Nasîna amûrên #muzîkê# – Beşa 10em (Ûd)
Hawar Hewraman
Amûra ûd (od)
- Ev amûre bi navê ûd û berbet tê naskirin.
- Ji malbata amûrên têlî ye ku bi alîkariya rîşe (mizrabê) tê lêxistin.
- Ji dara gûz, tût, hevris û hwd tê çêkirin.
- Ûd û berbet ji rûyê şikil û qebare ve ji hev diçin, lê di çend xalan de cuda ne.
Cudahiya wan pêk hatine ji:
- Kasika berbetê piçûktir e
- Destika berbetê dirêjtir e.
- Berbet xwedanê pênc cût wate deh dane têlan e û têlên Ûdê yanzideh lib in.
- Ev amûre ji van beşan tê çêkirin:
- Kasik (sindoqa deng), rûyê amûrê (lewhe), destik, rûyê destik, ser destik (cihê kilîd yan mala kilîdan), têl, têlgîr, xirek (koleke), kilîd û mizrab.
- Kasik (sindoqa deng)
- Kasika amûra ûdê bi awayê hermî tê çêkirin.
- Berevajiya amûra tembûrê, parçeyek nîne û ji parçeyeke dara çar santîmetre pan û heftê santîmetre jî dirêj ku stûriya her yek ji wan sê bo sê sant û nîv tê çêkirin.
- Dirêjahiya kasikê çil û heşt bo pêncî, kûrahiya kasikê hejde bo nozdeh û herwisa panatiya kasikê sî û şeş bi sî û heft sante ye.
- Rûyê amûrê (lewhe)
- Ji dara kacê tê çêkirin.
- Bi mebesta dengdana amûrê bo derve, di naverast de bazineke mezin heye û her aliyek wê jî du bazinên piçûk têne deranîn.
- Dema ku têlên wê kok dibin û têne tundkirin, giraniyek zêde dikeve ser rûyê amûrê, bi mebesta berevanîkirin ji rûçûn û şikestina rûyê amûrê di nav hundur de parçeyek ji darek piçûk lê didin (pird)
- Destik, rûyê destik, ser destik (cihê kilîd yan mala kilîd)
- Dirêjahiya destikê nozdeh heta bîst sante ye.
- Sereke destika amûrê diçe nav geviya kasikê û rûyê destikeke dara abnûs yan dareke req li ser destikê dixin û dikare heta serweyê xirika rûyê amûrê dirêj bibe.
- Sereke din jî di cihê kilîdan wate mala kilîdan de tê asêgirin.
- Dirêjahiya cihê kilîdan bîst sante ye û sê sante û nîv pane û cihê ragirtina kilîdan e.
Têl, têlgîr û xirek
- Têlên vê amûrê deh heta sêzdeh lib in û ji rêzînê ne. Ji têlên amûrên tembûr, sentûr û dîwanê stûtir in.
- Amûra ûd du cure xireke (pird) heye. Parçe dar yan rêzîneke deh santeyî ku ji aliyê xwarê kasikê ve tê danîn û cihê danîna têlan aliyê serê hatiye diyarîkirin û têlgîr û pird her yek in. Yek ji wan jî li dawiya destika amûrê ji aliyê serê ve ye.
Xirek û têlgîr li ser hev têne danîn û kunên piçûk dixine têlgîrê û têlên wê jê têne alandin.
Xireka serweyê amûrê
Xirek (pird)
- Kilîd
- Kilîd ji dara req tê çêkirin.
- Sereke têlê ji têlgîrê ve tê alandin û bi ser du lib xirek re diçe û digihîje cihê kilîdan û paşê serê din jî di kilîdan de tê badan.
- Her têlek kilîda xwe heye û sist û tundkirin û ragirtina têlan bi hevkariya kilîdê tê encamdan.
- Rîşe (mizrab)
- Ji şax an rêzînê tê çêkirin.
- Bi du tiliyên destê rast yan yê çepê (ji bo jeniyar bo destê çepê) tê girtin û bi lêxistina têlan dengê amûrê çê dibe.
[1]