Rola kovara (Ronahî) di pêşketina çand û #çapemeniya Kurdî# de (1942-1945) Xelek: 3
Dr.phil. Ebdilmecît Şêxo
Gotar di (Ronahî) ,hejmarên (15,16.17) ê de
1-(Dawiya sefer û Împeratoriyeyê),xwediyê kovara Ronahiyê.2-(500000 Firansiz)nivîskar ne diyar e.3-(Veger bi baskekî şewitî),Silêmanê Ferho.
4-(Cindiyê Japanî),Dilawer Çarpîne.5-(Reşbelek ji xwendevanê me ê bercot ),Erefat.6-(Amediyê û sûlav ) S.Reşîd Amedî .7-(Mînerv ) Roja .
8-(Qewetên keleha Ewropayê),Hesenê Mistê .(Hejmar 15).
Lê di hejmara (16) an de hinek ji wan ev in:1- (yên ko dizanin)2- (Qanon û adetên zewacê),Qedrî Ferman .3 -(Beraz û Berazî),Osman Sebrî.4 -(Dîroka jîna Napoliyon),Osman Sebrî.5 -Cejna Kurdan ji taca Îngilêstanê re (Hesen Şiyar).6-Bi qeflêre li ser riya Mûrmanskê ,( Xelîlê Kenco ),7-(leklêrk û Firansa şervanî ),Ronahî .8-(Girtiyê keleha Ewropayê ),nivîskar ne diyar e.
Di hejmara 17 an de 1-(Yohenes Gutênbêrg (1400-1468),Herekol Ezîzan.2-(Nêçîr, nêçîra Hirçan ,nêçîra keftaran ,nêçîra koviyan , nêçîra roviyan , nêçîra kêveroşkan , nêçîra masiyan , nêçîra kewan ) Osman Sebrî .3-(Eşîra Zirikan )Hesen Hişyar.4-(Şêxê Berazan çawa firandin ?) nivîskar ne diyar e.
5-(Girava jinan û girava mêran )Evdilezîz Metwar.6-(Dîroka jîna Napliyon),Osman Sebrî. 7-(Bi ser kelehê de girtin û pê li pira wê kirinê) Ronahî .8-(Rê ji ber winda ),M.Beşîr Hesenî .
Emê li jêr li hin mijarên jor vegerin û bi kurtasî hewil bidin; kanî kê çi nivisiye?
Em hemû dizanin şerê cîhanê yê duhem di navberên van salan (1939-1945) de bûye,gelek dewletên mezin di vî şerî de li ser du eniyên hevdij hevpar bûn1- Hêzên dewletên hevbend .2- Dewletên navbendî,lê ev şerê mezin bi hêrişa Almanan li ser Poloniya di sala 1939n de dest pê kirîye.
Lewra jî xwediyê (Ronahiyê) Celadet Bedirxan di gotara xwe ya bi navnîşana (Dawiya sefer û Împeratoriyê) de dinivîse:Şerê Ewropayê li (1) Îlona sala 1939 an de di zikê Ewropayê de dest pê kir û welê dixuye ko mezeferên vî şerî ên pêşîn li Efrîqayê di erdekî ji Ewropayê 50 kîlomêtrî dûr de,dê winda bikin û ji xwe winda kirin.
Li 8 Gulanê danezanên hevalbendan daye zanîn ko eskerên hevalbendan (Îngilîzî,Firansiz,Emêrîkanî ketine bajarên Tunisê û Pîzêrtê,Talyan û Elemanan ji ber baz dane;hin hêsîr bûne, ên mayîn kişiyane nîvgirava Bonê; bi vê zefera mezin sefera Efrîkayê ya ko ji sê salan de dom dike gihaştiyê dawiyê,peravên Efrîka Bakur û peravên behra spî yên nîvro;ji Swêsê heta bi Cebel Tariqê,tevde ketine destên Îngilîz û hevalbendan û Behra Spî bû golek ji xwînê. Celadet Bedirxan hîn pêvajoka şerê cîhanî bi hûrgilî şirove dike û xwendevanên kovara xwe bi zelalî agahdar dike .
