Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,021
Wêne
  124,099
Pirtûk PDF
  22,092
Faylên peywendîdar
  125,864
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Jin a têgihiştî jin a xweparastî ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Jin a têgihiştî jin a xweparastî ye
Jin a têgihiştî jin a xweparastî ye
=KTML_Bold=Jin a têgihiştî jin a xweparastî ye=KTML_End=

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya #Kongra Star# Gulistan Gulo li ser girîngiya xweparastinê, mekanîzmaya perwerdeyê ya heyî û rola perwerdeyê ya ji bo xurtkirina xweparastina jinê ji ANF'ê re axivî.
Gulistan Gulo anî ziman ku bi Şoreşa Rojava re mekanîzmaya xweparastinê gihîşt asta herî bilind û diyar kir, jin a ku pêşengiyê ji civakê re dike, parastina civakê ji xwe re dike esas û ji bo jiyaneke ekolojîk li ber xwe dide, li ser koka xwe têkoşîna jinûve afirandinê meşand û hîn jî dimeşîne.
Gulistan Gulo ragihand ku misogerkirina xweparastina jinê, yanî ji bo jin bibe ya xwe, zane bibe, xwe bi rê ve bibe, îradeya xwe xurt bike, bi esaswergirtina mîrateya çanda xwedawendiyê serî li gelek rê û rêbazan dide û got, Li pêşiya ferz û zextên avaniya civak û malbatê ya kevneşop a li dijî jinê bend danî, li gel vê yekê ji bo afirandina civakeke demokratîk têkoşiya. Li hemberî pênase û nêzîkatiyên ku dibêjin, 'Jin nikare xwe biparêze, cihê jinê mala wê û kêleka hevserê wê ye, aqlê jinê kêm e', bi têgihiştina xweparastinê berxwedanek hate nîşandan.

Têkildarî sîstema perwerdeyê ya ji bo têgihiştin û xweparastina jinê jî Gulistan Gulo got, Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star ji bo karibe di çarçoveya projeya Neteweya Demokratîk de civakê perwerde bike û bibe xwedî rêxistiniyekê, di Konferansa Kongra Star a 6'emîn de ava bû. Di sîstema perwerdeyê de meclîs û komunan ji xwe re dike esas. Ji perwerdeyên branşê heta bi perwerdeyên îdeolojîk li akademiyên me li gorî asta perwerdeyê ya mirovan dewreyên perwerdeyê têne lidarxistin. Ji bo jin bibe xwedî pîşeyekî perwerdeyên branşê têne dayin. Pirsgirêkên civakê li van mekanîzmayan têne nîqaşkirin, hewl tê dayin ku bêne çareserkirin. Bernameyên me yên akademiyê jî ji bo zêdekirina asta zanebûnê ya jinê, naskirina xwebûna xwe, xwerêvebirin û têkoşîna ji bo mafê xwe têne amadekirin. Li saziyên me her hefte bi rêk û pêk sîstema perwerdeyê pêk tê.
Gaveke din a girîng jî mijara perwerdekirina mêr e. Weke Komîteya Perwedeyê ya Kongra Star me karê perwerdekirina mêr jî hildan ser milê xwe û li amadekiyan mêr têne perwerdekirin. Dema ku mêr ên tevlî perwerdeya dewreyên vekirî û girtî bûne beşdarî nava civakê dibe, di asta tê xwestin de nebe jî ji aliyê wekheviya zayendî ya civakî de têkoşînek tê dayin. Ji bo avakirina hevjiyaneke azad, modela malbateke demokratîk di perwerdeyên ji bo mêr de têkoşîna zayendî tê meşandin.

Gulistan Gulo li ser rola jinan a bilindkirina asta perwerdeyê û xurtkirina xweparastinê jî got, Bi rêya sîstema perwerdeyê em ji civakeke nezan ber bi civakeke zane ve diçin. Jineke zane û têgihiştî dike ku civak û neteweyekê zane biafire. Jin a têgihiştî xwedî hunera rêvebirina civakê ye. Jin a ku asta xwe ya têgihiştî pêşkêşî xizmeta civakê dike, bandorê li civakê dike ku gav bi gav zane bibe. Di vê mijarê de mirov dikare Şoreşa Rojava weke mînak nîşan bidin. Di demên destpêkê de ku sîstema perwerdeyê hate avakirin cudahiya navbera jin a perwerdekirî û ne perwerdekirî li holê bû. Piştî ku hejmara jinên perwerdebûyî zêde bû, kir ku hejmara jinên têgihiştî û civaka têgihiştî zêde bibe. Bi vî rengî li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî jinê têne meşandin bingeha xweparastinê hate danîn. Jin a zane tê wê wateyê ku dikare xwe biparêze. Jin a têgihiştî û zane jin a xweparastî ye. Jin a ku xwe nas dike, ew jin e ku dikare xwe biparêze. Jin a têgihiştî ew jin e ku dikare li ber êrişan rabe, li hemberî polîtîkayên qirkirinê tawîzê ji têkoşînê nade. Lewma bi têgihiştina jinê re xweparastin pêk tê. Jin ên zane û têgihiştî timî dibin hedefa dewleta Tirk û dewletên dijminê têkoşîna azadiyê ya jinan. Êrişa li dijî jin a têgihiştî ji bo qelskirina asta zanebûnê ya civakê têne kirin.

Gulistan Gulo ragihand ku ew dixwazin sîstemeke li ser bingeha wekhevî û demokrasiyê ava bikin û got, Em dixwazin mêrekî demokrat, jineke demokrat, yanî civakeke wekhev ava bikin. Bêguman ji bo avakirina vê sîstemê jî pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Di mijara wekheviya zayendî de ku tê xwestin bi Şoreşa Rojava re bê afirandin, gavên girîng hatin avêtin lê belê hilweşandina mejiyê serweriya mêr ê pênc hezar salî hêsan nîne. Lewma em têkoşîna xwe dewam dikin.

Gulistan Gulo li ser pêşengiya jinê ya di xweparastinê de jî got, Di avakirina civakê de çawa ku rola jinê girîng e, di vê serdemê de jî berpirsyarî û wezîfeya jinê zêde ye. Şoreşa Rojava weke #Şoreşa Jinê# deng veda. Lewma mîna deryayekê jin ber bi qadan herikîn, ji bo doz û mafê xwe têkoşiyan. Çawa ku jin malekê bi rê ve dibe di nava civakê de jî divê bi mîsyoneke bi vî rengî rabe. Dema ku mirov dikeve malekê eger jin ne amade be hingî mîna ku ew mal tarî ye xuya dike. Ji bo civakê jî ev yek derbasdar e. Tevlînebûna jinê li nava civakê dibe sedem ku ew civak ji rê derkeve. Ji ber vê jî ji malbatê heta bi saziyan divê jin li her qada jiyanê di asta rêvebirinê de be.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 551 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://anfkurdi.com/ - 18-07-2024
Gotarên Girêdayî: 14
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 08-07-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Jinan
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 11-07-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 27-08-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 29-10-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 551 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1118 KB 18-07-2024 Evîn TeyfûrE.T.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.485 çirke!