Nav: Cemal
Nasnav: Cemal Nebez
Navê Bav: Nebez
Dîroka jidayîkbûnê: #01-12-1933#
Dîroka koçkirinê: #08-12-2018#
Cihê jidayîkbûnê: Silêmaniy
Cihê koçkirinê: Berlîn
$Jîname:$
Di 1933an de li Silêmaniyê hatibû dinyayê. Ligel dewamkirina xwendingehên dewletî li Iraqê, wî derfet hebû li ser huqûq, felsefe û teolojiya îslamê jî bixebite li ber destên bavê xwe û alimên din ên welêt. Nebez fizîk û matematîk û pedagojî li Fakulteya Rahênana Mamosteyan a Zanîngeha Bexdayê. Materyalên fêrkariyê bi zimanê kurdî durist kirin. Ji 1955an heta 1961an, mamosteyê lîseyê yê dersên matematîk û fizîkê bû. Di salên ku li Kerkûkê mamostetî kirî de, bingehê yekem kitêbên fizîk û matematîkê bi zimanê kurdî danî. Di 1956an de wî elfabeyeke stensil a li ser cebîrê durist kir û di 1960an de pê çêbû yekem kitêba fizîkê bi kurdî biweşîne bi sernavê; ‘Destpêk bo Mekanîk û Taybetiyên Maddeyê’, ku tê de ferhengokeke dewlemend a têrman hebû li ser fizîk û matematîkê. Di 1956an de çû Sûriyê û Lubnanê ku li wê gelek rewşenbîr û nivîskarên kurd nas kirin. Wan behsa avakirina ‘Akademiya Zimanê Kurdî’ û pêwîstiya bikaranîna elfabeyeke latînî ya yekgirtî bo zimanê kurdî dikirin. Di hengava wê kurte gera xwe ya li Şamê de wî namilkeyek bi erebî nivîsand li ser ‘Tevgera Azadiya Kurdistanê û Amacên Wê’ ku wî îthafî Nasirê serokcumhurê Misrê yê berê û pêşengê ereb ê nasyonalîst kir. Bi zimanên kurdî û erebî li ser mijarên cihêreng ên fîlolojîk, kulturî û siyasî gelek nivîsiye.
Cemal Nebez yekemîn kurd e ku hem rejîma totalîter a Rûsyaya Sovyetê û satelaytên wê yên li rojhilatê Ewropayê û hem jî bi giştî marksîzm û komûnîzm bi awayekî eşkerayî rexne kirine û bi zanistî analîz kirine. Dr. Nebez gelek mijar li zanîngehên cihê yên Rojhilat û Ewrûpayê xwendine, wekî fizîk, matematîk, felsefe û pedagojî li Zanîngeha Bexdayê 1950-1955; erebî, ilmê îslamê, îranolojî, pedagojî li Zanîngeha Munich û Würzburgê 1963–1966; îranolojî, ilmê îslamê û pedagojiya berawurdî li Zanîngeha Hamburgê 1967–1970; zanistên siyasî, rojnamegerî û huqûq li Zanîngeha Azad a Berlinê 1970-1979.
Di 1965an de dema xwendekar bû li Munichê, ligel hevalên xwe yên partîzan Brûsk Îbrahîm û Letîf Elî, Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurd li Ewropayê ava kir. Di 1985an de wî û penaberên din ên ji Kurdistanê, akademîsyen, zanyar, rewşenbîr û hunermendan Akademiya Zanist û Huner a Kurdî li Stockholmê ava kirin. Nebez wekî wergêrekî profesyonel jî xebitiye li dadgehên Almanyayê û noteran, bi zimanên erebî, farisî, kurdî û almanî. Hêj dema li welêt bû hindek berhemên edebî ji Shakespeare û Gogol wergerandin bo kurdî. Profesorê rojhilatnas ê fransî Thomas Bois ew wekî ‘wergêrê bêqusûr’ helsengand.
Di salên 1970î û serê salên 1980î de Cemal li wan karan bûye: 1971-1972 dersdar, Free University of Berlin, Enstîtuya Fîlolojiya Îranî; 1972-1976 berpirsê zanistî di warê Rojhilatnasiyê de li Deutsche Forschungsgemeinschaft (Saziya Lêkolînê ya Almanî); 1978-1982 profesorê alîkar, Îrana îslamî, farisî û zimanên din ên Îranî, Free Universtiy of Berlin; û 1978–1983 sehkerê wergêr û mutercimên zimanê farisî li Berlinê û sehkerê wergêr û mutercimên zimanê kurdî li Munichê (Wezareta Perwerde, Zanist û Kulturê ya Bavaraianê).
Cemal Nebez endamê Deutsche Morgenländische Gesellschaft (Civata Oryantal a Almanî), Deutsche Vereinigung für Politische Wissenschaft (Komela Almanî ya Zanistên Siyasî), Akademiya Zanist û Huner a Kurdî li Stockholmê, Deutsche Gesellschaft für Sprachwissenschaft (Civata Zimannasiyê ya Almanyayê), Societas Îranologica of Europe, û Nichtraucherbund Berlinê ye (Yekîtiya Cigarenekêşan).
Cemal Nebez di roja 11ê çiriya paşîn a 2018an de li bajarê Berlînê ji ber nexweşiyeke giran li nexweşxaneyê hat razandin û piştî çend rojan ku ket nav komayê ji ber tengenefesiyê, roja 8ê kanûna pêşîn a 2018an koça dawî kir û xatirê xwe bi yekcarî ji jiyanê xwest û wesiyetnameyek li şûn xwe hîşt.
$Berhem$
Çîrokî Gerdaweke, wergerrandina The Tempest anku – Bahoz William Shakespeare li kurdî, Bexda, 1955.
Lalo Kerîm, roman, Hewlêr 1956, çapa duyem Stokholm, 1986.
Xwêndewarî be Zimanî Kurdî, Bexda, 1957, çapa duyem: Stockholm 1987.
Nûsînî Kurdî be Latînî, Çapxaneya Me’arif, Bexda 1957.
Wergêran Huner e, Silêmanî, Çapxaneya Jîn, 1958.
Palto, wergerrandina romana Nîkolay Gogol li kurdî, Bexda 1958.
Seretay Mîkanîk û Xomalekanî Made, Bexda 1960.
Kurdische Schriftsprache. Eine Chrestomathie moderner Texte, Hamburg, Buske Verlag, 1969.
Sprichwörter und Redensarten aus Kurdistan, NUKSE, 1970.
Der Kurdische Fürst Mir-i Kora (Rawandizi) im Spiegel der Morgenländischen und Abendländischen Quellen, Hamburg 1970.
Kurdische Märchen und Volkserzählungen, Bamberg 1972.
Zimanî Yekgirtûy Kurdî, Elmanya 1976; çapa duyem: Çapxaneya Seyidiyan, Mehabad 1979.
Hendêk le Kêşe Binretêkanî Qutabxaney Kurdî Sosyalîzm, Stockholm 1984; çapa duyem: Hewlêr 2001.
Govarî Komonistawey 'Yekêtîy Têkoşîn' (1944-1945) û Îdyolojîy Xurdeborjuway Marksistî Kurd, Stockholm 1988.
Rojanî Awareyîm le Swêsre, Silêmanî, 1999, Binkey Edebî û Ronakbîrî Gelawêj
[1]