Lê Dîlawerê Çarpîne di gotara (Cindiyê Japonî ) de dibêje: Li cem me li Kurdistanê cindiyê Botan heye û bi mirina xwe bi nav û deng e û jê re mirina Botanî dibêjin,lê emê îro qala cindîyekî din û mirina wî bikin, diyaneta japonan diyaneteke ecêb e,li nik japonan Mîkado yanê Împiratorê wan di yek wextê de xwedayê wan e jî,ji bona wî dijîn ,ji bona wî û bi emirê wî dimrin.Nivîskarê gotarê li ser zimanê kapîtanekî Emrîkî dinivîse: Japanî çiqas bikevin tengiyê jî ,teslîm nabin,gelek caran gava cih li wan pir teng dibe,destên xwe radikin yan destmaline spî li ba dikin,lê ji vê mexsedê dîsan ne teslîmbûn e, ew pê neyarên xwe dixapînin.
Dîlawer Çarpîne hîn li ser zimanê kepîtanê Emêrîkî berdewam dike û dinivîse: Di 27 Şibatê de deh japanî li me qelibîn, gava me çav bi wan kir,em li erdê pehn bûn, beriya wan, me dest bi agirkirinê kir, bi japoniyan re tifingine timatîk hebûn,japaniyan xwe dane ber daran û li me vegerandin û her bi vî awayî berpirsiyrê Emêrîkî pesnê leşkerên japaniyan dide.
Lê Qedrî Ferman dixwaze di gotara xwe( Qanon û adetên zewacê) de li nik hin miletên biyanî bide nasîn, ew weha dinivîse :
1-Li welatê Eskîmoyê de heke mêr li jina xwe xist,jinik dikare telaqê bixwaze,heke jinikê deng ne kir, diya jinikê dikare keça xwe ji mêrik bide berdan .
2- Li Çînê; heke mêrik li jina xwe xist, li gora adetê,mirovên jinikê li pêş mirovên mêrik ve heyşî çovî li wî didin .
3- Li nik Hindiyên sor yên Emêrîkî; herçî zarokê ko ji diya xwe li şûn ko bi serî ve bê, bi lingan ve hat,wî dikujin ji wan ve, ew zarok çîft e.
4-Xelkê Romaniyayê gelek caran li hêviya roja dewatê namînin û beriya wê bi heftekê zave bûkê direvîne .
Wêjevan û siyasetmedarê nasdar Osman Sebrî li ser jiyana Napoliyon Ponapert dinivîse:Ez dibêjim tu xwendevan nînin ko navê Napoliyon ne
bihîstine,lê gelek ji wan dîroka jîna vî serdarê mezin bi zarê Kurmancî nexwendine ji ber ku û xasima ji gelparêzan re şîretnameyeke mezin e.Osman Sebrî çend bendan(xelekan)li ser N.Ponapert diweşîne,ew dibêje:Min ji dîroka N.Ponapert gelek sud dîtine û ewî ramanên nû êxistine serê min.
Dîroknivîsên hemû miletan der heqê N. Ponapert gelek tişt nivîsandine, ji van dîroknivîsan her yekî Napoliyon bi awakî daye nasîn,bi çavên hinekan,ew dêwekî welê zorbaz bûye ko textên Şah û Padîşrhan hilweşandiye û bi milyonan mêr dane kuştin … ,lê bi çavên hinekan, ew Melekek ji Melekên xwedê bû; ji bo ko Firansizan ji bela serxwebûnê bifilîtîne hatibû şandin.O.Sebrî hîn dibêje:Li dawiyê gotinên li ser Napliyon hatine kirin nabin yek.
