“Bîmre Koledar”: Rojek ji rojên 1990î
Rêbîn Ozmen
Dema em di ber febrîqeyê re ji ber xerabûna rê bi hêdî hêdî diçûn, min bi tîpên sor yên mezin nivîsek dît û min yekser hewl da bixwînîm. “Bîmre #koledar# …”
Hinek tişt hene, wekî xeyaletekê ji pey mirov venabin. Carinan ev hinek gotin in, carinan dirûşmên li ser dîwaran in, carinan jî bêhnên tiştinan ji zaroktiya me ne. Di zaroktiyê de tiştên gelekî bi me balkêş hatî, serê me êşandî piştî bi salan jî be, te dît rojekê derketin pêşiya me û em birin wan rojan. Dirûşmek, nivîsek, bêhnek, tîpeke ne balkêş ku me di kitêbên dibistanê de nedîtî û em fêr nebûnê... Ev demek e yek ji wan xeyaletan bela xwe ji min jî venake û dirûşmeke wisa tîne bîra min ji salên 1990î..
Di sala 1990î de min dest bi dibistaneke leylî kir ku li Tirkiyê wekî YİBO tên nasîn. Li van dibistanên leylî ku bêtirê xwendekarên wan zarokên kurdan yên li gundan bûn, ji dibistanekê bêtir dişibiyan qişleyên leşkerî. Lêdana ji ber zimanê nav malê ku em ê gelekî paşê fêr bibûna ku ew zimanê me kurmancî yan kurdî ye. Zimanê tirkî ku heya wê rojê em qet rastî wî nehatibûn û me yek lefz jî jê nizanîbû. Lê dema hûn li dibistaneke leylî bin û her tişt ji bo fêrkirina we ya tirkî û çanda tirkî be, di nava çend mehan de hûn fêrî xwendinê dibin. Ez jî wekî hemû hevalên xwe yên di wan dezgehan re derbasbûyî, di nav çend mehan de kêm zêde fêrî xwendina tirkî bûm. Tiştên min dixwendin, zêde fêhm nekim jî, min bi ya mamosteyê xwe dikir û min çi nivîs bidaya min hewl dida ku bixwînim…
Wan deman em mehê carekê rojên înan diçûn malê û duşembê em dîsa vedigeriyan dibistanê. Her du mehên pêşî em rasterast çûne gund. Ji ber ku dibistan li ser rêya Midyadê bû, em li ber deriyê dibistanê li dolmîşê siwar dibûn û me dida ser rêya Midyadê heta duriyana gundê me, yanî Bazinê Taqa. Em li wir peya dibûn û êdî em peya diçûne gund. Meha sisêyan bû, êdî min hin bi hin dixwend. Rojeke înê em dîsa bi kelecan ji dibistanê derketin. Em li dolmîşê siwar bûn û dolmîşê pêşî em birin Nisêbinê. Ew cara ewil bû em di wê rêyê re diçûn.
Dema tu ji rêya Midyadê xwe rast berdidî nav Nisêbinê, di rex rê de wan deman bi navê Febrîqeya Zefê febrîqeya çirçirê ya pembû hebû. Ez jî di dolmîşê de li ber camê rûniştibûm. Dema em di ber febrîqeyê re ji ber xerabûna rê bi hêdî hêdî diçûn, min bi tîpên sor yên mezin nivîsek dît û min yekser hewl da bixwînîm. “Bîmre koledar…” Berdewama wê jî hebû lê ez bi xwendina xwe ya wê demê re pê re negiham. Min xwe ji bo rêya vegerê amade kir. Tişta min xwendî, min di hişê xwe de qeyd kir û min got di vegerê de ez ê beşa mayî bixwînim.
Di vegerê de mixabin em di rêyeke din re çûn û em di ber febrîqeyê re derbas nebûn. Piştî çend hefteyan em careke din li dolmîşê siwar bûn, karê ewil me onlikên (bervank) reş ji xwe kirin û dîsa dolmîşê da ser rêya Nisêbinê. Nivîs hate bîra min. Vê carê teqez min ê bixwenda. Em gihan ser rêya Îpekê, dolmîşê xwe li rê da û derbasî aliyê febrîqeyê bû. Çavê min zîq li dîwêr… Tîpa ewil xuya kir û min li xwe lezand. Vê care pê re giham tevî bixwînim. “Bîmre Koledar, Bîjî Kurdistan.” Gotin di nav serê min de derbas dibe lê tu wateyê nadimê. Ne tirkiya min têrê dike ne jî kurdiya min. Lê gotin her li ser zimanê min e. Di mejiyê min re diçe û tê.
Ez her xwe didime zorê ku fêhm bikim lê qet fêhm nakim. Di vegerê de jî careke din em di heman rêyê re vegeriyan û min careke din xwend. Dîsa bi heman awayî û bi heman bêwatebûnê. Ji bilî Kurdistanê ku ji min re nas dihat pê ve tu peyvên din ji min re nas nehatin. Dem hat bihurî û em jî di salên 1990î de ku wekî şapeyekê li gund û bajarên me rabûyî, zû mezin bûn. Zû bi ser wateyên ji qam û temenê xwe mezintir bûn. Dema ez gihame pola sêyemîn, êdî min fêhm kir ka wateya wê peyvê çi ye û gelekî kêfa min ji wê peyvê û wê febrîqeyê re hat. Lewra di hişê min de wisa bû ku qey xwediyê febrîqeyê ew nivîs li ser dîwarê xwe nivisîye. Tişta balkêş, di nav wê xireciran salên 1990î de kesî nedigot, em wê nivîsê jê bibin. Nizam ne hêzên dewletê nedidîtin an jî didîtin û newêrîbûn jê bibin.
Bi qasî tê bîra min ew nivîs heya sala 1994an jî li ser wî dîwarî, li hember ba, baran, berf û hêzên dewletê li ber xwe da.[1]