#Fanon# , vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye
Rizgar Gewranî
Heyam û dewran guherî, lê rengê me her reş û qemer ma. Dîrokê rê li ber me xweş nekir da ku em bibin xwediyê malê, di mal û hewşa xwe de em bûn qerwaş û kole.
Frantz Fanon 1925ê li girava bi navê Martinika di bin mêtingeriya Fransayê de ye hatiye dinê. Ewilî hay û baya rebenê xwedê ji van dek û dolabên bi salan e li ser pişta wan bûye wek bar û qamçî nîne û bi ser de pişta xwe bi dijminê xwe girê dide. Heta dihere şerê duyem yê cîhanê, bêbextî û rastiya jiyanê şîmaqeke zexm bi canê wî ve dide û wî tîne ser hişê wî. Dibîne bê ka mêtingerî çi ye û çi tîne serê hejaran. Di gelek war û qadan de perwerdehî dibîne û zanîna van qadan hiştiye ku bi hûrbînî daqûlî ser nexweşiya mêtingeriyê bibe. Di emrekî kurt de bi nivîs, pirtûk û çalakiyên xwe gelek rastî li nav rû û çavê me dane. Pirtûkên wî yên herî navdar Çermên Reş Maskeyên Spî û Cihêliyên Cîhanê ne. Pirtûka xwe ya dawî di pêvajoya nexweşiya xwe de nivîsiye û di 1961ê de miriye.
Van salên dawiyê xwendin û nîqaşên ser rewşa bindestan gelek zêde bûne. Dîsa jî herçiqas nêzîkatî û hevparî di nav van rewşan de hebe jî, mêtingeriya ku Fanon bi taybetî di pirtûka xwe ya Cihêliyên Cîhanê de her behs dike, di xalekê de ji rewşa kurdan cihê dibe. Welatekî wan kesan heye û welatekî dîtir û qewîtir bi darê zorê welatê wan ji destê wan girtiye, xwediyê rastîn di welatê xwe de bûye dîl û koleyê wan kesan. Lê dinya alem wî welatî bi heman navî bi nav dike û bi awayekî normal tînin ziman ku ew welat, welatekî mêtinkirî ye. Bereksê vê rewşa me kurdan, mîna İsmail Beşikçi jî gelek caran tîne ziman, hê di bin destê van welatên mêtinger de ye. Çiku sînor û tixûbê welatê me ne diyar e û kes welatê me hema bi awayê welatekî mêtingeriyê be jî bi nav nake. Ji ber ku ne di fermiyetê de ne jî di nexşeyan de peyda dibe, û mîna me gotî hema mîna mêtingeriyê be jî derbas nabe, rewşa me cudatir e.
Ji bo têgihiştineke baş û zelalbûna tişta ez qal dikim, mînakeke naskirî bidim. Cezayîra ku Fanon her behsê dike, mêtingeriyeke Fransayê bû heta wextekê. Herkesî ew welat dizanî û di nexşeyan de jî bi heman navî û tixûbî derbas dibû. De ka vêca Kurdistana me ne di nexşeyên fermî de derbas dibe û ne jî dema yek bêje Kurdistan, mêtingehek nayê hişê wan. Gefxwarina mêtingeran li xelqê mêtingehê ku em dev ji we berdin, hûn ê vegerin wextên dêrîn û paşdemayî! û xelq tevî vê yekê çûyîna wan qebûl dikin, ji bo me Kurdan ne derbasdar e. Çiku em wek mêtingehekê nayên nasîn û dewleteke serdest dê neyê vê gefê li me nexwe.