Lê Xelîl Genco di gotara xwe ya bi navnîşana(Bi qeflêrê li ser riya mûrmanskê de ) dinivîse:Îngilîz û Emêrîkanî ji hevalbendê xwe Ûrus re nemaze bi du riyan çek û cebirxanan dişînin,li nîvro di Xelîca Faris re û li Bakur di bendera Mûrmanskê re û zabitekî Emêrîkanî bi navê Norman Adams yê ko çend caran bi wan qeflan re çûye û ewî gotiye: Di hewake xweş de me da behrê tu talûke û teşxele ne dihate bîra me,gava em gihîştin avên Eyslandayê zabitekî Îngilîzî bi xwînsarî gote me du rojan em bi selametî çûn di roja siyan de îşareta xeterê dane me,di nav ewran re balefireke Almanî derket û di ser me re geriya,lê balefirê nêzîkî li me nekir û vegeriya nav ewran.
Gava hicûma pêşîn dest pê kir; ez di oda xwe da bûm,sê balefirên Almanî bi ser me de girtî bûn û bera me didan û topên berbalefirê li wan vedigerandin.
her du alîyan agir dikir,ji alîkî agir bi hewa diket,ji aliyê din ber bi jêr dibû,gava ez li xwe zivirîm,min dît bombe bi temamî li alîkî vapora me ketibû.Bi vê rengî gotarnivîs panorameke gîştî li ser vê cengê ji xwendevanên xwe re berçav dike .
lê; sernivîserê kovarê di gotara xwe ya di bin navnîşana (Girtiyê keleha Ewropayê de)dinivîse:Hinan gotibû ko Hitler Napoliyon e,Napoliyonê Almanî ye,Napoliyonê sedsala bîstan e,hin dibêjin ko Hitler bi xwe jî di fikrê de ye, ewî jî bawer dikir ko Napoliyon di wî de vejiyaye.
Herçî tarîxa cengên dinyayê xwendine qenc dizanin Napoliyon çi serdar, çi Dehakê eskerî bû, Napoliyon sê tiştên mezin dabûn ber bi çavên xwe:
1-Ber bi rohelê fireh bûn û şikestina ordiwên Rusî.2-Hakimîyeta Behra Spî, bi destxistin û vegirtina Kişwerê Misrê.3-Li behrekê 35 kîlomêtran dirêjbûn û şikastina Îngilistanê,Napoliyon gihîşte Moskoyê. Napoliyon derbasî Ffrîqayê bû û beriya ko dirêjî Qahre bike li ber Ehramên Firewnan sekinî.Napoliyon stolek da çêkirin,berê xwe daye Birêtaniya,lê pê erdê Îngilistanê ne kir. Napoliyon gihaştibû du armancan .1-Ketibû Moskoyê, 2- Û Kişwerê Misirê .
Lê Hitlir Çi kir ? Piştî sefera Firansa Merîşal Gorîngg qerargeha xwe li peravên Manşê danî,plana ko li Berlînê hatibû çêkirin raxiste erdê û bi dûrebînê temaşe giravên Îngilîstanê kir,plan û kirde li hev dernediketin.
Napoliyon jî nikarîbû derbasî Îngilîstanê bibe,Hitlir pirsa xwe bi serdarên xwe xist û ew ji cerbandinê jî geriya, bi bombebaranên hewayî bes kir,Londinê xerabezar bû, lê can û giyanê Îngilîzan ji piyan disekinî.
Gotarnivîs hîn dinivîse:Napoliyon ketibû Moskoyê,lê di 22 ê Hizêranê, sala 1941 ê de bi seriyê sibehê ve Hitller emir kir eskerên xwe û got: Armanca we Mosko ye, Uris dişikestin ,lê di şikestinê de jî berxwe didan.
Ordiya Hitlêr a birûkîn gihaşte ber deriyên Moskoyê,Uris lê vegeriyan û bûska Hitler di xwîna xwe de vekûştin, Rusan; Aleman bi şûnda avêtin û Hitler neket Moskoyê.Hitlêr ji roja ko hikim xistiye destên xwe,dest bi karbûnê kiribû,fabrîkeyên Alemanî ji hîngê ve hacetên cengê çêdikirin û roja ko şer destpê kir, nemaze di sefera Firansê de, mezinahiya haziriya Alemanan xûya kir .
Di wê seferê de piraniya tang û balefirên Alemanî û ordiwa Firansî şaş kir bûn û hevalbend di gelek deran de dişikestin.
