Dîroka #Şanoya kurdî# - Beşa 2yem
Ermenistan û Gurcistan
Di wê serdemê de ku elîtên kurdên Bakurê Kurdistanê digel avakirina Komara Tirkiyê neçar bûn ku ber bi derveyî welat ve herin, kurdên Ermenistana Sovyetê bi piştgiriya dewleta wê demê şanoya kurdî ya yekem û yekane şanoya kurdî ya cîhanê ava kirin. Wan tenê bi piştgiriya kesayetiyên kultûrî yên ermenî yên wek Hakob Xezariyan ango Lazo (1864-1929) karîn bi wê armancê bigihin ku digel nivîsandin û weşandina yekem pirtûka alfabeya kurdî di sala 1921ê de alîkariya jiholêrakirina nexwendewariya kurdên Sovyetê bikin (Boyîk 2004: 12).
Lazo mil bi milê Ehmedê Mirazî (1899-1961) û kesên din, yekemîn dibistana kurdî ya bi şev û roj li Tiflîsê damezirand û herwisa şanonameyên kurdî li berhevoka di bin navê “Lukaşîn” de pêşkêş kirin. Şanoyên ku li wir dihatine pêşkêşkirin pêk hatibûn ji “Zemane Çûyî” ji Mirazî, “Gustîl û Qelen” ji Lazo (Boyîk 2004: 1-5). Ev koma şanoya kurdî ya nefermî di dawiya salên 1920an de ji kurdên Tiflîsê û gundên Ermenistanê re şanoya kurdî pêşkêş kir..
Li Ermenistanê şanonameyên kurdî cara yekem di deheya 1930yan de hatine weşandin. Ev şano ku li ser mijarên civakî-siyasî bûn, pêk hatibûn ji “Qutiya Du-Darmanan” (1934) ji nivîsa Heciyê Cindî (1990-1909), “Zemanê Çûyî” (1935) ji nivîsa Ehmedê Mirazî û “Reva Jinê” (1935) ji nivîsa Wezîrê Nadirî (1947-1911).
Di sala 1937an de, yekem şanoya kurdî bi piştevaniya dewletê li Elegezê, gundekî Ermenistanê ye ku her ji destpêkê ve rûniştiyên wê kurdên êzidî bûne, hate pêşkêşkirin. Ev grûpa şanoyê ji aliyê ciwanên kurd ên herêma Elegezê ve bi derhêneriya du derhênerên bi navên Tsolak Nîkoxosiyan yê ermenî û Celatê Koto yê kurd, bi rê ve diçû.
Di Mijdara 1937an de, şanoya kurdî ya dewletî li Elegezê, yekemîn şanoya xwe ya bi navê “Afirandina Rojê” ya nivîsîna Samson Kajoyan ku şanoyek taybet bi 20emîn salvegera şoreşa Oktoberê bû, hate pêşkêşkirin. Şanoya kurdî piştgiriya hunermendên ermenî yên wekî şanoger Mikrtîç Canan, derhêner Amo Xiraziyan û şanonamenivîsên wek Soren Gînhisiyan û Wardcês Şogriyan û çend kesên dinê ve bi rê ve diçû. Ev şanokar, lîstikvanên kurdî perwerde dikirin ku di berdewamiya çend salan de bi beşdariya festîvala nîştimanî ya şanoyê li Tiflîsê navûdengeke mezin bi dest xistin (Boyîk, 2004: 103-12).
Şanoya kurdî ya Elegezê di berdewamiya 10 sal çalakiyên xwe de nêzî 30 şano pêşkêş kirin ku 4 ji wan ji aliyê nivîserên kurd ve hatibûne nivîsîn: “Miraz” ji nivîsa Heciyê Cindî, “Xuşka Doxtriyê û Bira” ji nivîsa Cerdoyê Genco (1945-1904) û “Lur-de-Lur” ji nivîsa Celatê Koto. Kesayetiyên çandî yên kurd ên ku piştgiriya şanoya kurdî kirine pêk hatine ji Emînê Evdal (1964-1906), Casimê Celîl (1998-1908), Ûsivê Beko (1969-1909), Semend Siyabendov (1998-1909) û Mîroyê Esed (2008-1919) nivîskar û sernivîserê rojnameya kurdî ya “Rêya Taze”.
