 70 hezar kesan ve ji bo bêdawîbûnê hate oxurkirin.
Hunermed Mihemed Şêxo bi stran, awaz û stîla xwe bandoreke mezin li mûzîka Kurdî kir û stranên wî heta roja meya îro jî ji aliyê gelek hunermendan ve têne şîrove kirin û gotin. Hunermedê Kurd Mihemed Şêxo bi deng û awaz û stranên xwe çand û hunera gelê Kurd dewlemend kir. Mihemed Şêxo bi giştî 14 kasêt tomar kirine. Herwaha berhemên wî li herçar aliyên Kurdistanê hatine belav kirin. Gelek stranên Hunermed Mihemed Şêxo ku yek ji wan strana Ay lê Gulê ye, ji aliyê gelek hunermendan ve hatiye gotin. Piştî wefata hunermed Mihemed Şêxo gelek stranên wî ji nû ve hatin derxistin û ji aliyê herkesî ve hatin guhdar kirin û gotin.
Yek ji strana Mihemed Şêxo ya di dema oxurkirina wî de ku bi dengên bilind di dema veşartina wî de, bi dengê wî bixwe bi haparloyan dihat gotin jî ev strana li xwarê bû:
Gava ez mirim geli zindiya
Min neveşêrin wek we hemîyan
Gora min çêkin li bin sîha çiyan
Kêlên min çekin ji dur keziyan
Hemî adaran hûn min şiyarkin
Da bikime şênî bo me hemiyan
[1]