Par Duhok sinor bezandin Duhok îro pira rewşenbîriya kurdî ye
#Tengezarê Marînî#
Duhok, festîvala 2
Duhok bajarê di navbera çiyayan de, ko serê xwe neçemandî.
Duhok bajarê dilsoz û xemxurên peyva kurdî.
Duhok û destdirêjkirina evînê bo 3 parçeyên din yên dil.
Duhok û dîsan di qada vehûnana xewin û birina wan berbi rastiyê ve.
Divêm li vir dîsan vê xalê bênim bîra xwênerên hêja, ko dema kurdan di salên 1994 û 1995an dest bi kuştina xewna xwe, derfeta xwe ya dîrokî û kuştina xwe dikir, Duhokê di rêya êkîtiya nivîserên kurd-duhok re, qêrîna Xanî : “ Ger dê hebûya me itîfaqek….”, bi hêsirên xwe belavkir û li Silêmanî dikir Hawar û şiya 300 saliya Mem û Zîn, li govenda peyvê bînin semayê. Ji hinga ve û Duhok, ji bo peyva Kurdî sergovend e û destên xwe digihîne xwişkên xwe Amed, Qamişlo, Mihabad û Ormiya û govendê gur û geş dike. Govend, govenda peyva xewinsaxbûyî ye.
Nola par, di miha êlûnê de, ku Duhok bibû qêrîna ji bo peyv sinoran derbas bikin, ev sale jî, êkîtiya nivîserên Kurd tayê Duhokê, bi piştgiriya bêhempa ya parêzgerê Duhokê, Rêzdar Temer Remezan, ku bi xwe edebdost e û dezgehên ragehandinê yên bajarê Duhok, ku pirrê wan endamê êkîtiyê ne, xwe û bajarê xwe bo peyva kurdî, kirin pir û rewşenbîriya kurdî da ber tilîliyan. Bêguman ev karê giranbiha li dar nediket, eger piştgiriya dam û dezgehên peywendîdar yê hukumeta herêma Kurdistan û li ser serê wan serokê hukumeta herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî, nebûya. Rêzdar serokê hukumeta herêma Kurdistanê, di roja diwem ya festîvalê de, bêhtir ji 2 demjimêran ji dema xwe bo axaftin û guhdarîkirinê terxankir. Wî bi peyva xwe dîmenkî din da festîvalê.
Mîna sala par ku cenabê serokê herêma Kurdistanê rêzda Mesûd Barzanî di peyva xwe ya giranbiha de diyar kiribû, ku serkeftinên Kurdistana azad bo hemi kurdan in, Rêzdar Nêçîrvan serokê hukumeta herêma Kurdistanê jî di peyva xwe de, li hember rewşenbîrên kurd û li pêşiya dezgehên ragehandinê yê kurdî, erebî û cîhanî ragehandin û feromkir û got: “ Hukumeta herêma Kurdistanê, bêy maytêkirina di siyaseta dewletên cîran de, dê piştevaniyê berdewam bo rewşenbîr û rewşenbîran bike, li her cihekî kurdziman lê bin û li seranserî dunyayê”…“ Parêzgeha Duhokê wek ciyopolîtîk, wek şêweziman senterê Kurdistanê ye û dişêt role pêk vegirêdana hemi parçeyên welatî û şêwazan bigire, herweha dişêt role peywendiya herêma Kurdistanê bi hemi parçeyên dî bigre û xizmeta netewa kurd bike”
Yekîtiya Nivîserên kurd-Duhok, bi hemî endamên xwe ve, belkî bi alîkariya dezgehên ragehandinê û kurdên toredost û xemxurên peyva kurdî, leşgerên nepenî yên vê festîvalê bûn.
Dibe ku em pê nizanibin, lê ez behwerim, ji ber hebûna dijminên peyva kurdî û nehezên miletê kurd, dezgehên peywendîdar bo tenahiyê, mêvan û beşdarên festîvalê wek çavên xwe parastin. Ji bo vê xalê tişta ku balkêş ne mîna sîstema welatên dagîrker, kesekî çu demançe di kêleka wan de nedidît, eve jî nîşana şaristaniyê ye.
