Nasîna amûrên #muzîkê# – Beşa 11em
Hawra Hewraman
Amûra kemançe
_ Ev amûre bi navê kemançe tê naskirin.
_ ji malbata amûrên têlî ye ku bi hevkariya kevanê tê jenîn.
_ ji darên gûz, tût û hevris û hwdê tê çêkirin.
_ Kemançe bi giştî bi sê şêwe û qebareyan tê çêkirin.
_ Li herêmên bakurê Zagrosê û Toros wate ew navçeyên ku bi zaraveyê Kurmanciya jorîn diaxivin, kasika kemançeyê li wir pan û teng e.
_ Kasika xir û top bi giştî di îro de li hemû Kurdistanê sûd jê tê wergirtin. Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û di nav Kurdên Soranî de adetî ye.
_ Kasika piçûk û pişt vala ku bi navê kemançeya Lorî tê naskirin. Kurdên Lor û Lek û zêdetirîn sûdê jê werdigirin.
_ Ev amûre ji van beşan hatiye çêkirin:
_ Kase (sindoqa deng), pîst, destik, ser destik (cihê kilîd yan mala kilîdan), têl, têlgîr, xirek (koleke), kilîd, paye û kevan.
_ Kasik (sindoq deng)
_ Kasika amûra kemançe bi sê şêwazan tê çêkirin ku her yek ji wan sê şêwazane bi xwe mezinî û piçûkî hene.
_ Kemançeya kasikteng û kemançeya piştvala beravajiyê kemançeya kasikxir, yek parçe ne. Lê kemançeya kasikxir her wekî kasika amûra Ûdê ji 12 bo 14 parçe darên piçûk ku stûriya kasikê piştî saf û qahîmkirinê sê bo sê û nîv mîlemetre tê çêkirin.
_ Pîst (çerm)
_ Ji pîstê ajelên hûr (berxik û karikan) tê çêkirin. Pîstê kemançeya Kurmancî stûrtir e.
_ Bi mebesta dengdana amûrê, pîst bi ser rûyê kasikê re tê peçandin.
_ Dema ku têl têne kokkirin û tund dibin, giraniyek zêde dikeve ser rûyê pîstê, lewma nabe bi radeyek tund bixine ser rûyê wê ku pîstê bidirîne yan şil be û bixişike.
_ Destik, ser destik (cihê kilîd yan mala kilîdan)
_ Dirêjahiya destikê 29 bo 32 sante ye. Sereke destika amûrê diçe nav geviya kasikê û sereke din jî cihê kilîdan wate mala kilîdan e.
_ Mîleya kan yan hesin ji xwarê destika amûrê ve bi nav kasikê re diçe û di bin kasikê de tê derê. Têlgîr û paye li ser vê mîlê têne girêdan.
_ Têl, têlgîr
_ Têlên vê amûrê di kemançeya Kurmancî de sê têl in û di wan du cureyên dinê de çar têl in.
_ Têlgîra kemançeyê bi vî awayî ye ku di wêneyan de hatine nîşandan.
_ Xirek (pird)
_ Du cure xirek hene. Ji dar an şaxeyê ne. Şûna danîna têlan li jorê hatine diyarîkirin. Yek ji wan jî di dawiya destika amûrê de ji aliyê serwe ye.
_ Kilîd
_ Kilîd ji darên qahîm û req tê çêkirin. (Piranî darên gûzê ne)
_ Serekî têlê dora têlgîrê tê alandin û bi ser du dane xirek re diçe û digihîje cihê kilîdan û paşê serê dinê jî di kilîdan de lûl dibe.
_ Her têlekê kilîda xwe heye û sist û tundî û ragirtina têlan bi hevkariya kilîdan tê encamdan.
Paye:
Mîleyeke hesinî ye ku serê wê diçe nav têlgîrê û serek dinê jî diçe nav payeyê. Li ser erdê yan li ser ranê jeniyar tê danîn.
Kevan:
_ Bi jenîna kevanê li ser têlên kemançeyê, deng di amûrê de çê dibe.
_ Kevan (arşe) ji van beşan pêk hatiye:
Pajine:
Aliyê xwarê kevanê, jeniyar bi destê xwe bi vî rengî kevaneyê radigire.
Mû:
Ji mûyên hesp tê çêkirin.
Bend yan qawûşa çerm:
Sist û tundiya kevanê bi hevkariya vê qawûşa çermî tê encamdan.
Nuk:
Ji aliyê serweyê kevanê ye ku mû û dara kevanê bi hev re hatine çespandin.
[1]