Li ba kurdan şert û krîterên qalkirina berhemekê çi ne?
#Zinarê Xamo#
Çapa duyem ya kitêba min bi navê ”Hebû Tunebû, #Antolojiya çîrokên zarokan# ”, îsal di meha gulanê da di nava weşanên weşanxana Rûpelê da derket.
Çapa antolojiyê ya yekem di sala 2008a da li Stockholmê ji alî weşanxaneya Apecê ve hatibû weşandin.
Di çapa yekem da 125 çîrok hebûn û kitêb 353 rûpel bûn. Di çapa duyem da 147 çîrok (xemîşok, mesele) hene û kitêb 410 rûpel in.
Ez li hêvî bûm piştî demekê bi kêmanî du sê kovarên edebî, çend rexnegir ewê dîtinên xwe li ser antolojiyê bibêjin wê bi xwendevanan bidin nasandin.
Lê ez gelkî saf bûme, min ji xwe ra xewn dîtine. Di ser derketina kitêbê ra 8 meh derbas bûn lê hîn jî koverekê, yek nivîskarî ya jî rexnegirekî edebiyatê qala kitêbê nekir, ew layiqî nasandinê û rexnekirinê nedîtin.
Heger kesî li ser tiştek nivîsîbûya minê bibihîsta, heta nuha ne min rexneyek dîtiye û ne jî kesî ji min ra qala nivîseke li ser antolojiyê kiriye.
Ez di googlê da jî lê geriyam min tiştek nedît.
Tenê dema derket antolojî Nezîrê Cibo di malpera Welatperwer da xeberek biçûk derbarê wê da waşand. Ew jî ji ber ku em hevalên hev bûn loma.
Yanî ji hizreke edebî zêdetir ji bo xatirê hevaltiyê ew xeber çêkir. Mala wî hezar carî ava be.
Ez baş nizanim bi kurdî ya jî bi kurdî û tirkî çend kovarên edebiyatê û rexneya edebî derdikvin.
Li gorî agahdariya hevalekî da min Nûbihar, Zareme, Kovara W, Çirûsk, Zend, Tîroj, Wêje û rexne, Zarema, Rewşen, Pênûs û belkî çend hebên din jî hene ez navên wan nizanim.
Van kovaran yekê jî heta nuha qala vê antolojiya 410 rûpelî û 147 çîrokên gelêrî(fabil)têda hene nekirin û ew bi xwendevanên xwe nedan naskirin.
Antolojiyê bala yek rexnegirekî, yek mamosteyekî zarokan, yek pedagokekî kurd nekişand.
Ez ji xwe ra fikirîm, min ji xwe got çima wiha ye?
Çima kovarekê, rexnegirekî ev berhem nedît û tiştek li ser nenivîsî?
Ya jî dîtin lê belê hêjayî qalkirinê û nirxandinê nedîtin.
Ez sebebê wê nizanim. Lê li ba min histekî wiha heye, dibe ku ev his şaş be.
Ez dibêjim ji bo ku rexnegirek, kovarek, nivîskarek qala berhemekê bike hin krîterên neeşkere, bi dizî hene. Ev krîter yek jî li min nayê. Ez çend texmînên xwe yên supjektîf rêz bikim:
1. Ya dibê meriv nivîskarekî bi nav û deng be, heyranên meriv pir bin, kesên bixwazin bi meriv ra rismekî bikşînin û dû ra di facê da belav bikin zêde bin.
2-Ya dibê meriv hinekî tucar û heta bêrû be, bi xwe delaliya berhema xwe bike. Yanî xelkê, dost û hevalên xwe, bi gelek riyên nayên bîra herkesî mecbûrî nivîsandinê bike.
3-Ya dibê meriv nivîskar ya jî kadirê kovarekê be. Wê demê berhema meriv ne hêjayî xwendinê be jî ji bo xatirê hevaltiyê hinekên tiştekî li ser berhema te binivîse û pesnê qelema te, pesnê zimanê te bide.
4-Ya dibê meriv di warê îdeolojîk û siyasî da merivê hin hêzan, hin komikan, bi kêmanî nêzî xwedî û birêvebirên koverekê, rexnegirekî be. Ev ”hevaltî” otomatîkman hemû derî, pace û teqan li ber meriv vedike.
5-Ya dibê weşanxaneya meriv pir jîr be, bizanibe reqlama xwe bike, kitêbên xwe bide nasandin û ji bo wê jî bi comerdî destê xwe bavêjê ji bêrîka xwe da. Yanî bizanibe xwe têxe çavê xelkê, bizanibe xwe bifroşe.
6-Ya jî dibê çend nivîsakrên tirk yên mezin hevalên meriv bin, rismên meriv bi hev ra hebin. Bêyî vê, heger meriv endamê PENa welatekî Ewrûpa ya jî endamê komeleyeke nivîskarên welatekî Ewrûpa be helbet ev yek him meriv ekstra meşhûr dike û him jî hevalan li der û dora meriv zêde dike.
Ji bo ku kovarek, rexnegirek, nivîskarek qala berhema meriv bike dibe ku hin krîter û şertên din jî hebin, lê nuha ev hatin bîra min.
Netîce, dema ez bala xwe didim van şertên ji bo ku kovarek, rexnegirek qala berhema meriv bike yek jî li bejn û bala min nayê, ez mîtroya berhemek ”hêjayî rexneyê ye ya na” kin dikim, dirêj dikim pere nake.
Ez ji van krîterên jorîn yekî jî bicî naynim. Loma jî pir normal e kes berhema min hêjayî qalkirinê nebîne…
[1]