Şeva berahîka festîvalê desteya karî, afîş û transperentên xwe, bêdeng, bi çavên mişt xwebehwerî û işq berê xwe dabûne hola Mihemed Arifê Cizîrî, bêhna Eyşana Elî ji kenê wan difûriya. Di spêda 8.11.06, li demjimêr 10.00 spêdê, mêvan nebûn, hemî xwediyê malê bûn, di ber wan pêşmergeyan re derbas dibûn û destên xwe bilind dikirin û evîn û ken di dema kontrolê de, bi hev diguhestin. Li saet 10.00 yê spêdê, bi dêmekî xweş û dengekî peyvhez helbestvanê me hêja Beşîr Mizûrî, di gel nivîskar Selam Balayî berbi textê şanoyê ve çûn û zingilê festîvalê lêdan, Eyreqîb mêvanê yekem yê dil û wijdanê beşdarê festîvala 2mîn bû.
Rêzdar Hesen Silêvanî, di gel westaneke yekcar zor, lê lênxuyayî, bi beşereke xweş derket û peyva vekirina festîvalê, peyva bi xêrhatinê, peyva êkîtiya nivîserên kurd-duhok xwend, bi xêrhatina hemî mêvan û beşdaran, yên ji cihên cuda cuda, ji kurdistana azad, sê parçeyên kurdistanê yên din û yên ji diaspora hatibûn, kir. Nivîskar Hesen Silêvanî, anî bîra beşdaran, ku par Duhok, cihê peyva sinor bezandî bû û ev roka dibe, pira rewşenbîriya kurdî, dibe mozelana peyva kurdî, dibe xaneya hizir û bîr û zimanê kurdî, ku em hemi li dor civiyane.
Rêzdar Temer Remezan, parêzgerê Duhokê, piştevanê berdewam yê peyva kurdî û toredost, ku di bin çavdêriya wî de, ev herdû festîvalên rewşenbîrî li dar dikevin, mîna herdem bi wî giyanê xwe yê sivik, bi ruhê pêşmergekî di şer û aştiyê de, bi xêrhatina mêvan û beşdaran kir, hêviya serkeftinê û encamwergirtineke baş ji beşdaran re xwest, herwekî amadebûna xwe careke din diyarkir, ku ew piştgirê evan core festîvalan be, bo belavkirina rewşenbîriyê di nav miletê kurd de.
Çavdêrê festîvalê parêzgerê Duhokê rêzdar Temer Remezan, lidarxistina evan core festîvalan wek samanekî netewî li qelem da û diyarkir, ku Duhok mala me hemiyan e.
Peyva nûnerê wezîrê rewşenbîriya herêma Kurdistanê rêzdar Felekedîn Kaka`î, ji hêla rêzdar Şemal Hiwêzî, rêvebirê giştî yê rewşenbîriya kurdistanê hate xwendin. Di dûv re, birûskên pîrozbahiyê hatin xwendin û sazî û dezgehên mêvan jî axaftinên xwe kirin.
Yêkîtiya nivîskarên Kurdistanê li Siwêd, PENa kurd, di rêka nûnerê wê yê li Kurdistanê Ebdulrehman Neqşebendî, Instîtûta kurdî ya Berlînê ji hêla rêzdar Rojan Hazim ve, her wekî peyva Bîroya Kurdistanê li Brokselê, ji hêla nivîskarê kurd Wezîrê Eşo, ko rewneqek da festîvalê, û li ser rewşa zimanê kurdî, astengiyên li hember pêşkeftina zaraveyê Kurmancî û şêweyê pêşdexistina zimanî kir. Ji Azirbêjanê, nivîskar û sernivîserê rojnameya Dîplomat, rêzdar Tahirê Silêman, xem û kulê kurdên Azerbêjanê bi ser beşdarên festîvalê de barandin.
Baş bû di pey re bi navê yêkîtiya rewşenbîrên rojava helbestvanê Kurd Ehemdê Huseynî hat û atmosfêr guherand û rewş hinekî berbi azmanan de bir û azmanê Duhokê veçirand, peyva xwe wek xwe got, ne wek çu kesî, mîna helbestekê xwend, bi dengê xwe yê qebe, henek û helbest anîn tenişta hev, dilê beşdaran rakire semayê.
