Pirsa Kerkûkê
Rodi Yezidi
Yabo qûrbano ma pirsa #Kerkûkê# bi tenê ji we tê xwestin, na qurban na heger hûn ji bo malxerakirina xelkên Kerkûkê bicivin emê ji doza hemû pirsên din ji Turkiyê bikin û Bawerkin pirsên me bê dawî ne ..? Amed e, Batman e, Mêrdîn e, Cezîr e, Mûş e, Wanê Şemdîlê ye û Bismil e, Fermana birayên meyî Ermenî û Fermanên Kûrdên Êzîdî Doseya we ya reş li cem Mafên Mirovan tiştên hûn li Îraqê dikin Swîqastên bi hezaran Mîtên wê pêk anîne.........
Divê Turkiyê bizanibe heger ji bo çend ( Pîjyên ) me we civîna li darxîne û biryaran bide,
wê çaxê bila baş bizanibe go wan pirsgirêkên din jî bo me cîkî mezin di siyaset û peymana gelê Kurdistanê de digire lê ji ber gelek sedemên siyasî û rewşa dunya yê Kurdan wan pirsana ji rewşa dunya yê ya bi ber dîmuqrasiyê ve diçe, xwe bê deng dikin .
Lê heger were û dîsa Tûrkiyê zulm û zora xwe berdwam bike li dijî pirsa Kurd û Kurdistanê Bila baş bizanibe go partî û rêxistinên Kurdan ji wê yekê re şiyarin û gelê me tucarî ji ber erkên netewî xwe nade paş û tiştê jê were xwestin herdem amade ye.
Ji alyikî din ve heger em li Lotikên Turk davêjin binêrin hûnê bibînin go çendî Siyasetvanên Tûrkan li hevketî û nezan û ehmeq in.
1- Dixwazin têkevin Yekitiya Europa.
2- Dixwazin Lotikan bi dewletên rojava re bavêjin di bin navê Dîmoqratiyê de.
3- Dixwazin hizr û bawriyên bavê xwe Ataturk bi cî bînin.
4- Dixwazin bi Ereban re biratiya xwe ya Osmaniyan ya bi xwînê stran dibûn berdwam bikin.
5- Dixwazin bi Îsrayîlê re dan û standinên xwe bihêztir bikin.
6- Dixwazin dîrokê bin ax bikin , da kes nema behsa wê dîroka bi qirêj û gemar bike.
7- Dixwazin pirsa kurd ne tenê li bakur, na li herçar aliyên Kurdistan bê deng bikin.
8- Dixwazin pirsa Kerkûkê ji li gor berjewendiyên xwe çareser bikin.
9- Dixwazin qubrisê di bin destên xwe de bihêle.
10- Dixwazin piştgirtiya dîmoqrasiyê lî rojhilata navîn bikin.
11- Dixwazin bi Îranê re li dijî hatina Amerîka li Îraqê listokên qirêj bikin.
12- Dixwazin li dêrê nimêja sibehê bikin, û li mizgeftê ya nîvro bikin, û li ber dîwarê BÛRAQ li Qudsê cejn û selwatê xwe biken.
13- Û çi dixwazin û çi naxwazin..??
Bawer im her tiştên Turkiyê dixwaze û hîn me nîvê wan ne gotiye, bersivên wan li ba şivan û gavanan jî hene..
Lê tiştê go Turk ha jê tune û têneghiştine go dunya hatiye guhartin û di dunyakê peşketî û dimoqratî de çiye hovên mîna wan tune ne .
Pirsa Kerkûkê pirsa Kerkûkiya ye û pirsa Kurdistan û Îraqê ye. û ew lotikên we û yên li dora we civiyane wê li serê wan hiş û reş bigere.
Di #20-01-2007#
[1]