Nasîna amûrên #muzîkê# – Beşa 1em
Hawar Hewraman
Amûrên bayî:
- Bi fûkirinê deng çê dikin.
- Her yek ji wan şêwaza xwe ya fûkirinê heye.
- Ew xwediyê dîrokek dirêj in û her navendekê şêwaza xwe ya jeniyariyê heye.
- Ew ji dar an birincê (sifir û bafona tevlihev) têne çêkirin.
- Şêwaza fûkirin û çêkirina dengan dibine du deste:
Yek, amûra bayî ya darê û ya duyem jî amûra bayî ya birincê.
Amûra bayî ya darê:
- Bê vê ku lêv hereket bikin, di wan amûrane de fû dikin.
Şêwazên cuda ên fûkirinê:
1- Lêv di nav dev de kom dibe û pişta lêvên jorîn û jêrîn bi hewayê tê pirkirin û lam jî pil dide.
2- - Lêv xir dibin û lam jî piçekê diwerimin, lê li pişta lêvan hewa tê de namîne.
3- Lêvên jeniyar bi diranên wî\wê ve diçespin û hewa naçe pişt lêvên wî û lam jî nayêne pildan.
- Di her sê awayî de lêv nayên hereketkirin.
Amûrên bayî yên darî jî du deste ne: Yekem pîtikdar û ya duyem bê pîtik.
Amûrên darî yên pîtikî:
- Ji daran an jî hestiyên baskên teyr, kund, teyra kergez, filamîngo û hacîleylegê têne çêkirin.
- Pîtikên wan ji qamîş jî têne çêkirin.
- Dema ku jeniyar fû dike pîtikê û qamîş diheje û deng ji pîtikê ve diçe nava amûrê.
Du cure ji pîtik bo amûrên bayî têne bikaranîn:
1- Pîtika yekziman:
Qamîşek piçûk û nazik li cihê fûpêkirina amûra “klarnêt, klarnêtbas û saksafon”ê tê danîn.
2- Pîtika duziman:
Ji qamîş tê çêkirin û diçe nav lêvê jeniyar. Xiratiya qamîş ku dikeve aliyê xwarê yê pîtikê, dikeve kûpik an jî serê amûrê. Baleban, dûdûk û dûzele û zirneyê pîtikên duziman hene.
Hêjayî behskirinê ye, pîtika zirna û bilûr û hwd, li ser hesinekekî (mîle) nazik tê girêdan û hesin diçe nava amûrê.
Amûrên darî yên bêpîtik:
- ji dar yan qamîş têne çêkirin.
- Ew ji qiraxa serweyê amûrê ve têne fûkirin.
- Pêka wan belge û şûnwarên kevnar ên ku ji navçeyên Kurdistanê û çiyayên Zagrosê hatine peydakirin, gelek ji wan amûran ji zîv û zêr hatine çêkirin.
Ji bo lêxistina bilûrê, lêv xir dibe û ji qiraxa boriya amûrê ve fû tê kirin.
Amûrên pîtikê ji dar an jî qamîşê têne çêkirin. Darek di şûna fûkirinê de dixine nava amûrê û rast fû dikinê.
Filût an jî bilûr ji darê yan jî ji qamîş û birincê tê çêkirin û bi sê awayî tê lêxistin:
1- Jeniyar ji qiraxa amûrê ve fû dike.
2- Jeniyar amûrê di naverasta lêv de dadine û rasterast fû dixe tê de.
3- Jeniyar fû di cihê diyarîkirî de dike.
- Çimkî di her sê şêwazan de lêv naheje. Ew amûr diçe rêza amûrên bayî yên darî.
Amûrên birincî:
- Ew ji birinc (sifir û bafona tevlihev) têne çêkirin.
- Jeniyar lêvên xwe li ser cihê diyarîkirî dadine. Bi hejandina bilez a lêvan digel fûkirinê, deng çê dibe.
- “Trompet, trombone û tuba” ji amûrên rojavayiyan in ku bi vî awayî têne lêxistin.[1]