Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,697
Wêne
  123,908
Pirtûk PDF
  22,078
Faylên peywendîdar
  125,599
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
YJA Starê Bêrîtan Nûrhak Çiya û Axîn Gabar bi bîr anîn
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Axîn Gabar
Axîn Gabar
=KTML_Bold=YJA Starê Bêrîtan Nûrhak Çiya û Axîn Gabar bi bîr anîn=KTML_End=
Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya #YJA# Starê bi vî rengî ye:
Bi tîhna evîna azadiya di dilê Zîlan de, bi sotîneriya agirê ji narîncoka wê pijiqî, her wiha bi mezinahiya çalakiya wan a bi wate, em şopdar û rêhevalên wê yên rasteqîn, Fermandar Bêrîtan Nûrhaq Çiya û rêheval Axîn Gabar, bi minetdarî bi bîrtînin. Bi sekin û bîrdoziya Zîlan jiyan kirin, bi rih û îradeya wê şer kirin, her wiha di rojên salvegera şehadeta wê de, ji nû de û di heman wateyê de sekna wê ya canbexşane raber kirin, ji nû ve vejandina giyana wê, ji bo me dibe bingehê dayina soz û peymanên mezin. Ku em roniya têkoşîna wan ebedî bikin, tîrêjên wê li hemû cîhanê belav bikin, dilê hemû jinên cîhanê pê bipêçin û ji seqema zihneyeta serdest rizgar bikin.
=KTML_Bold=FERMANDAR BÊRÎTAN DI PARASTINA NIRXÊN TEVGERA ME DE MÎNA ŞÛREKÎ TÛJ BÛ=KTML_End=
Fermandar Bêrîtan Nûrhaq Çiya, li ser xaka Mêrdîn a bi bereket û kevnar, di nava malbateke welatperwer û resen de, mîna sosineke heftrengî dibişkive. Di welatê me Kurdistanê de, mîna kulîlkeke bi felsefa bedewî û xwe parastina cewherî têşe digre. Lewra ew ti caran li hember zext û zilmdariya pergala serdest stuxwariyê napejirîne. Ji ber vê hêviyên jiyana azad her di nav #PKK#’ê û gerîla de dibîne, rêka xwe gihandina zelaliya bersivên rast jî, di ramanê mîmarê van pîroziyan; di fikrê Rêber Apo de dibîne, sala 2002’yan berê xwe dide nava refên azadiyê.
Teqeziya hezkirina PKK’ê ya di dilê Bêrîtan de ji zaroktiya wê heya kêliya pakrewaniya wê ti caran nehejiya. Lewra ew di yekseriya tevlîbûna xwe re, li hember her cure ferasetên tesfiyekaran bi helwesteke tekûz û zelal sekinî û tekoşîn kir. Bi jîr û jêhatiya xwe ew di demeke kin de bû parêzvaneke herî xurt ji jiyana Rêber Apo re. Ji aliyê bîrdozî de, bi xwendin û fêmkirina ramanên Rêber Apo xwe bi çek û rext kir. Lewra ew di parastina nirxên tevgera me de, mîna şûrekî tuj bû. Cihê ku fermandar Bêrîtan lê bana li wir xeta azadiya jina azad û serxwebûna wê, sernivîsa jiyanê û rêgezên wê ya bingehîn bû.
Fermandar Bêrîtan hîn dema jiyan dikir jiyana xwe xelatî doza azadiya welatê xwe kiribû. Li ku derê pratîkeke gerim û giran heban, ew li wir di sengerê pêş de bû. Bi îsrar û daxwaza xwe ew li seranserî qadên welat ji Rojhilat, Başûr û heya Bakûr her di nava ceng û çalakiyan de bû. Ji bo vê jî ew ji bo her hevalekî/e xwe, mîna pirtûkeke bi ezmûnên giranbuha xemlandî bû. Kesayeta Bêrîtan; kesayeta jina Kurd a şerker, bi nirx û etîkên civaka xwe ve girêdayî, di xwe gihandina jiyana azad û bi rûmet de bi rik û vîn e.
=KTML_Bold=DI WÊ BAWERIYÊ DE BÛ KU ŞOREŞA KURDISTANÊ BI TÊKBIRINA DAGIRKERIYÊ YA LI BAKUR WÊ PÊK WERE=KTML_End=
Li her qada ku rêheval Bêrîtan lê xebat dane meşandin, her demî ji bo cewherî kirina paradîgmaya jiyana demokrat û azadiya jin kire rêgez. Ji qada Qendîl heta Zagros ji Zagros heta Metîna bi avakirina têkiliyên hevalbendiya Apoyî, dikarî xwe bigihîne cîhana hemû heval û avahiya xwe. Coş û heyecana jiyana PKK’ê bi kenê xwe yê ji dil bi wan dide hîskirin. Cardin bi sekna xwe ya fermande, bi disiplîn û rêbaza xebitîna xwe ya bi tempo, sekna fermandariya şoreşgerî bi wan dida fêr kirin, bi hêviyên xwe yên mezin, bi baweriya xwe ya bê sînor ber bi serketinê ve meşiya. Bi ruhê serketinê yê qehremanên Zendura û Girê Hekarî ve, mîna pêleke ji bayê hêviyê li nav dil û giyanê dorhêla xwe digeriya.
