Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,323
Wêne
  123,359
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,495
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Hin sedemên nebûna nasnameya kurdî li sûriyê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Bi rêya kurdîpêdiya hûnê bizanin ku her roj ji rojên salnameyê çi bûyer diqewime!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mustefa ÎSMAÎL
Mustefa ÎSMAÎL
Hin sedemên nebûna #nasnameya# kurdî li sûriyê
Mustefa ÎSMAÎL

Nasnameya her netewekê, çarçoveya parastin û mofirka piştê ya ku, piştevaniyê ji hemû cure çalakî, û karên rojane yên jiyana mirovên ewê netewe yê re dike ye.
Bê goman, nasnameya rewşenbîrî jî stûna bingehîn ya her nasname yê ye. Ji ber ku çand, bi wate ya xwe ya îtno- grafîk zemîneke berfirehe ku hemû şêweyên zanistê, baweriyê, hunerê, sinc, yasa, wêje…. Hwd, berhembêz dike.
Pirsgirêka nasnameyê ne tenê di van salên dawîn de, ji aliyê kurdan tenê ve tê guftogokirin, û ketiye rojeva wan. ew herweha ji aliyê piraniyek ji netewan ve tê behs kirin, bi taybetî jî piştî derketina pirsa globalîzmê û şêweyên wê. Wek mînak: beşek ji rewşenbîrên ereb globalîzmê wek projeyekê bo ji holê rakirina taybetmendiyên rewşenbîrî yên erebî ku nasnameya erebî durf dikin bi nav dikin.
Gava ku em li rewşa xwe kurdan dinherin ji me re diyar dibe ku, rewşa me bi awayekî ji awayan dişibe rewşa hin firindeyan, berya ku zivistan bi cî bibe. Çu ku dabeşkirina welatê kurdan di navbera dagirkeran de, û hewkariya wan bona tunekirina kurdan û hebûna wan bi şêweyên xwe yên cur be cur bû sedema bingehîn ku kurd di hemû astan de bi şunde vekişînek seyr bijîn.
Li rojavayî kurdistanê, derfet tunebû ku nasnameyek kurdî derkeve holê, û xwe ji netewên din re di hundir sînorên sûriyê de pêşkêş bike. Bê goman sedemên vê yekê jî hene. Sedema serekîn - bê goman - deshilatdariya partiya basse, ya ku ji sala 1963 iktîdara sûriyê wergirtiye û naxwaze ji ser kursiyê dakeve, ewê partiyê bi xwe re rêze yasayine awarte jî anîn ku roja îroyîn bûne kelem û kuspek li pêşiya demokratîzekirina sûriyê û pêşdeçûna wê ye. Helbet ne tenê baas li sûriyê hilgirê idyolojiya erebîzmê ye, derdora wî hin partiyên din jî hene ku beşek zilamtiyê ji baas re dike, û hinên din yên ku xwe şagirtên helwestên cemal abdulnasir dibînin. hin ji evan partiyên idyolojîk di nava enya netewî de ne, hin jî di nav refên opozisiyonê de ne. problema kurdan jî bi herdu aliyan re ye. Bi destelatê re, û bi opozisyonê re.
Baas ji bilî rêze kiryarên hovane, û dij mirovahî nedikaribû hewayekî baş li sûriyê peyda bikira, sûriye hêdî hêdî kir kampeke mezin ya artêşê, welat mişte girtîgeh kir, mişte hêzên ewlekariyê yên hov kir, û di makezagonê de ji bilî netewa ereb ti netew, an hindikahî nasnekir, ev mejîyê fişar, û nijadperest hişt ku demokrasî, azadî, û mafên mirovan bin pê bibin, û gelên sûriyê wek keriyên dewêr ber bi serjêgeha îdyolojiya erebîzmê ya efsanewî ve bêtin ajotin, û di encamê de ew bê pêşeroj bimînin.
