Rewşenbîr(î)
Ozden Demir
Rewşenbîrî çi ye?
#Rewşenbîr# î têgehek e ku bi awayê xwe yê nûjen heya Serdema Ronakbûnê (Age of Enlightenment) diçe. Bêguman beriya vê serdemê jî kesin hene ku bi karê rewşenbîriyê re mijûl in lê têgeheke wisa bi xwe di Serdema Ronakbûnê de derketiye holê. Ev têgeh ewilî ku derket, wek têgeheke pîroz dihat dîtin, lewra wate û peywira ku lê dihat barkirin wate û peywireke raser bû. Dihat gotin ku ew şexsên bi vî karî re karîger in dê asta zanîn û çanda însaniyetê/civakê bilind bikin û bi pêş bixin. D i serî de mebesteke wiha pîroz hebû, dûre her kesî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar anî û kesinan jî ji bo berjewendiyên neteweyî yan dîn-mezhebî bi kar anî.
Bo vê têgehê, herwisa bi kurmancî peyvên wek ronakbîr, minewer û entelektuel jî tên bikaranîn. Minewer peyveke erebî ye û entelektuel jî peyveke latînî ye ku îro roj di gelek zimanan de tên bikaranîn.
Rewşenbîr kî ye?
Rewşenbîr ew kes e ku bi bîra xwe ya rewşen/ronak civakê ronî dike. Fikr û zanyariyan diafirîne û bi zanîna xwe rênîşanderiyê ji civakê re dike. Helbet berê ji civakê mebest hemû mirovahî bû, ango ne ku ew gel an ew etnîsîteya dînî, lê însan tevde girseya armanckirî bûn; lê belê piştî neteweperweriyê rewşenbîrên neteweyan hasil bûn, ango ew kes ku neteweyên xwe ronî dikin, bi zanîna xwe rêya wan neteweyan derdixin ronahiyê; bi fikr û zanyariyên xwe berjewendiyên gelê xwe diparêzin. Helbet her rewşenbîr wisa nake û mecbûr jî nîne berjewendiyên neteweyekê tenê derxe pêş, lê piştî neteweperweriyê rewş piranî wisa ye.
Meselen, mirov kesên wek fîlozof û alimên dînî dikare di vê kategoriyê de bihesibîne ku ji zemanên berê û heya roja me jî ev kes di nava civatan de derdikevin pêş. Lê bi şûn de, kesên wek zanyar, akademîsyen, hunermend, nivîskar, rojnameger û ew merivên ku di karên fikrî û zanyariyê de pispor in îro wek rewşenbîr tên hesibandin.
Rewşenbîriya kurdî çi ye?
Piştî netewe hasil bûn û neteweperwerî peyda bû, her neteweyekê ji nava xwe rewşenbîrên xwe derxistin. Roja îroj, em behsa rewşenbîrên fransiz, rewşenbîrên alman, rewşenbîrên japon hwd dikin; yanî bi navê neteweya wan gazî wan dikin. Bi derengî be jî îro mirov behsa neteweyeke bi navê kurd dike û neteweperwerên kurd jî hene û îro gelê kurd jî kariye rewşenbîrên xwe ji nava xwe derxe. Belam rewşa kurdan a sosyopolîtîk, a sosyokulturel, a sosyolînguîstîk û niza’m a sosyo-çi ji yên gelên dîtir gelekî cudatir e niha.
Berî her tiştî wek me berê jî behskirî -li nivîsa me ya bi navê Bidengkirina Bêdengiyê binihêrin- gelê kurd gelekî bindest û mêtingehkirî ye û Kurdistan di navbera sê milet û çar dewletan de bûye çar parçe. Em ê li gorî vê realîteyê berdewam bikin.
Em roja îroj nikarin wek rewşenbîriyeke hevgirtî li rewşenbîriya kurdî binihêrin. Rewşenbîriya her parçeyî li gorî statûya tê de mayî teşe girtiye. Rewşa Başûr û Rojava li gorî Bakur û Rojhilat hinekî rihettir û heta astekê pêşketîtir e.
Gava mirov li ser erkên rewşenbîriya kurdî bifikire, erkên rewşenbîriya hemû miletên din ji bo kurdan jî derbasdar in. Îcar em werin ser wan erkan ku divê rewşenbîrên kurd wan bi zêdehî bi cî bînin; ji ber vê zêdehiyê berpirsiyariya rewşenbîrên kurd ji berpirsiyariya rewşenbîrên miletên din bi deh caran zehftir e. Û divê neyê jibîrkirin ku li pişt rewşenbîrên kurd dewlet û sazî tune ne, rewşenbîrên kurd bi piranî bi tena serê xwe ne. Qet nebe li Bakur û Rojhilat bi vî awayî ye.
Rewşenbîrên kurd kî ne û peywira rewşenbîrên kurd çi ye?
Rewşenbîrên kurd ew kes in ku divê di serî de qada pisporiya xwe, peyre li gorî meraqa xwe hin qadên din bişopînin û berî her kesî xwe û piştre civaka kurd ji wan qadan agahdar bikin. Helbet beriya cîhanê divê haya wan ji civaka xwe hebe; dîroka gelê xwe, çanda gelê xwe, erdnîgariya Kurdistanê bizanin û ji xwe ziman nebe nabe. Kesê ku zimanê dayika xwe nizanibe nikare bibêje ez rewşenbîrê kurd im, dibe ku ruhê wî kurd be lê dîsa jî ew ne rewşenbîrê kurd e çiku kurdî-ziman nîne -fikra nivîsîna vê nivîsê ji nivîsa mamoste Zana Farqînî ya Botan Timesê ya bi navê “Rewşenbîriya kurdan a kurdîziman” çêbû-.
Rewşenbîrên kurd, divê bi kurdî bifikirin, fikr û zanyariyên xwe bi kurdî ava bikin û binivîsin, bi kurdî biaxivin û sohbet bikin û xîtabî xwînerên kurd bikin; wekî din bi zimanekî din dê xizmeta wî zimanê din bikin. Bêguman em barûdoxên kurdan ên îro dizanin û bo berjewendiyên giştî mirov dikare di vê pêvajoyê de ji bo hin mebestan zimanine din jî bi kar bîne, lê dîsa jî divê ev hilbijartina zimanî bi mebest û zaneyî be ne ku ji bêgaviya nezanîna kurdî.
Nexwe, ew kesên ku ji eslê xwe ne kurd in lê kurdî dizanin û civaka kurd dinasin û hez dikin bi xebatên xwe ji gelê me re tiştan pêk bînin, divê wek rewşenbîrên kurd bên hesibandin an na?
Ser seran ser çavan!
Ger armanca wan ne sîxurî yan tiştekî bi vî şiklî be û heke dê bi xebatên xwe xizmeta gelê kurd bikin bêguman divê bên hesibandin.[1]