Di dema şerê cîhanê yê duyem de, şanoya kurdî ya Ermenistanê, alîgiriya Sovyetê berhem anî ku îsbatkerê hevdengiya kurdên Sovyetê digel vî welatî bû. Di nava van şanoyên nîştimanperwer de, şanonivîsên navdar ên ermenî yên wek Aşon Şaybon, Nîrî Zariyan û Sorn Gînosiyan hebûn. Bo mînak, Hasoyê Gînosan, çarenivîsa jin û mêrekî kurd yên bi navên Heso û Leyla nîşan dide ku sembolên nîştimanperweriya ciwanên Sovyetê bûn (Ceiferova, 2000: 48). Herwisa şanoya kurdî çendîn şanonameyên binavûvang ên sosyal realîst pêşkêş kirin ku ji aliyê şanonivîsên ermenî, gurcî û azerî yên wek “Pepo” ji nivîsa Gabriyel Sundukiyan, “Ruha Şeytanî” ji nivîsa Eleksander Şêrvanzade, “Sexre” (Zinar) ji nivîsa Wurtans Papaziyan û “Sevil” ji nivîsa Ceifer Cebarlî û hwd, hatine nivîsandin (Boyîk , 2004: 109).
Şanonivîsên ermenî jî, di şanoyên xwe de ji jiyan û folklora kurdî sûd wergirtine. Ev yeka bi herî baş ji aliyê “Keça Mirakê” ji nivîsa Gînosiyan, “Ker û Kulik” (Ker û Kulik, li gorî dastaneke kevnar a kurdî ye), “Cecê Zerê û Siyabend”, “Ewledê Çiyayê Reş” û “Mêrxasê Bajarê Cezîrê”, derdikeve. Li gorî Eskerê Boyîk, hin ji watatirîn şanoyên kurdî yên Elegezê ku pêk hatine ji “Xecê Zerê û Siyaband, Ker û Kulk” û şanoyek li ser bingeha “Mem û Zîn”ê ya bi pênûsa Soxomon Taronts in (Boyîk, 2004: 9-108).
Di sala 1947an de, pirsgirêkên aborî û herwisa hilweşandina Yekîtiya Şanoya Herêmî, dawî bi şanoya kurdî ya Elegezê û şanoyên din anî; lê şanoya kurdî li berdewamiya deheyên piştî vê yekê bi tevahî ji holê nehate ragirtin. Di sala 1955an de, beşa kurdî ya radyoya Girdiya Êrîvanê, bernameya xwe ya yekem ku li ser stran û şanoyê radiwesta, weşand.
Yekem ezmûna rêzeya (drama) radyoyî ya kurdî bi navê “Gulî Zer” ji nivîsa Emînê Evdal bû ku li sala 1957an berhem hatibû. Tevî vê ku radyo şûna şanoya fizîkî girt jî, çend nivîskarên kurd ên wek Eskerê Boyîk (jidayîkbûyê 1945an) û Ezîzê Gerdenzerî (jidayîkbûyê 1945), yekem şanoname bo radyoyê nivîsandin. Radyoya Êrîvanê bi weşana van şano û stranan bi zimanê kurdî roleke girîng di jiyan û çanda kurdên li hundur û dervayê Yekîtiya Sovyetê de lîst, bi taybet li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ku zimanê kurdî qedexe bû.
