Dewleta tirk Kurdistanê ji nuh ve îşxal dike
#Zinarê Xamo#
Dewleta tirk bi leşkerekî giran girtiye ser gelek bajarên Kurdistanê û qeweta xwe li serê kurdan diceribîne, mêraniya xwe nîşanî me kurdan dide, dixweze me serkut û çavtirsiyayî û qudûmşikestî bike.
Tirk bi kêmanî ev 150 sal in ji bo ku Kurdistan ji bin îşxala wan dernekeve û kurd azad nebin vê barbariyê li me kurdan dikin. Her carê bi hincetekê êrîşî kurdan dikin, gund û bajarên me dişewitînin.
Yanî xendek filan û bêvan hemû bahaneyên ji bo ku hêzên xwe li Kurdistanê zêde û xurttir bikin.
Çawa ku heta nuha kurd teslîm nebûn, bi vê sefera wan ya dawî jî ewê teslîm nebin û van hovan poşman bikin.
Her kurdê welatparêz û xwedî ûjdan dibê berî hertiştî li dijî vê îşxal û barbariya artêşa dewleta tirk derkeve, vê terora dewleta tirk protesto bike û ji bo gelê xwe doza azadî û serxwebûnê bike.
Bijî kurd û Kurdistan!
Bijî azadî û serxwebûna kurdan!
Bijî liberxwedana li dijî îşxalê!
Bimre barbarî, teror û îşxala dewleta tirk!
XXX
Demirtaş tiştekî xweş bi bîra Davutoglu xistiye.
Davutoglu her cara çûye Sûriyê tirm şîret li Esad kiriye, gotiye ”bi tank û topan êrîşî gelê xwe neke”!
Davutoglu şîretan li Esad dike, jê ra dibêje bi tank û topan êrîşî gelê xwe neke, lê belê ew bi xwe eynî tiştî dike, artêşa wî bi tank topan êrîşî kurdan dike.
Davutoglu, êrîşên Esad şaş, lê yên xwe rast dibîne.
Ji ber ku ew êrîşî kurdan dike, li hemberî kurdan bikaranîna her sîlehê mubah dibîne…
Ne xêra Demirtaş be kes tiştên wiha bi bîra van faşîstan naxe…
XXX
Heta ku kurd bi xwe bi hev nekevin, yek zora yekî nebe, yek yekî ji dijmin ra navêje ji erdê da kurd tu carî têk naçin, wenda nakin.
Yanî dijmin bi tena serê xwe tu carî zora kurdan nebiriye û îro jî nikane bibe.
Heger îro jî bêtifaqî nekve nabêna kurdan, kurd bi hev nekevin, kurdan zora dijminên xwe birine.
Lê tirsa min ew tirs e di nuxteya dawî da hêzên kurdan dîsa têkevin gewriya hev û dijmin jî ji vê teşxelê feydê bibîne û îcar jî zora kurdan bibe..
Her kurd, her kesê welatparêz dibê li dijî şer û pevçûna hêzan kurdan yên xwe bi xwe derkeve.
Îro roj ne roja berberiyê, şer û teşxeleyan e, roja tifaqê, hevkariyê, dostî û biratiyê ye. Ev tunebe emê hemû li zirarê derkevin.
Heger îcar jî em wenda bikin, heger îcar jî em ji van fersendan sûdê negrin bi Xwedê çû ji me da, careke din em nikanin werin ser xwe...[1]