Nav û Paşnav: Zeynep Yakût
Nasnav: Bêrîtan Şemsê
Cihê Jidayikbûnê: #Êlih#
Navê Dayik – Bav: Nîhan – Abdûlkerîm
Cih û Dîroka Şehadetê: #09-03-2024# / Zap
Hevrêya me Bêrîtan li Êlihê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Malbata wê di nava derdoreke welatparêz de bû ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de berdêl daye. Lewma hevrêya me Bêrîtan jî ji temenê zarokatiyê û vir ve têkoşîna me nas dike. Hevrêya me bi terbiye û çanda ku ji malbata xwe wergirtî, li gorî cewherê xwe mezin dibe. Bi saya alternatîfa jiyana azad a ku partiya me PKK’ê li Kurdistanê derxistî holê, azadiyê fêm dike. Hevrêya me bi taybetî nêzîkatiyên kevneşopî yên li hemberî jinê, dinirxîne. Nêzîkatiyên ku întîharan weke rêyeke rizgariyê dibînin, red dike û alternatîfa jiyana azad hembêz dike. Hevrêya me bawer kir ku jiyana azad jî encex bi felsefeya Rêber Apo pêkan e û di vî warî de dikeve nav lêgerînan. Ji xizmên wê yên nêz di nava têkoşîna me ya azadiyê de şehadet çêbûne û gelek kesên nêzî wê jî di nava têkoşînê de cih girtine. Vê yekê hêz û bawerî da hevrêya me Bêrîtan. Hevrêya me bi moralê ku ji vê rastiyê wergirtî, lêgerînên xwe hîn zêdetir kirin. Bi lêhêrbûnên xwe fêm kir ku têkoşîna herî rast ji dervey sîstemê wê pêkan bibe. Hevrêya me bawer kir ku ev jî li çiyayên Kurdistanê bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e. Hevrêya me sala 2014’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me perwerdeya xwe ya destpêkê li herêma Heftanînê dibîne. Bi perwerdeyên ku dîtî di demeke kurt de fêrî çiyayên Kurdistanê dibe. Hevrêya me fêm dikir ku bedewiya jiyana çiyê ji zehmetiyên wê tê. Hemû zehmetî derbas kirin û tecrubeyên girîng bi dest xist. Bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedekar di nava hemû xebatan de cih girt û piştgirî da hevrêyên xwe. Di heman demê de hevrêya me dizanî ku jiyana çiyê kûrahiyeke îdeolojîk a xurt dixwaze. Bi lêhêrbûnên xwe pîvanên milîtaniya jinê di kesayeta xwe temsîl kir. Weke gerîlayeke YJA Starê ya pispor perwerdeyên xwe qedand. Hevrêya me Bêrîtan ji bo ku heqê navê xwe bide, timî di nava hewldanan de bû. Hevrêya me heta sala 2018’an li gelek qadên Heftanînê xebat meşand. Di gelek çalakiyên li dijî êrîşên dijmin hatin lidarxistin de, cih girt. Her wiha di gelek çalakiyên ku têde derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker hatin xistin de, roleke girîng lîst. Hevrêya me Bêrîtan li qada Heftanînê xwediyê pratîkeke serketî bû. Bi taybetî ji bo ku di warê leşkerî de hîn zêdetir pêş bikeve û bi rengekî rast ji wezîfe û berpirsyariyên xwe yên demê re bibe bersiv, xwest perwerdeya pisporiyê bibîne. Li ser vî bingehî hevrêya me demekê perwerdeya pisporiyê ya leşkerî dît û di gelek taktîkên gerîla de bû pispor. Hevrêya me ji bo ku perwerdeya dîtî pratîk bike, derbasî herêma Avaşînê bû ku êrîşên dijmin bi dijwarî li ser dewam dikirin. Hevrêya me li vir demek kurt pratîk meşand, piştre derbasî herêma Metînayê bû û tevlî xebatan bû. Hevrêya me li Metînayê qasî 3 salan di gelek qadan de cih girt û tevlîbûna xwe ya bi istikrar û serketî li vir jî domand. Hevrêya me Bêrîtan bi hevrêtiya xwe ya xurt, kesayeta xwe ya xwezayî û taybetmendiyên xwe yên kedkar derket pêş. Li cem hemû hevrêyên xwe yên pê re xebat meşandî de, şopên kûr hişt. Hevrêya me li herêma Metînayê di gelek xebatên cude de girt û ji pêdiviyên Partiya me re bû bersiv. Weke gerîlayeke YJA Starê bi berpirsyariya mîsyona xwe ya dîrokî, bû xwedî tevlîbûneke serketî.
Hevrêya me ji bo ku xwe di warê îdeolojîk de hîn zêdetir kûr bike û hêmanên jina azad di kesayeta xwe de temsîl bike, li Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan tevlî perwerdeyê bû. Li vir bi hevrêyên xwe yên jin re ket nava pêvajoyeke lêhêrbûnê ya girîng. Bi perwerdeyên ku dîtî, ji bo weke gerîlayeke PAJK’ê bibe xwediyê kesayet, sekin û pratîkeke li gorî mîsyona xwe ya pêşengiya şoreşê, kedeke girîng da. Hevrêya me Bêrîtan fêm dikir ku weke jinekê çiqasî xwe azad bike, wê li derdora xwe jî qadên azad biafirîne. Ji bo vê yekê li dijî hemû astengiyên li pêşiya xwe têkoşîn meşand. Hevrêya me piştî ku perwerdeya xwe qedand xwest tevlî pratîka şer bibe. Derbasî herêma Şehîd Delîl Zagros bû û tevlî berxwedana li vir bû ku bi taybetî dijmin bi dijwarî êrîş dibe ser wê herêmê.[1]