Êkîtiya nivîserên Duhokê mizgîniyeke dilxweşker da beşdaran û berê me da avahiya nû ya saziya nivîskaran, ku êdî salên bên, dê ew dever bibe cihê gêrana festîval, kor û şevbuhêrkên rewşenbîrî, ne tenê bo kurdan, belkî bo pêkhatên civaka Duhokê bi hemî netewe û ayîn û olên xwe ve. Dema em derbasî hundurê avahiya nû bûn, ya ku parêzgerê Duhokê bi hemî şiyana xwe piştgirî lêkirî, peyva Prof.Phil.Dr. Hartmut Griese, dema em di 10.08.06an de, ji Duhokê berbi Hewlêrê ve diçûn û gotî: “ Kurdistan qedir û marîfeta nivîskaran û rewşenbîran bêhtir ji Elmaniya digire û pêkve jiyana xelkên Kurdistanê û bi taybetî Duhokê, dikare bibe Model ji bo pêkvejiyanê, ji Europa re” hate bîra min.
Ji cihê dengê tembûra zîz, cihê vehesîna giyan, ji hola Mihemed arifî, me berê xwe da hola tesewifê, hola zanînê, hola Xanî, daku ji nûbuharên nû çekên zanînê berbi wijdanê van salên winda de bibin.
Nîvrojeke mişt hêvî, mişt xweşî û mişt hevnasîn bidawî nehat û dê belkî bo gelekan ji me re ta roja dawî ji temenê me mabe, bi me re bimîne.
Nîvroja êş û kul û keserên kurmancîaxêvan destpêkir, bi hawarek hişmendane, bi gavên zanistî û bi hişekî vekirî û pirsên ku ji bîra me hatibûn revandin, nîvroja me destpêkir. Li ser semposiyomê, serokê en*****ana Parêzgehê rêzdar Dr. Fazil Omer cihê xwe girt, lê ne mîna cihê xwe yê fermî, belê mîna zimanzanekî û rêvebirekî panala yekê ji semposiyoma yekê û yek bi yek nivîserên me vexwendin, li ser mêzgerê. Dibe her yek 15.deqe bo babetên wan hindik bin, lê diyar bû derfet weha rê dida. Helbestvanê me Mueyed Teyib, ku bi dengê xwe pêşmerge berbi jixwebehweriyê dibirin û herdem xemxurê peyva kurdî bû û ji bo wê peyvê berbi çiyayên xweragirtinê ve hilkişiya bû, bervederî, berhingarî di ber zaraveyê kurmanciya jorîn kir û giringiya guhpêdanê pê di xwendegeh û zanîngehan de, diyar kir. Mueyed, di wê behweriyê de bû, eger ez bi şaşîtî tênegehîştibim, ko hemen hemen ji ber sedemên vebirîna têkiliyan û berbendkirina zimanê kurdî û bi taybetî zaraveyê kurmanjiya jorîn, zaraveyên me bûne zimanên cuda. Her weha mamosteyê rêzdar Deham Ebdulfetah, di axaftina xwe ya bi navê “ Rewşa zimanê kurdî û xewna zimanê yekbûyî” da diyarkirin, ku niha rewş rê nade, ku zimanekî standard peyda bibe û herweha nabe, mirov zaraveyekî li ser hesabê yê din pêş de bibe. Hêja Selîm Biçûk di gotara xwe li ser pirsgirêkên bikaranîna kurmanciya nivîskî peyivî û nimûneyên, ku em rojane bi wan re rûbirû dibin anîn. Piştî guft û goyên li ser hersê babeta çêbûn, rêzdar Dr. Fazil zingilê bêhinvedanê lêxist.
Piştî çariyekê, areya zimanê, xewnan, zimanê hest, zimanê evîn û hêviyan, zimanê mirina sipî û jiyana şîn, areya helbestê hat. Li vir pêdivî ye, xalekê bibêjim: “ bi rastî ji bo xwendina helbestê çu atmosfêreke taybet, ji deng, reng û roniyê nebû. Dibe ku vê kartêkirina xwe li ser xwendina helbestê kiribe, yan jî dilê helbestê dagirtibe dax û keser.
