Heft roj li Kurdistanê
#Ezîz Xemcivîn#
Di vê payîza xêr û baranê de li #07-11-2006# an li kurdistana azad û şêrîn mêvan bûm..
Firoka me çalak û jêhatî ji firokxana Dubey a navnetewî bi bala Hewlêr a paytext de demjimêr 7ê êvarî firiya..
Çiqas kêlîk xwîn giran bûn, te digot girara ber min xwarine; bi derengî dimeşiyan, nizanim ez bi lez û bez bûm, kengî welatê şêrîn bibînim..??
Piştî du demjimêr û nîvan kaptênê firokê ceger da xwe û ji rêwiyan re got: xwe amade bikin da bi hêsanî û kêfxweşî em li firokxana Hewlêrê peya bibin.. me jî xwe amade kir.. firoka me wek teyrekî baz xwe li ser axa welat berda xwarê…
Rêwî li dû hev rêz bûn pasportên xwe didin polîs, dor giha min; min jî xwe ji bîr kir ko li welatê xwe me; li xaka pîroz im, divê bi kurdî bi axifim; mixabin ji piçûkî de em fêr bûne bi zimanê biyanî guftugo bikin.. Rahiştin pasporta min, tev çûn û hatin û ji hev re dibêjin ev Sûrî ye û li hev dinerin.. Min jî bîr nebir ji ber ko ez bi Erebî bi wan re peyivîm; ez hiştim û gotin divê vîza tu li pasportê xîne, di cî de min got: Kaka min Kurd im, û nehatime bo tu tiştî ez mêvanê fistîvala Duhok a rewşenbîrî me û tenê heft rojan ez ê bimînim…
Êdî ez derbas kirim û bihna bayê welat li rûyê min da, min bihna bayê welat kir, xewnên piçûkaniyê li hiş şiyar bûn.. welat welat pir şêrîn e welat, taca cîhanê xemla rojhilat
Ewê şevê min bîranên çil salî weke filmekî li ber çavên xwe meşandin, Xwedêyooooo ev xewn bi sed hezaran kurd re çû gorê û kurdistana azad nedîtin..??
dumahîk heye
[1]