#DUHOK# PIRA REWŞENBÎRÎ YA KURDÎ YE
Hesen Silêvanî
ÊKETIYA NIVISKARÊN KURD_DUHOK
Li rojên 8/9/10-11-2006 li hola Xanî li zankoya Dihokê li jêr çavdêriya parêzgarê Dihok birêz Temer Remezan diwem fistîvalê rewşenbîrî pêk tê..
Ji herçar parçên kurdistanê û ji ewropa, gorcistanê û Îmarata Erebî nivîskar û rewşenbîrên kurd û çend nivîskar û rewşenbîrên Ereb ji Bexda û Mûsil pişikdariya evê fistîvalê dibin..
Fisteval dê li ser rewşa zimanê kurdî raweste, û çend simînarên hizrî û rexneyî jî ji layê sehrezayan ve tên pêşkêşkirin , her wisa çîroknivîsên kurd dê li ser rewşa çîrokê , û hinek wê li ser serbora xwe ya çîrokê û romanê baxivin, ji bili 3 şeven taybet bi helbesta kurdî, ko nezikî 25 helbestvanên kurd dê nimonên berhemê xwe yê nû dê bxwînin ..çend dezgehşn rewşenbîrî jî hatine vexwendin mina ;
Enistitûya kurdî li Stanbol
Enistitûya kurdî li Berlîn
Komela nivîskarên kurd li Amed
Komela nivîskarên kurd li Swêd
Navenda Pena kurd li Almaniya
Hevgirtina rewşenbîrên kurd yên rojava li derve
Weşanxana Duz u Avesta li stanbul
Hejiye bejin pesangeha wesanen eketiya niviskaren kurd ko gehaye 102 pirtokan de hete vekirin.
Niviskaren vexwendî de seredana avahiyê nû ye niviskaran din yê ko bi harikariya hukmeta kurdistanê hatî bi cihanîn li ser 5500metren erdî bi rengekî endaziyê û lekdayî ye..
[1]