=KTML_Bold=Danasînek li ser Gundê Zixur=KTML_End=
Gundê zixir nêzî 35 km rojhilatî #kobanî# dikeve. Derdora 25 mal li wî gundî heye. Ji bilî eşîra şêheyîderan tu eşîrên din li wir jiyan nakin, piraniya wan li dewletên derve dijîn.Gundên derdorê, ji hêla rojhilat gundê cirne û ji hêla rojava gundê qiçik, ji hêla bakur gundê solanê û ji hêla başûr gundê şêxwelî ye.Navê wê: ji ber ku zaxûrên wê pirin ji hêla bakur başû rjhilat rojava şax şaxîne jê re dibêjin zixur tê wateya zaxûr.Li gundê zixur çandinî weke: Nîsk, kemûn, dar, colik… û yê herî zêde lê tê çandin ceh û genim.Di gundê zixur de kaşek heye bilindahiya wê nêzî 25 m ye li ser wî kaşî ziyaretek heye jêra dibêjin xanim, li gor tê zanîn ku carnan roja çarşemê agur jê derdikeve ji ber ku kesekî paquj bûye û bi zilmê hatiye kuştin ji ber vê yekê bû ziyaret û dîoka xwe pir kevnar e.
Çandiniya daran ji nîvê salên şêstî yên sedsala borî ve heye, bi taybetî dara biharê û ji ber sedemên avhewayê ew dar zuha bûne
Piraniya xelkê bi sedema hebûna mêrgên xwezayî bi xwedîkirina sewalan bi taybetî (pez) ve girêdayî ne, lewra em ji bo her malbatekê keriyek sewalan dibînin û xwedîkirina sewalan piştî çandiniyê duyemîn dahatê tê hesibandin.
Hingê ev gund wekî gundên din debara xwe bi di ware çandiniyê dikin û li ser dijîn. ji vê yekê zêdetir palpişta wan bi xwedîkirina sewalên mîna pez, çêlek û mirîşkan ku ji wan re dibe cihê dahatê.
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
Lêpirsîna ji kesên temen mezin ên mîna Xeloyê koço re
[1]