Ji hin siyasetên ku sûriyê dermafê kurdan de daye meşandin:
Kembera erebî, avakirina gundan ji erebên xemir re, ji kar derxistin û bi dûr xistina karmendên kurd, û guhertina navên kurdî yên bajar û gundan. Jê wêdetir, Em dikarin bibêjin ku kurd heta di dema berya serweriya baas de dîsa jî, ji hemî mafên xwe bê par bûn.
Di van şert û mercan de bê goman kurdan nedikaribû serê xwe hildana, û kurd ji hemû tiştên ku nasnameyekê durf dikin dest vala bûn. Di serî de jî ziman ku nîşana hebûna her netewekê ye. Çu ku weşanên hemî partiyên kurdan li rojavayî kurdistanê tenê bi zimanê erebî bûn, tevî ku ew di bernameyên xwe yên siyasî de behsa zimanê kurdî û mafên kurdan yên rewşenbîrî dikin. Her weha destelata sûriyê nedihişt ku ti komeleyên kurdî yên rewşenbîrî bêtin damezrandin, ta nuha kêm caran pirtûkên kurdî tên çapkirin, ji ber ku di heyeta çavdêriyê ya wezareta ragehandinê ya sûrî de çavdêrekî kurdîzan tune ye, lewma pirtûkên kurdî destûrê wernagirin, û di encamê de jî nayên çapkirin. Mixabin partiyên kurdî jî derfet tune ne ku piştgiriya rewşenbîran bikin, çi ji aliyê rewşa wan ya aborê de, çi jî ji aliyê helwesta wan ji rewşenbîran, nemaze yên serbixwe. Ji lewre piraniya nûser û afirênerên kurd li rojavayî kurdistanê bi zimanê erebî dinivîsin, û xwe di zimanê erebî de dibînin.
Jê wêdetir, partiyên kurdî ta nuha pirsgirêka kurdî ( bi hemû aliyên wê ) bi awayekî zelal û diyar ji kurdan re pêşkêş û rave nekirine. Û wan bi witebêja xwe ya siyasî, mafnas, rewşenbîrî, û daxwazî bandoreke posîtîv û objektîv li ser kolana kurdî nehiştine. Li rojavayî kurdistanê pirî caran tê gotin ku gel pêşenga partiyane, bê goman serhildana 2004 an jî di vî derbarî de çaterêyek bû.
Di nerîna min de, divê partiyên kurdî bi awayekî cihêwaz tevbigerin, pirên xwe yên berê hilweşînin, û asoyine dî li pêşiya xwe vekin, divê ew bi awayekî balkêş nûnertiya raweya kurdî li rojavayî kurdistanê bikin, divê ew giraniyê bidin layê rewşenbîrî jî, siyaset tenê ne bese. Da tu karibî gelekî ji nava xweliyê vejînî divê tu hemû aliyên jiyana wî gelî biçalakînî. Di vê derbarê de kampaniyên perwerdeya zimên tenê ne besin, zêdetir divê ziman ku şanî hebûna gelan û netewan dike bête bikaranîn. Bê goman ew erk û stûbariya kategoriya rewşenbîran e jî, divê ew jî xwe orgenîze bikin û pîlanên xwe bafirînin. Hevtewaw kirinek pêwîste. Bi dûrî pêwendiya serdar û kole, an şêx û mirûd.
Divê em sûdan ji gelên cîhanê, nemaze yên di eynî rewşa me de ne werbigrin. Li mexribê tevgera amazigî bi xebata xwe ya bê hempa zimanê amazîgî xiste perwerdehiya mexribê, tevî ku mexrib jî mîna sûriyê welatekî ne demokrat, û xudan ramanek yekalî ye.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 559 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.welateme.net/ - 23-06-2024
Gotarên Girêdayî: 27
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 00-00-2007 (18 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 25-06-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-06-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-06-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 559 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.14 KB 25-06-2024 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.609 çirke!