Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,198
Wêne
  124,176
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,067
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Straneke şoreşê ku nizane ew strana şoreşê ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya dîroka duh û îro ji bo nifşên siberojê arşîv dike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Straneke şoreşê ku nizane ew strana şoreşê ye
Straneke şoreşê ku nizane ew strana şoreşê ye
Straneke şoreşê ku nizane ew strana şoreşê ye
Rêbîn Ozmen

“Xeyda ji min xeyidiye rû sar û pir cemidiye.” Ev strana ku gotinên wê #Cegerxwîn# nivîsîye û ji hêla gelek hunermendan ve hatiye gotin, di nav xwendekaran de jî bi coş û kêf dihate gotin.
Salên 1990an li Bakurê welêt ji hemû dem û salên din cudatir bûn. Gelê ku li her derê dest bi serhildanan kirî, ligel komkujî û qetlîamên pêkhatî jî ranewestiya. Helbet van serhildanan bi bixwebaweriyeke mezin, bêtirsî û cehd û xebateke mezin jî bi xwe re anîn. Helbet stran, sirûd û dirûşmên ku bi salan dê bên qêrîn jî diyarî gelê me kirin. Divê were gotin ku ji malan heya bi dibistanan her derê para xwe ji vê tevgerê ku bi tevahî pêkhatî wergirtibû. Yê min jî, min tam di sala 1990î de dest bi dibistaneke leylî kiribû. Berî wê birayê min ê mezin jî û çend pismamên min jî li heman dibistanê dixwendin. Havîna ku berî dest bi dibistanê bikim, havînê pê de, deftereke bergê wê reş di destê birayê min de bû. Her hewl dida stranekê ji ber bike. Li ber kar û berxan, dema daneheva behîvan, di çûna nav rezan de, her heman stran dinehwirand.
Havîn derbas bû. Bavê min ez jî birim bajêr. Ji min re cil û pêlavên nû kirîn. Paşê em çûn cem sûretvanekî û li wê derê sûretê min girtin. Piştre jî cara ewil ez birim cem berberekî, porê min kurt kir. Ji wê derê jî me berê xwe da dibistana leylî. Piştî ewraq hatin teslîmkirin û navê min tomar bû, bavê min lêda derket çû. Ez ligel birayê xwe li dibistanê mam. Sê rojên ewil bi meraq keşifkirina cihekî nû xweş bûn. Lê rojên paşê, min hem bêrîya malê hem jî bêriya maliyan dikir. Her ez digriyam û min hewl dida ji mektebê birevim. Mehekê duyan wisa berdewam kir. Birayê min jî hew dizanî dê çawa bike.
Şevekê piştî dersa êvarî yek saetê ku jê re etûd dihate gotin, dîsa me hemû xwendekaran wekî her car berê xwe da cihê razanê. Piştî firçekirina diranan, şûştina goreyan û dest û rû û piyên xwe em vekişiyan ser ranzayê xwe. Lembe hatin vemirandin. Lê xewa min nayê. Hesreta malê daye ser min, giriyê min nikarim bigirim jî. Hîn wisa li ber xwe û xewê didim, min nêrî keftûleftekê dest pê kir. Ez jî rabûm. Birayê min û hevalên wî yên di pola wî û yên di ser pola wî re her yek ji wan di destê wan de defterek, bi kêf û kelecan dimeşin. Min jî da pey wan. Di derenceyan de min birayê xwe zeft kir. Wî kir û nekir ez jê veneqetiyam. Debar nekir, ji mecbûrî ez jî bi xwe re birim qata serê ya cihê razanê. Li wê derê, hema bêje hemû xwendekarên dibistana navendî û yên di pola 4 û 5an de dixwendin amade bûn. Kesên ku di dibistana navendî de dixwendin û temenê wan jî têra xwe mezin bûn, hin axaftinên bi kurmancî kirin ku min qet ji wan fêhm nedikir. Piştre, dor hat ser stranê. Her kesekî deftera xwe derxist, yên ji ber dizanîn, ji ber stran dixwendin. Yên nizanîbûn jî, li deftera xwe dinêrin û wisa dixwendin. Di navberê de, hinekan ji ber defterên hevalên xwe, stranine din li deftera xwe dinivîsîn û repertuara xwe berfireh dikirin.
Ha wisa dor heta birayê min ê mezin. Wî dest bi strana xwe kir. Strana ku havînekê pê de lê dixebitî ku ji ber bike. Wî strana xwe got û xwendekarên din lê vedigerandin. “Xeyda ji min xeyidiye rû sar û pir cemidiye.” Ev strana ku gotinên wê Cegerxwîn nivîsîye û ji hêla gelek hunermendan ve hatiye gotin, di nav xwendekaran de jî bi coş û kêf dihate gotin. Piştî stranan şeva me bi çend axaftinên kurt ku dîsa min zêde tiştek ji wan fêhm nekir, bi dawî hat û em vekişiyan ser ranzayê xwe. Roja din êdî ez jî mezin bûbûm. Lewra êdî min jî bi raza xwendekarên ji xwe mezintir dizanîbû û ez jî beşdarî şeva wan bûbûm. Lewra mafê min jî çêbûbû ku ez li deftera wan ya stranan binêrim.
Piştî nîvroyê dema dersên me qediyan, li hewşa dibistanê ez, birayê min û çend hevalên wî li dereke xef kom bûn, herkesî bi zêdebûna stranên kurdî yên di deftera xwe de pesnê xwe dida û hewl dida deftera xwe nîşanî min bide ku min hîn nedizanî bixwînim.
Helbet, salên 1990an ligel tiştên min li jorê gotî tirs û xof, mirin û lêdan û wendabûn jî bi xwe re anîn. Ev şevên me xwendekaran ku çûbûn guhê gerînendeyê dibistanê û mamosteyan, ku di heman demê de li cihê razana xwendekarên jin jî dihatin lidarxistin, rastî êrîşa gerînende û mamosteyan hatin. Gerînende û mamosteyan ewilê bi ser cihê razanê yê xwendekarên jin de girt û lêdaneke xerab li wan kir. Piştre bi çend rojan jî tîmên leşkerî yên taybet ligel çekên xwe yên giran li dibistanê bi cih bûn û dawî li şevên me yên bi stranê evîndarî û şoreşgerî hat.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 718 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/- 13-05-2024
Gotarên Girêdayî: 8
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-09-2023 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 10-05-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-05-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-05-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 718 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.110 KB 13-05-2024 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!