Hitler dixwast zora dewletên mezin bibe û dinyayê vegire, gava jê ne hat, ew di kelehekê de asê bû, bi ya me be rewşa Almanan di kelhê de wek telîsekê genim di enbarekê de ye; heke êrişvanî enbar ne şikand û telîs bi dest ne xist, mişkên dora enbarê wê telîsê biqetînin û genimê wî hebo, hebo dê bixwin . (Hej.16).
Lê di hejmara (17) an de Herekol Azîzan (Celadet Bedirxan) li ser jiyana navdarekî Alman (Yohanes Gutenberg) dinivîse: Ew di salên (1400-1468) de jiyaye,lê li gor me di jêderên fermî de şopand, ew di sala (1398) an de ji dayik bûye û di sala (1400) î de koça dawiyê kiriye .
Agahiya herî giring ko Celadet Bedirxan bi xwendevanên kovara xwe dide nasîn ko Yohanes Gutenberg zanista çapkirinê pêşda daye û ewa nûjen kiriye.
Herweha jî nivîskar û rêzanzanê gewre Osman Sebrî mijareke gelek dirêj di bin navnîşana NÊÇÎR de di vir de dinivîse:Ewî gotara xwe li ser çend navnîşanên jêrîn dabeş kirine 1-Nêçîra Hirçan .2-Nêçîra Keftaran.3-Nêçîra Koviyan.4-Nêçîra Roviyan.5-Nêçîra Kêvroşkan.6-Nêçîra Masiyan .7-Nêçîra Kewan .Osman Sebrî dibêje:Li welatê Kurdan nêçîr û nêçîrvanî tiştekî welê ye ko her kurdek pê dizane,çawan Kurd bi ceng û şerkerî hatine nasîn, welê jî bi nêçîrvaniya xwe dilgeş in, li Kurdistanê nêçîr û nêçîrvanî li goreyî cih û eşîran tê guhartin .
Lê Hesen Şiyar mijarekê di bin navnîşana (Eşîra Zirikan)li Kurdistana Bakur de dinivîse û wê li ser van sernavên şaxî parve dike:1-Pergal û adet û hatinên wan.(zad û genim),(pergala wan),(adetên wan).2-Zirikanê Diyabekirê an Entaxê. (Zirkanên Hezro),(pergala deştê ),(cexrafiya vî welatî).
H. Şiyar li ser vê eşîra mezin xwendevanên kovarê agahdar dike û dibêje: Zirikan li Kurdistana Bakur dibe pênc kerî(şax),ew li 25 gundan û panzde gomên banekî; yanê cihê pez û cot hene,pezên Serhedê yên sor bi nav û deng in,rûnê Ezaromê tevaya Kurdistanê û Anadoliya têr dike û ew berê dihate Şamê jî,li Serhedê hesp timî li mêrgan diçêrin,tacir ji Diyabekirê tên wan dikirin .
H.Şiyar hîn li ser hin adetên wan jî dinivîse: Mêr bi şal û şapik,kejî û piştên
ecemî ne,jin bi şahr û kofî ne, fîstan û xeftan, zêr û kember in,lê stranên Kurdî jî pirên wan ji Serhedê ne,keç û xurt di dîlanê de destên hev digrin, keç û xortên Serhedê bejindirêj û çavreş in,li vî welatî qîz û xort di 12 salan de balix dibin.Bi gelemperî nivîsevanê vê gotarê pir aliyên civakî; rabûn û rûniştinên vê navçeyê bi xwendevanên xwe dide nasîn, ev pêzanînên berfereh kanin ji civaknasan re bibin çavkaniyek zanistî.
Evdilezîz Metwar jî di vir de gotareke pir hewasker bi navnîşana (Girava jinan û Girava mêran) dinivîse:Ji xwe adetin hene,divê bêne xerabkirin,wek adetên (Girava Pesîfîkê ).Bi rastî naverokên van herdu giravan bala me pir kişand,lewra jî emê bi kurtasî naveroka wê jî li vir bidin diyarkirin .