Fanon di pirtûka xwe de ji mînaka Cezayîrê, hal û mercê mêtingeriyê û çareseriya vê binpêkirinê re gelek derman nivîsîne. Bi ser gundiyan de hûr dibe û wan gelekî diparêze. Xelqê gundî pişta xwe bi bajariyan girê nade. Kesê mîna ewropîyan cil û bergan li xwe dike, bi zimanê wan xeber dide, carinan bajariyên li heman deverê dijîn, wek newêrekekî ku ji mîrateya netewî re îxanet kiriye dibîne. Bajarî, ew xayîn û xwefiroş in ku bi dagirker re li hev dikin û di nav şertûmercên pergala mêtingeriyê de bo ser bikevin, tiştê ji dest tê dikin. Ji ber hindê ye ji devê gundiyan em gelek caran bêexlaqiya bajariyan dibihîzin. Tişta em rûbirû mane, dijberiya gerdîşiya bajar û gundan nîne.
Hemûyan dike yek awayî. Heke hemû gundî welatparêz û dijkolonyal bin, ev cerdevan û sîxur ji ku peyda bûn? Û dîsa ev bawerî jî mixabin him bi fikrê wî re li hev nake û him jî bo welatê me bi temamî li hev nake. Ya ewil em hevnegirtina fikrê wî bigirin dest. Di pirtûka xwe ya Çermê Reş Maskeyê Spî de qala wan rewş û tevgerên reşikan dike ku mirovên spî mezin dibînin ango bindestên ku serdestên xwe mezin dibînin. Yanê gundiyên reşik ango gundiyên bindest li vir serhildêr in û qet ji spiyan ango serdestan hez nakin, bi qasê serê derziyê jî tehmûla wan nîne. Heta zarokên xwe hê di pêçekê de bi lorik û şerê li dijî mêtingeran mezin dikin. Zarok ku piçek mezin dibin, vêca nav û nûçik û destanên hemû şoreşgeran ji ber dikin. Lê ka di pirtûka din de me spî ango serdestên xwe di çav xwe de mezin dikirin, me ew wek Xweda ew didîtin û çi bû ku em di vê pirtûkê de bi carekê ji wan nefret dikin?
Em werin ser xala duyem ku ev fikrên ji bo me bi temamî ne derbasdar e:
Li ku şer gur bûye, li wir berxwedan û hîsên neteweyî bêhtir ava bûye. Helbet li gorî vêya, êş û azar jî bêhtir bûye. Ev jî li gorî erdnîgariyê belav bûye. Cihê şervan lê star bûye, her cihên çiya û asê ne. Li van gundan bêhtir şoreşger derketine û bêhtir xwedîtî li hebûna xwe kirine. Yanî gundiyên van cihan mîna gundiyên Fanon in, lê gundiyên deştan ewqas çalak nebûne. Ez mînakê ji malbata xwe bidim. Gundê me li Deşta Gewra ye û Deşta Gewra gelek apolîtîk e. Malbata me jî di nav de, haya wan ji kesayetî û kurdeyatiya wan nîne. Tevî lêdan û zilma dewletê jî, li gor wan ev bûyer ji ber dijmintiya gundiyan li hember hev e û sûc nakin stûyê dewletê. Lê diya min jî ji gundekî gelek bilind û asê ye. Li gundê wan gelek şer qewimîne, ji wan gelek kes bûne şervan û diya min bi mal û keda xwe gelek alîkarî jî bi wan re kiriye di wextê xwe de. Niha zanîn û feraseteke diya min heye lê aliyê bavê min ji van tiştan dûr e, û ji bo wan jî ne bi qîmet e.
Heyam û dewran guherî, lê rengê me her reş û qemer ma. Dîrokê rê li ber me xweş nekir da ku em bibin xwediyê malê, di mal û hewşa xwe de em bûn qerwaş û kole. Me xwe li çîrokên kesên xwediyê heman çîrokê da ka bê wan çi kişandin û çi dîtin. Gelo xelasî û felat di çi de ye û çawa ye? Lê va ye kifş e êdî wan çîrok û fikran kiras û kefen veneçirandibin jî, ew kiras êdî teng û bêteşe tê ji me re, li me nayê. Loma ye divê em rabin li vê nexweşiya xwe kirasekî nipînû bipîvin, jêkin û bidirûn. Lê pirsgirêka me jî jixwe ev e: Dê kîjan şêr lawê şêran, şêr qîza şêran rabe û vî kirasê têkûz li me bike?[1]