Nav paşnav: Çîmen Yildiz
Nasnav: Delal Zanyar
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Zînet-Şakîr
Dem û cihê şehadetê: #23-03-2024# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Hevrêya me Delal li Amedê ku bi hezaran fedaî tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û çanda berxwedanê lê timî zindî ye, ji dayik bû. Ji ber ku derdora wê welatparêz bû, tevgera azadiyê zû nas kir. Dilsoziya malbata wê ya bi nirxên Kurdistanî û welatparêziya wan bû sedem ku hîn di zarokatiyê de berê xwe bide lêgerînan. Di temenê dibistanê de ev lêgerînên xwe kûr kir û sempatiya wê ya ji bo partiya me PKK zêde bû. Di vê demê de rastiya dijmin hîn bêhtir fêhm kir û tevlî nava karên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Dema ku li zanîngehê dixwend, hîn bi çalak tevî karên ciwanan bû û xwest têkoşîna xwe hîn mezin bike. Di vê demê de bi xwendin û kûrbûna xwe karakterê qirker ê delweta Tirk hîn baştir fêhm kir û xwest bi berpirsyariyên hîn mezin rabe. Hevrêya me her tim li jiyana sexte ya ku sîstemê pêşkêşî jinê dikir dipirsiya, jiyana modernîteya kapîtalîst red dikir û kete nava lêgerîna li jiyana şoreşgerî. Bi taybetî xwest bersivê bide wê zilmê ku di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de hate kirin. Berxwedana Sûrê ya bi pêşengiya fermandar Çiyager Hêvî pêk hat û hevrê Şehîd Têkoşîn a ku li gel du zarokên xwe ji bo jiyana zarokên Kurd a li welatekî azad ji Mersînê derbasî Cizîra Botan bû, tevlî berxwedanê bû û bi lehengî şehîd ket, gelekî bandor lê kir. Hevrêya me Delal tevî ku zewicî bû û dayika zarokekê bû, xwest tevlî nava jiyana şoreşgerî bibe. Hevrêya me Delal baweriya xwe bi wê yekê anî ku dayikbûna wê li pêşiya tevlîbûna wê ya li nava şoreşê ne asteng e û li dijî siyaseta înkar û qirkirinê ya ku li gelê me tê ferzkirin bêdeng nema, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Delal ku xwe gihand çiyayên azad ên Kurdistanê, bi dilsoziyeke mezin bi çiyê ve hate girêdan ku weke cihê pêkanîna xewn û xeyalên xwe didît. Li herêma Qendîlê di perwedeya şervanên nû de ji têkiliyên hevrêtiyê yên nava PKK'ê û pêşengiya hevrêyên jin a li nava jiyanê gelekî bi bandor bû. Bi perwedeya îdeolojîk û leşkerî xwe jinûve afirand, bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza. Lêpirsîn û kûrbûnên wê yên mezin di jiyana şoreşgerî de ji bo wê her tim bû ronahî ku rê nîşan da. Tiştên ku di perewedeyê de hîn bû ji bo bixe meriyetê her tim xwe ji qadên herî zehmet re amade kir, bi vî rengî timî pêşniyar kir. Ji bo hêjayî keda Rêber Apo bibe ya ku ji bo afirandina jin a azad ked û têkoşîneke mezin da, hevrêya me her kêliya xwe bi şoreşê derbas kir, rastiya jinê ya li nava sîstema kapîtalîst hîn baş fêhm kir û têgihişt. Hevrêya me Delal xwest ji her alî ve xwe bi pêş ve bibe, li her cihê ku lê ma û di her kêliyê de bilindahiya PKK'ê û mijarên jin a azad nîqaş kir. Hevrêya me li hemberî pêvajoya şerê giran bêdeng nema û weke gerîlayeke YJA Starê xwest erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne. Hevrêya me anî ziman ku ev yek jî tenê bi çûyîna herêmên şerê giran dibe, ji bo karibe xwe ji aliyê leşkerî ve hîn bêhtir şareza bike tevlî perwerdeyên leşkerî bû. Di demekê de ku weke tevger em di pêvajoya şerekî giran de ne, li Akademiya Şehîd Mahîr perwerdeya xwe bi serketî qedand. Bi daxwaza xwe ya li ser pisporî û dîsîplîna leşkerî ya li perwerdeyê bû mînak ji hevrêyên xwe re. Ji ber şarezabûna xwe ya di perwerdeya leşkerî de bi rola perwerdekirina hevrêyên xwe rabû.
Hevrêya me piştî ku ev wezîfe bi serketî bi cih anî derbasî herêma Heftanînê bû û tevlî berxwedana li wê derê bû. Li Heftanînê beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin, hêrsa di dilê xwe de ya li dijî dijmin veguheran çalakiyê û bi vî rengî kêfxweş bû. Hevrêya me tecrûbeya xwe ya li qada şer bi jiyanê re kir yek û wezîfeya xwe ya şoreşgerî bi cih anî. Bi vê taybetmendiya xwe li nava hevrêyên xwe bû mîlitaneke hezkirî û cihê hurmetê. Hevrêya me Delal xwest xwe li ser xeta azadiya jinê bi pêş ve bibe, li ser tespît û nirxandinên Reber Apo yên têkildarî azadiya jinê xwe kûr kir.[1]