Di sala 1980an de, şanoya kurdî li Têflîsê ji aliyê Mirazê Uzo Ceiferov (2008-1947) ve tê damezrandin û yekemîn koma şanoya kurdî li Gurcistanê pêk tê, û eva jî di demekê de hate cîbicîkirin ku Partiya Komonîst a Gurcistanê siyaseta lêborînê li hember kêmîneyan pejirandibû. Komediyeya Eskerê Boyîk ya “Senco Qîza Xwe Dide Mêr”, ku di destpêka Nîsana 1980an de pêşkêş kir, destpêka şanoya kurdî li Gurcistanê bû. Paşê, “Cîran” ku li ser şanoya Giurgî Xogayv û şanoya “Xecê Zerê û Siyabendo” ji nivîsa Hayk Beyleriyan bû, ji aliyê Tosinê Reşîd (jidayîkbûyê 1941) ve li ser kurdî hatiye wergerandin û ber bi pêş ve çû. Pirtûka “Siyabend û Xecê” ya Reşîd di sala 1988an de li Stokholmê ji aliyê weşana Roja Nû ve hate çapkirin..
“Xeso” ku perçeyek bû ji şanoya şanonivîsê Azerbeycanê Mehdî Şemxalov, bû bi dilxwaztirîn berhema şanoya kurdî. Ev şano ku bi derhêneriya Mirazê Uzo di du festîvalên Sovyetê de hate xelatkirin û li çend welatên wek Ermenistanê sala 1983an, li Qezaqistanê sala 1987an, li Rûsyayê salên 1988 û 1990an, li Feransayê sala 1991an, li Sûriyê di sala 1992an de bi rê ve çû. Ceiferova behsa vê yekê dike ku piştî vê serkeftinê bû ku ev şano nasnavê “şanoya girseyî pê re hate bexşîn (Ceiferova, 2000: 1-50).
Rezumeya şanoya kurdî ya Tiflîsê hilgirê çend şanoyan e, ji wan em dikarin îşareyê bi “heta vê demê ku erebaneya ga vedigere” ji nivîsa Utiya Îsuliyanî, “ji sê heta şeşan” ji nivîsa Eleksander Çixaîdze (Chkhaidze), “bîst çirke bi firişteyekê (melayket) re” ji nivîsa Eleksander Vampîlov û “mala min mala te nîne” ji nivîsa Jîrîr Ananiyan, “çiqa darê” ji nivîsa Yûrî Wîzbûr û “zoma biyanî” a nivîsa Aşût Papayan, bikin (Ceiferova, 2000: 52).
Di sala 1990an de “Zarîna Çiya” ji nivîsa Ezîzê Gerdenzerê, wekî dramayeke dîrokî derheq koçkirina Kurdên Êzidî yên dema Osmaniyan bo Qefqasyayê di şerê cîhanê yê yekem de ji aliyê şanoya kurdî ya Têflîsê ve, bi derhêneriya Mirazê Uzo, hate pêşkêşkirin. Ev şano digel şanoya “Cîran”, “Senco Qîza Xwe Dide Mêr”, “Siyabend û Xecê”, “Mala Min Mala Te Ye” û “Xeso” ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve (bi serpereştiya Kendal Nezan) hatiye tomarkirin. Şanoya kurdî ya Tiflîsê piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê hate daxistin.
Şanoya kurdî ya Têflîsê, karî di sala 1988an de bi hevkariya aboriya dewletî ya Gurcistanê cardin dest bi çalakiyan bike. Hevdem li Moskowê, Şalîko Bêkes (jidayîkbûyê 1957), ji kevnekarên şanoya Tiflîsê, hewl ji bo tevgereke şanoyî da; Di navbera salên 1994 heta 1997an de çendîn şanoname hatine nivîsîn û pêşkêşkirin, lê di sala 2007an de bû ku bi şêweyê fermî avakirina grûpa Mediya Şano hate ragihandin. Grûpa Şanoya Bêkes bi serkeftineke zêde ve di festîvalên Moskow û Amedê de beşdarî kir. Di salên borî de, hejmarek ji şanonameyên vê grûpên yên wek komediya du ekterên Kurd û Tûtû (2012) ku hatina biyaniyan bo Yekîtiya Sovyetê û heyrîmayîna wan a ji bo kurdên bêdewlet nîşan dide, ji aliyê grûpên şanoyî yên kurdên Tirkiyê ve çûne ser şanoyê.[1]