Helbestvanên şeva yekem ji festîvalê, bi teraneyeke, her yekî nola xwe derkete ser şanoyê û pêkol kir, ku xwe bigihîne, dilê guhdêran. Helbestvanê Navdar Mihsin Qoçan, qoçek li helbestê xist û diyaloga di navbera nehwirandina Dr. Memo „ yê ku dilê wî ji hev vekiribû“ û terpêna dilê Mihsinî de, berbi Helebê de bir û li vegerê Qamişloka rengîn ji bîr nekir, ku xatiran jê bixwaze, bi hêviya dîtinên din. Bi wan gulî û keziyan, bi bêrêyeke Xaçoyane, û bi zarekî Amûdiyane, ji welatê sermê, helbestvan Ehmedê Huseynî, peyvên xwe ji xurcika berbangê revandin, pê çepikên beşdaran li dar êxistin.
Dayka Daliyayê, ji keserên nedewletbûnê, hêsirên şevên zuha çandin û em berbi sinoran ve birin. Min jî, “Tengezarê Marînî” bi ahengekê ji dilê bilûrekê diherikî, bi mp3, termê Diyonisus gihand nik zeus û pê melodiya şevê li efsaneyên gundê xwe û çîrokên kevnar vegerandin. Remezan Îsa ji felsefa jiyanê livirûwirmayînê sirûdên xwe vehûnan. Xanima rêzdar Yildiz Çakar, bi pexşaneyên xwe, em, berbi Amedê ve birin û sûrihê wê li me gerand. Hefîz, ku Qamişlo di dilê xwe de hilgirtibû, flaşên xwe, li tariya xewnerojkên me belavkirin û bendewarê deziyên pêşiyan bû. Gelo şev bi dawî hat..? Na. li yekîtiya nivîseran, xunaf û şevnemên hevnasînê lêvên hêvî û çavlirêmayîna me rakire semayeke Lalişiyane, êdî li ber çipikên meyê, me duayên êvarê xwendin û berbi 9.11.06an ve.
Festîvala Duhok ya rewşenbîrî – 2, bi bizava desteya rêvebir û alîkarî û piştevaniya hemî dezgehên hukumî û rewşenbîrî û ragehandinê ji TV, Radiyo û rojname û kovar, şiyan cemawerekî bi çêj amade bikin û ew jî beşdarî di guft û goyan de bike. Ev ne tenê roja yekê bû, belê li her sê rojên festîvalê jî, belge bo wê hindê jî ew hevpeyivîn û çavpêkeftinên di radiyo û TViyan de bû.
Di panala diwem de, roja diwem, jivan di gel sê babetan bû, hevoksaziya kurdî û avakirina wê, ji hêla mamoste Rezo Osê, ku wê dema jê re terxankirî bi zanistî li ser babetê axift, asteng, sedem û çareserî diyarkirin. Mijara diwem, ji hêla Tengezarê Marînî ve bû, ku li ser ziman û hizir bû. Ev herdû regezên pêkve girêdayî, mijarê dest bi pirsê kir û bi pirsê bi dawî hat. Bo nimûne: “ Bo çi em pirsan dikin? Pirs, bi xwe ne teqezkirineke, ji kêmsûdwergirtinê , an jî, rexnelêgirtine li hişê me? Encam ziman hizir dinivîse û pirsa herî giring di babetê de ev bû: “ Berbendkirin û nebikaranîna, zimanekî, zaraveyekî, devokekê, ne kuştin an jî jinavbirina nasnameya xelkên bi wan ziman, zarave an jî devokan dipeyivin?
Babeta siyem di panala spêda 9.11an de, ya nivîskar û wergêr Mustefa Aydogan bû, ku rêzdarî li ser xelata Nobel, wesiyetnameya wî û egerên wergirtina nivîskarê Turk Orhan Pamuk ji xelata toreyê ya 2006an, ku rêzdar Aydogan pirtûka wî ya “Navê min Sor e” berî 5 salan wergerandibû bo kurdî û nivîskarê romanê Orhan Pamuk, ev werger bo kurdî rûmeteke mezin bo xwe dîtibû. Di dawiyê de, têbînî û guftûgoyeke kurt li ser babetan bû. Nivîskar û helbestvana kurd Dilşa Yûsiv, bi rêkûpêk birêvebir. Di pey bêhinvedaneke kurt de, panala 4an dest pê kir û dora pexşaneya kurdî hat û sê nivîskarên rêzdar bi sê babetên cuda beşdarî semposiyomê bûn. Nivîskar Sebrî Silêvanî, di derbara romana kurdî li devera Badînan peyivî, têbînî û rexneyên jî anîn zimên. Nivîskar û roman nivîsê Bilîcanê, hêja Perwîz Cîhanî, li ser serboriya nivîsîna romana xwe ya Bilîcan bi zimanekî toreyî kurdî bilind peyivî.
