Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,620
Wêne
  123,876
Pirtûk PDF
  22,078
Faylên peywendîdar
  125,580
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Îro bi hezaran Zîlanan li çiyayên Kurdistanê çek rakirine
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya derfetên (mafê gihandina agahiyên giştî) ji bo her mirovekî kurd vedike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Gerîlaya HPJ’ê Aysel Wan
Gerîlaya HPJ’ê Aysel Wan
=KTML_Bold=Îro bi hezaran Zîlanan li çiyayên Kurdistanê çek rakirine=KTML_End=
Gerîlaya HPJ’ê Aysel Wan bi wesîleya salvegera şehadeta şehîd Zîlan, ji ANF’ê re axivî.
Aysel Wan diyar kir ku weke tevgera jin meha Hezîranê mehekî pir girîng e û wiha got: “Ji ber ku meha Hezîranê di asta pêşengî û dîroka me ya tevgera jinê de girîng e. Meha Hezîranê meha şehîdên jin e. Bi taybeta rêxistina me ya jinê ev meh wisa bi nav kir. Ji ber ku heval Zîlan, Sema Yuce, Gulan, Zîlan Pepûle û gelek hevalên din ên hêja di vê mehê de şehîd bûn. Weke jineke têkoşer ez vê mehê ji bo xwe weke hêz, bawerî û hezkirina ku wan hevalan çawa Rêber Apo fêm kir, dibînim. Dema ku em nameyên heval Zîlan û heval Sema dixwînin, em hîn zêdetir dikevin ferqa girîngiya wan. Wan hevalan xeteriya li ser jiyana Rêber Apo bi kûrahî fêm kirin û jiyan kirin. Rêber Apo got, milîtaneke Apoyî divê heval Zîlan rast fêm bike û jiyan bike. Heval Zîlan li dijî metirsiya li ser Rêber Apo, canê xwe feda kir. Yanî jiyaneke mirî, jinûve ava kir. Heval Zîlan xwedî kesayeteke tijî ye, Rêber Apo derbarê kesayeta wê de gelek gotinên binirx aniye ziman. Rêber Apo dibêje, heval Zîlan manîfestoye, xwendawend e û fermandara min e. Gelek şopdarên heval Zîlan çêbûn. Bi sedan, bi hezaran hevalan rêya heval Zîlan domandin. Heval Sema jî di sala ‘98’an de bi heman armancê çalakiya fedayî dike. Em van hevalan ne tenê di meha Hezîranê de, di çalakiyên xwe û her kêliya jiyana xwe de wan bi bîr tînin û pênase dikin. Em dixwazin wan hevalan rast jiyan bikin û fêm bikin, mîna wan şer bikin. Heval Zîlan ji bo Rêber Apo canê xwe feda kir, lê ev yek jî bes nedît û got, ‘Xwezî ji canê min zêdetir tiştek din hebûya ku min feda kiriba’. Bi rastî rast fêmkirin û jiyankirina heval Zîlan, ji bo me girîng e.”
Gerîlaya HPJ’ê Aysel Wan şehîd Zîlan Pepûle jî bi bîr anî û ev tişt got: “Şehîd Zîlan Pepûle ya ji #Rojhilatê Kurdistanê# jî yek ji şopdarên fermandar Zîlan e. Ew jî 30’ê Hezîrana 2006’an dema li Rojhilat şehîd dibe, dijmin hovîtiyê li ser cenazeyê wê pêk tîne. Hevalên ku li cem Zîlan Pepûle mayîne digotin, bi rastî jî mîna Pepûleyekî bû. Yanî çawa ku Pepûle di nava xwezayê de xwe ji êrîşan diparêze, ew jî wisa bû. Zîlan Pepûle ji bo ku wateya vê rojê bi gel, jin û ciwanan bide naskirin û fêmkirin, diçe da ku civînekê çêbike. Lê di encama komployekî de şehîd dibe. Bi hezaran şopdarên heval Zîlan û Zîlan Pepûle, şehîd bûn.
Yanî em di kesayeta wan bi hezaran hevalan de dibînin ku navê Zîlanê rakirin çiqas bi nirx e. Her ciwan û jineke Kurd dema xwe perwerde dike, xwe li gorî xeta van hevalan amade dike û jiyan dike. Naskirina van hemalan, naskirina Rêber Apo ye. Dema ku em li çiyayan xwe ji bo çalakiyekê yan jî wezîfeyekê amade dikin, em ji xwe pirs dikin ka gelo em çiqasê dikarin ji heval Zîlan re bibin bersiv. Ji ber ku heval Zîlan, xeta taktîkî ji bo me diyar kir. Heval Zîlan li dijî hêzên ku wê demê xwestin tevgerê tasfiye bikin, bû bersiv. Heval Zîlan niha ji bo me jî bûye ruh, fikir û îdeolojî. Heval Zîlan li dijî gotina ‘jina Kurd nikare şer bike û çalakî bike’ bû bersiv. Her wiha çalakiya xwe ji her alî ve plan dike û li gorî wê pêk tîne. Ruhê heval Zîlan bi heman awayî û heman taktîkê, niha li Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê; bi giştî li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyan dike. Her jineke Kurd li van çiyayan çek rakiriye û dixwaze mîna heval Zîlan heta dawiyê li dijî dijmin şer bike û bersiv bide. Wek artêşbûna jin bi rastî jî em gihiştine astekî pir bilind. Piştî çalakiya heval Zîlan, zihniyeta ‘jin nikare şer bike’ hate guhertin. Ev yek li çiyayên Kurdistanê hîn zêdetir tê dîtin. Her ciwanek ji bo bikare hîn baştir rêya Zîlanan fêm bike, divê bikeve nava hewldanê. Em soz didin ku weke jinên Rojhilatê Kurdistanê, heval Zîlan hîn baştir di nava gel de bidin naskirin û fêmkirin, ji ber ku her ciwanek jin dema beşdar bû bikare heval Zîlan baştir fêm bike. Ev erkê me ye û em soz didin ku vê erkê xwe pêk bînin. Em dubare soz didin ku em wan hevalan hem di jiyan, hem jî çalakiyên xwe de bidin jiyankirin.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 795 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://anfkurdi.com/ - 18-07-2024
Gotarên Girêdayî: 14
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 30-06-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Jinan
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 11-07-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-07-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 29-10-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 795 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.19 KB 18-07-2024 Evîn TeyfûrE.T.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.281 çirke!