Navê pirtûkê: Derûnî û fahmkirina wê
Navê nivîskar: #Abdusamet Yîgît#
Cihê çapkirina pirtûkê: Berlîn
Navê çapxaneyê: Soran
Sala çapê: 2018
Derûnî û fahmkirina wê
Di roja me de wê, derûnî wê weke gotineka ku wê pirr zêde wê derkeve li pêş bê. Bi ast û radaya pêşketina mirov û pêşketinên keseyetîya mirov re wê, fahmkirina derûnîyê wê, weke pêwîstîyekê jî wê, xwe bide dîyarkirin. Derûnî wê, weke aliyekî giring ê mirov jî wê werê li ser ziman. Ku bi derûnîkî û nerîna wê li mirov dihê nerîn wê, gotina weke ´her mirov wê, bi derûnî bê´ jî wê, were hanîn li ser ziman. Bi gotina ´her mirov bi derûnîya´ jî wê, têgîneka giring a hişmendî wê xwe bi wê re wê werê hanîn li ser ziman. Di vê çerçoveyê de em divê ku vê yekê jî wê werênina li ser ziman ku wê derûnî wê pêşî bi felsefîkî û piştre jî wê bi zanistî wê pêşbikevê. Di roja me de zanînên weke têkilîya derûnîyê bi civaknasîyê, bîolojiyê, rewşên din ên têgînî û teknîkî û hwd ku wê li ser mirov û keseyetîya mirov re wê were danîn wê, weke aliyekî giring wê, xwe bide dîyarkirin. Di vê çerçoveyê de wê, bi gelek şwayan wê weke şaqên wê, zanînên wê bi şaqî û zanistî wê pêşbikevin.
[1]