Hêja Perwîz bi wî zarê xwe yê xweş bala hemî guhdêran kişand. Bi rastî jî, mirov dikare romana hêja Perwîz wek romaneke pir nirx, ku jiyana kurdan ya kevin aniye ber çavan, bê ku ji bîr bike, ku hîn ew nexweşiyên berê ji nehevgirtinê, hevnepejirandinê hene, dibin asteng li pêşberî serkeftin û pêşdeçûna kurdan. Ev roman bo Antropologan baştirîn belgename ye, ku pê kurdan û struktûra hişmendiya wan binasin. Çîroknivîsê kurd, Enwer Karahan, em berbi bakur û bakur de birin û serborên xwe yê nivîsînê, di gel keserên di dil de mayî bo me vehûnan. Serpêhatiya rêzdar Enwer bi xwe romaneke nenivîsî ye. Çîroknivîsa kurd, Serfiraz Neqşebendî, rêvira panalê, dikarîbû,bi hemî pîvanan bibe rêvebireke bi qalîte.
Panala 4an, piştî nîvero, dîsan bi sê babetên jiyawaz ji hêla Ehmed Huseynî, ji diaspora, Sîmîn Çayçî, ji rojhilata Kurdistanê û Receb Dildar, ji bakurê Kurdistanê.
Helbestvan Ehmed Huseynî, di babeta xwe de, „ Rola sinoran di dabeşkirina hest û peyvan de“ bal kişande, li ser berbendkirina zimanê dayîkê û neperwerdebûn bi wî zimanî. Herweha li ser perwerdekirina bi sîstematîk, bi zimanê dagîrkeran, axift û wek nimûne got: Eger em magantîk bînin, û fermanekê bidinê, û bibêjin, hertişta ne bi kurdî ji serê mirovê kurd bikişîne, dê bibînin, ku wê hemî tişt bête der û tiştek di serê wî de namîne“ xwedê me biparêze…. Helbestvana lurîkê ya dengxweş, Sîmîn, ku mijara wê li ser şiira goranî, janrîk û…, behsa helbesta stiranê kir û çend nimûne ji helbestên xwe xwendin, ku bûne stiran û ji hêla hinek hunermendan ve hatine stirandin.
Nivîskar Receb Dildar, di mijara xwe de, li ser efsaneyên Amedê û Zembîlfiroş kire nimûneya lêkolîna xwe. Di destpêkê de, rêzdar Receb, ji hêla bîrdozî ve, li ser termenologiya Efsanê axift û li gor nêrîn û dîtinên xwe şirovekir.
Piştî bidawîhatina semposiyomê û hindek rawestan, ji ber beşdarbûna rêzdar Nêçîrvan Barzanî, nivîskarê rêvebir Dr. Arif Hîto, dergehê danûstendinê vekir û nêrînên cudacuda diyar bûn. Di şeva diwem ya xwendina helbestê de, çend helbestvan û nivîskarên helbestê, beşdarî helbestxwendinê bûn. Helbestxwendin, bi xwendina helbestvanê pêşmerge, Hesen Nûrî, dest pê kir, Helbestvanê hêja Qadir Qaçax, helbestên xwe yê welatperwerî û gelek bi wêrekiyane, li dijî Terorê pêşkêş kirin. Rêzdar Necîb Balayî, bi pêşgotineke helbestî ji xanima wî Semîra, helbesta xwe xwend. Helbestvana rojavayê Kurdistanê, Dilşa Yûsiv, ku li Silêmaniyê dijî, bi wan wêneyên xwe, ku ne mîna zimanê çu kesî ne, helbestên xwe pêşkêş kirin. Saman Mewlûd, helbestvanê bi tiwana, bi dengekî zîz helbesta xwe ya bi zaraveyê kurmanciya jêrîn xwend. Hêja Xemcivîn, çend kurte helbestên xwe bi dengê xwe yê melûl xwendin. Selwa Gulî, ya ji ber dergehê derya Goteburgê hatibû, peyvên xwe yên ji cergên dînîtiyê hatibûn ristin, vehûnan û bi dengekî zelal