Navê pirtûkê: Ahûzîn
Navê nivîskar: Müslüm Yücel
Navê wergêr: #Çiya Mazî#
Wergera ji ziman: Tirkî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stembol
Navê çapxaneyê: Do
Sala çapê: 2008
Rûpel: 108
=KTML_Bold=Rave=KTML_End=
Ahûzîn, Pirtûka Muslum Yucel ya helbestan e. ji alî Çiya Mazî ve li kurdî hatiye wergerandin. Ga Ahûzîn digere çavkaniya xwe ji bûyerên li Rihayê digire û bi hêza bîra Muslum Yucel re bûye helbestek dirêj, xweş û bi wergera Çiya Mazî li Kurdî jî tahmek cûda derxistiye holê.
(…)
Keştî avê dixwazin ji behra çavên min
Riyên ku diçin mirinê giş bi gûzanê tên vekirin
Aveke nepen im li zemheriya temen
Ji stranên şîn ên welatê reş hatim
Jiyanên ku ji mirinê hatine revandin li benda min in
Canê ku esmên firkandinên wî diziye
(…)
Bila ji şîr balîfek te hebe
Ji şaxên gulan dergûşa te
Esman behra di hundirê min de razayî
Lorî Ahûzîn, lorî Ahûzîn, lorî
Serê xwe dayne ser gora min
[1]