Evdilezîz Metewr dibêje:Berîya niha bi pêncî salî,wextê ko mibeşir yên Ewropayî li giravên Pesfîkê yên gir û hûr belav bûne, ewan di wir de adetên xerîb dîtine. Di Girava Pasifîkê de du girav li rex hev hebûn û ew herdu girav bi heft (KM) an ji hevdû dûr bûn;di van herdu giravan de qewmek dijî û li gor adeteke kevin, jin tenê di giravekê de bûn û mêr tenê di giravkê de bûn yanê; jin û mêr ji hevdu cuda bûn.Eger xortek dixwast bizewice,hevalên wî ji wî re cejnek çêdikirin û paşê ew dibirin ber behrê û ew davêtin behrê,ewî bi melevaniyê xwe digihand girava jinan,girava jinan bi zinarine bilind û asê dagirtî bû,lê bi tenê cihekê nizim û qulêr hebû, xurt di wê qulê re hildikişiyan û derbazî giravê dibûn û ji xwe re keçikek dibjartin û li gel wê dîsan bi melevaniyê vedigerîn girava mêran û eger jinan zarok ne dihanin,mêran ew dîsan vedigerandin girava jinan û mêran ji xwe re keçên din vedibjartin û eger jinan keç bihanînan û keç bi ser lingan ketina û ji şîr bihatina vekirin,bavên wan ew dibirin girava jinan,rewş bi vî rengî dom dikir,tanî ko rojekê ji van qewmî xortek bi navê Arwa derket holê,Arwa gihaye dema zewacê, hevalên wî ew avêtin avê,ew bi melevaniyê çû girava jinan,ew di nav pîrekan de rûnişt û bi wan re digot:Hûn çawa qebul dikin ku hûn tenê bijîn û li hêviya me bimînin da ko yek ji me were yekê ji we bineqîne û ji xwe re bibe û piştî çend salan dîsan wê vegerîne girava wê, gotinên Arwa diketin serên jinan , ew rabûn destên xwe dan destên Arwe û qola ko mirov tê re derbazî giravê dibûn,jinan bi keviran nixûmamdin , heftak hîn derbaz ne bûbû, Arwa hîn venegeriya bû
girava xwe, xelkê girava mêran berê xwe dan girava jinan, lê qula giravê hatibû girtin, vê carê hemû jin bûne jinên wî,belkî ewî ev tişt ji bo xwe kiribe,ew li asêgehekê sekinye û xwe ji cengê re amede dike.
Sih,cil sal derbaz bûn,Mibeşir gihaştine herdu giravan,lê di girava mêran de ji bilî hin pîr,kokim û çend mirovên nexwaş tu kes ne dîtine,girava jinan şên bûbû û ew bi kêfxwşî dijîn,xelkê giravê zehf bûbû ,lê ew hemû ji bavekî bûn,ango ew ji Arwayê asê bûn.
Osman Sebrî di vê hejmarê de jî li ser jîna Napoliyon berdewam dike û ew li ser malbata Bonapert dibêje:Malbeta Bonapert ji malbeteke Talyanî ye û demeke dirêj di girava Korsîkayê de bi cih bûbûn,ew di pêşiya xelkê giravê de bûn,lê ew bi mal û dewlemendiya xwe hinekî bi şûnda ketibûn, Karlo bavê Napoliyon ji (19) saliyê de bawernama advokatiyê istandbû û di wê salê de jî bi keçeke panzde salî re zewicî.Napoliyon li paytexta giravê,bajarê Ejaksiyoyê di (15) Tebaxê, sala 1769 an de hate dinê, birayê wî jozêf ji wî mezintir bû.Karlo û Lêtsiya bîst salan bi hev re jîneke berxudar ajotin û heyşt zarok wan hebûn lê Napoliyon kurê wan yê duhem bû,bavê wî zû dimre, diya wî belengaz dibe, ewa dere cem tiyê xwe, lê tiyê wê jî dimre .
Herweha jî Osman Sebrî di bin navnîşaneke kurt de (biçûkiya Napoliyon ) hin agahiyên sudar bi xwendevanên kovarê dide nasîn .
Dûmahîk heye
[1]