xwend. Trîfa Doskî, Heyran û xerîbî û bêrîkirina Hoşeng, ji hinavê zimanekî rojane, sade, lê taybet anî der û bi me da pejirandin, belkî em bendewarê dengê wê bûn, ku bi stiran bibêje, lê mixabin, ew hêvî bû keser di dilê gelekan ji guhdêran de, bi taybetî yên dengê wê bihîstine. Lê bi hatina Hunermendê helbestê Ferhad Icmo, ji rojavayê Kurdistanê û derketina wî ser bultê, dest û dil hevgirtin. Ferhad bi helbestên mobile, dikarîbû zû cihê xwe di dilê guhdêran de çêbike û bi taybetî dema helbesta xwe ya bêj in û bi jin got: „ jîna bê jin, ne tu jîne, jîna bi jin, zindanek mezin e“. Vê helbestê cihê xwe di guhê her guhdêrekî zilam de çêkir, lê pêşkêşkera programê Çinar ew ji Ferhad re nehişt û helbestek, ku mişt rexne bû li mêran re“ deqê wê ne li bîra min e“ diyarî Ferhad kir.
Arjen Arî, ku yek ji wan helbestvanên, di gel Rojen Barnas û Berken Bereh, roleke wan mezin di pêşdebirina helbesta moderin ya bakur de heye, mêvanê dawî yê şeva helbestê ya diwem bû.
Nivîskar û helbestvan Emîna Zikrî, bi karê rêvebirina panala 5an rabû, nivîskarên ku beşdarî semposiyomê, yek bi yek vexwendin cihê wan li ser mêzê.
Çîroknivîsê kurd, Enwer Mihemed Tahir, ku yek ji pêşengên çîroknivîsînê ye, ne tenê li herêma Badînan, belkî li her çar parçeyên Kurdistanê. Rêzdarî got: ne pir ciwan e, ku nivîskar li ser berhemên xwe bipeyive, lewra jî bi wî giran bû û bi zimanê „EW“ ew serpêhatiya xwe ya dirêj gêra. Ew serpêhatî bi xwe şêweyek ji şêweyê çîroknivîsînê bû.
Xanim Zeyneb Yûsivî, -bi destmalekê hate ser mêzê, ji ber ku rêjîma Melayan li Îranê rê nadin, jinan li derveyî sînor jî, ku bê desmal derkevin- û babeta xwe ya li ser barûdoxê çîroknivîsînê û çîrokê li rojhilata Kurdistanê kir. Xanim Zeybeb, bi zîrekî û jixwebawer, mijara xwe bi rêve bir û guhdêran hest kir, ku li hember wan nivîskareke xwedî şiyan rûniştiye. Romannivîs û çîroknivîsê kurdistanî Helîm Yûsiv, gazind ji pêkanîna „Γ
Li pişt paşnavê xwe kir. Helîm jî mîna Enwer, got pir zor e, mirov behsa xwe bike. Ew li ser astengên civakî û siyasî yên hatin pêşberî wî, rawestiya, ji dema pirtûka wî ya zilamê avis, bi zimanê erebî hatibû weşandin.
Ev asteng û zehmetî bi xwe romanek bû û Helîm lehengê wê bû, di gel ku hindek ji beşdaran nerazîbûna xwe ji wî şêweyê vegotinê diyar kirin.
Li vê panalê, pir pirs û guftûgo hatin kirin û bi wan panal dewlemend bû.
Panala 6an, ku ya dawî bû, beşdarên wê jî ev bûn:
Nivîskar û helbestvan Mistefa Selîm: Helbesta moderin. Binah û rehend
Dr. Dilşad Elî Silêman: Rexneya edebî kurdî, berew kîve. Helbestvan Nacî Taha Berwarî, ev panal bi rêve bir û her yek ji panalvanan, di dema ji bo wan hatibû terxankirin, behsa babet û mijara xwe kirin.
Rêzdar Selîm, behsê rexneya edebî ya postmodernîzim, di hêla helbestê de kir û vegeriya li ser helbesta kurdî û têbîniyên xwe anîn ziman.
