Nav Paşnav: Apo Aşkan
Nasnav: Rustem Cûdî
Cihê jidayikbûnê: #Colemêrg#
Dayik-Bav: Caziye Recep
Dem û cihê şehadetê: #07-10-2021# / Xakurkê
Hevrêyê me Rustem li Colemêrgê ku bi hezaran ewladên xwe da têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi çanda Kurdîtiyê ya xurt a ji malbata xwe mezin bû, weke ciwanekî Kurd ê dilsozê cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me li nava malbateke koçer mezin bû, zû tevlî nava têkoşîna jiyanê bû û alîkarî bi malbata xwe re kir. Ji ber ku herêma lê bû timî dibû hedefa êrişên dijmin, rastiya dijmin di zarokatiyê de fêm kir. Nexwest biçe dibistanên dijmin ku navenda asîmîlasyona sîstemê ye, tenê çend rojan çû dibistanê, dest ji dibistanê berda û kete nava nakokiyan. Zilma dewleta Tirk a dagirker a li gelê me qet ji bîr nekir û hêrsa xwe her roj hîn mezin kir. Hevrêyê me ku li pêşberî têkoşîna me ya azadiyê heyran bû, di sala 2014'an de biryar da kut evlî nava refên gerîla bibe.
Li hemberî êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê, bi tevlîbûna li nava refên grîla bersiv da û perwerdeya şervanên nû di sala 2014'an de li herêma Heftanînê wergirt. Bi saya daxwaza xwe ya hînbûnê û heyraniya xwe ya li jiyana gerîla di demeke kurt de bi pêş ket. Bi bandora ji jiyana gerîla û têkiliyên hevrêtiyê yên li nava PKK'ê armancên mezin danî pêşiya xwe. Piştî perwerdena şervanên nû derbasî qada Bektorya ya Heftanînê bû û pratîka xwe ya destpêkê bi cih anî. Tevlîbûna wî ya bi moral û serweriya li qadê ji wî re bû bingeha pêşketinê. Firsenda bicihanîna perwerdeya leşkerî baş bi kar anî û bû milîtanek ku ji her wezîfeyê re amade bû. Li hemberî êrişên xwînxwarî yên dewleta Tirk ên sala 2015'an ên li Bakurê Kurdistanê li dijî Berxwedana Xwerêveberiyê hevrêyê me kete nava lêgerînê, ji bo perwerdeya branşa leşkerî pêşniyar kir. Hevrêyê me zanîbû ku li dijî dagirkeran tenê bi rêbaza fedaî û taktîkên gerîla yên profesyonelî dikare bibe bersiv û bi vî rengî tevlî perwerdeyê bû. Di sala 2015'an de li Akademiya Şehîd Mahîr tevlî perwerdeya branşa çekên giran bû û kete nava kûrbûneke xurt. Hevrêyê me Rustem ku xwedî hêrs û lêgerîna lêdana derba mezin a li dijmin bû, di perwedeyê de parêznameyên Reberê me û perspektîfên gerîlatiYe xwend û di kesayetiya xwe de rêbaza fedaîtiyê afirand. Di raporeke xwe de li ser armanca xwe got, 'Di serî de mijarên rêxistinî û kadrobûnê dixwazim xwe kûr bikim û derfetên ku rêxistin pêşkêşî me dike baş bi kar bînim'. Piştî perwerdeyê demekê li herêma Parê karên partiyê kir. Bi saya dîsîplîn kedkariya xwe ya di kar de wezîfe bi rengekî hêja bi cih anî. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li deverên cuda ma, herî dawî li herêma Xakurkê tevlî karên partiyê bû. Li hemberî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên sala 2021'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevlî berxwedana destanî ya gerîla bû ku bi rengekî fedaî li ber xwe didan û beşdarî amadekarî û pratîka gelek çalakiyan bû. Xeta fermandarên me yên mezin Egîd û Zîlan ji xwe re kir esas û tevlî her karî bû. Ji bo tola hevrêyên me yên şehîd hilîne kete nava lêgerînan. Di demeke kurt de bû milîtanekî fedaî û heta nefesa xwe ya dawî ji bo serketina partiya me PKK têkoşiya, hemû wezîfeyên zehmet bêteredût bi cih anî.
Hevrêyê me Rustem Cûdî di 7'ê Kanûan 2021'ê de li Xakurkê di êrişa dijmin de şehîd bû û mîrateyeke tijî ya têkoşînê li pey xwe hişt. Li gorî ruhê demê tevgeriya, bi rêbaza fedaîtî şer kir û em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna ji me re hiştiye em ê bi rengê hêjayî hemû şehîdan, bi cih bînin. li pêşberî bîranîna şehîdên xwe em bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.
[1]