Rêzdaran ji êkîtiya nivîserê kurd-Duhok, ferzenda bêhinvedanê nedan û dest bi rê û resmên bi dumahîanîna festîvalê kirin. Nivîskar Mihemed Ebdela, cîgirê serokê êkîtiya nivîskarên kurd-Duhok, peyama dumahiyê xwend û beyannameya dawî ya festîvalê hate belavkirin.
Ji xwe kurd, festîvalên xwe bi helbestê dest pê dikin û bi helbestê bi dawî tînin, li vir jî ne cuda bû.
Di destpêka helbestxwendinê, helbestvanê bi şiyan, Hizirvan, helbesta xwe ya mişt wêneyên helbestî û hilgirê zimanekî helbestî bi hêz xwend û bû cihê razîbûna hijmareke mezin ji cemawer. Fatma Savcî, bi dengê xwe yê melûl, bi zimanekî kurdî petî, mişt keser, mişt êş, rewşa bakurê dil derbasî dil û guhê guhdêran kir. Rojnamevan û helbestvan Amîr Findî, parçeyê nû ji helbesteke bi dawî nehatî xwend û Zana Xelîl, dengê Hewlêrê, dengê şehîd Mihdî Xoşnaw û helbestvanê nemir Enwer Mesîfî bi me re parvekir. Şemal Akreyî, peyvên xwe nijinandibûn, û pê helbesta xwe vehûnabû, em li hemberî helbestek indazciwan rû bi rû bûn. Emîna Zikrî, ji êş û pirsgirêkên li hemberî jina kurd, cergê helbesta xwe xemiland û bi evîneke mişt xewin pêkêşî giyanê me kir. Dilyar Dêrikî, ji dûriyê hat û havîbûna xwe di xemla helbestekê de diyarî festîvalê kir, Jaro Duhokî, Ebdulrehman Bamernî jî helbestên xwe xwendin.
Bêguman karekî weha bi nirx, weha pir û weha hêja, dê hêviya me hemiyan be ku berdewam bibe. Ez jî dê daxwaza rêzdar çavdêrê festîvalê rêzdar Temer Remezan, parêzgerê Duhokê dubare bikim, ku roja dawî de, mêvanên ji derveyî Kurdistanê vexwendibûn def xwe, û got: „ .., ez hêvîdar im, ku ev festîvalên weha kartêkirineke posîtîv li çand û kultûra kurdî bike, û her yek ji me tiştekî ji xwe re jê bibe, lê nebe, ku va festîval çêbû û çû..“
Hêvîdar im, ku berhemên vê festîvalê hemî bibin belgename, bo nifşên li pey me bên, daku bizanibin, ka çi hebû û çi bûye û lêkolînên hêja li ser van qunaxan pêk bên.
Pêşniyar:
Damezirandina komîteyekê ji êkîtiya Nivîskaran, hunermendan û ragehandinê.
Destnîşankirina mijar û babetên sereke yên festîvalê
Destnîşankirina navê beşdarên pispor li gor babetan.
Kesek bê babeteke nivîskî derbasî programa festîvalê nebe.
Wergirtina babetan berî 3 mehan ji festîvalê û dana wê bo grûpeke Jurî taybt, bo erêkirin an jî nakirinê.
Belavkirina beşdaran li ser grûpan û avakirina Workshopan.
Berhemên festîval1e wek pirtûk bêne çapkirin.
Arşîvkirina dîgîtal, ji festîvalê re. „DVD“
Hijmara beşdaran kêm be û bi pileya zanistî bilind be.
Atmosfêreke taybet ji helbestxwendinê re bête avakirin. „ Mûzîk, Ronî “
Di şevekê ji şevên festîvalê de, şanoyeke kurdî, an jî fîlmekî kurdî pêşkêş bibe.
Festîval bi pêşengehên hunerî û mûzîkê tête xemilandin.
Dibe ku hindek beşdar bûbin û navên wan di nav program de nehatibe, me jî li vir neînayî, bila li me negrin û bibihurin…Ta Festîvaleke din bi rewştir , li Duhoka rengîn û destên yên di ber vê festîvalê de westiyayî û keda wan ketiyê, xweş be.
Hannover, Elmaniya, #26-11-2006#
[1]