Pêkanîna şopên rêheval Bêrîtan her bi çûyina Bakûrê Kurdistan û çiyayê Gabarê re dikemilîn. Wê di çûyina qadên Bakûr, nêzbûna ji Rêber Apo re didît. Nêzbûna ji hevalê şehîd re, dilsoziya bi wan re didît. Ew di wê îmanê de bû ku şoreşa Kurdistanê ya mezin wê ji xilaskirina dagirkeriya li ser xaka Bakûr destpê bike. Ji bo vê jî, her bi wê ezim û viyanê berê xwe da wan qadan. Dilsoza gelê Kurdistanê bi şêwazê şer û jiyana xwe ji me her kesî re, asta girêdan û baweriya xwe ya bi gotinên xwe re nîşan da.
Fermandar Bêrîtan 22 salan bê rawestan çiya bi çiya li pey avakirina jiyaneke bi rûmet û azad geriya. Bi xîret û azweriya xwe pîroziyên jiyana azad parast û bilind kir. Li xeyalên şehîdan xwedî derket û di kuraniya dilê xwe de navê wan koland. Wê qedir û nirxê meha Hezîranê careke din bilind û mezin kir. Rihê Berîtan yê ji teslîmiyetê re redker, rihê Zîlan yê fedaî û bi azadiyê bawer, wê ev herdû seknên bi şan û şiyan di leylana Hezîranê de nîgar kir.
=KTML_Bold=HEVRÊ AXÎN GABAR BI TEVLÎBÛNÊ XWEST XWE BIGIHÎNE CEWHERÊ NASNAMEYA JINÊ YA HEQÎQÎ=KTML_End=
Rêhevala me Axîn Gabar jî, li Botanê di nava malbateke bi kokên axa xwe ve girêdayî û welatperwer de tê dine. Lewra ew hîn ji zarokatiya xwe de li rastiya nasnameya bindest a gelê xwe hayil dibe. Dikeve ferqê ku ew xwedî dijminekî zordar û zalim e. Polîtîkayên bişaftin û leystokên şerê taybet zû keşif dike. Bi vê hayilbûna xwe re, rêheval Axîn bi eşkereyî şêwaza jiyana xwe diyar dike û xeta têkoşîna li hember vê serdestiyê dike bijarteke jiyana xwe. Bi meşandina xebatên milîsiyê re sînordar namîne û tîbûna xwe ya ji jiyan azad re li çiyayên Kurdistanê derbas dike.
Rêheval Axîn bi tevlîbûna xwe re, mebest kir ku nasnameya sexte ya pergalê jê re pêşkêş dikir red bike û xwe bigihîne cewherê nasnameya jinê ya heqîqî. Lewra ew salên dirêj di oxira vê mebestê de meşiya û tekoşîn kir. Axîn di wê zanistê de bû ku, di çiyayan de jî xwe gihandina jiyaneke azad wê ne bihesanî be, lewra wê bi kedeke mezin xwe pêşxist û bi hêz kir. Ji çiyayê Qandîl heya Heftanînê salên bi tekoşeriyê tije derbas kir. Di cenga Heftanînê de ew her bû dilsozê gotina hevalên xwe yên şehîd û bi dijmin da fêm kirin gotina “Ev der Heftanîn e” ka tê çi wateyê.
Wê di serî de weke jineke bi hebûna xwe ya serbixwe, dûra jî bi nasnameya jina Kurd şerkirina xwe ya li hember dagirkeriyê weke darbeyekê li hember zihniyeta zilamsarî dinirxand. Lewma xwe kûr kirina wê ya di warê leşkerî de, di rêbaz û taktîkên şerê demê de, bê sînor bû. Bi rihê xwe yê çalakger cihê ku lê bûya destûr nedida destên qirker bi hêsanî bigihîjin xaka Kurdistanê. Israra di xwe gihandina kesayeta jina azad, bingeha keleha armancên Axîn bû. Di nava xwîna wê de diherikî û di hestiyê xwe de kola bû. Lewra wê di rastiya perwerdeya PKK’ê de û bi taybet di dibistana şehîd Bêrîtan de, bi eyneya heqîqetê li kesayeta xwe meyze dikir û di teyisîna wê de gavên xwe yên ber bi serxwebûnê de diyar dikir.
MILÎTANA CENGÊN MEZIN, HEVRÊYA ROJÊN GIRAN, ŞOREŞGERA DOZA KURDISTANÊ
Cihê ku rêheval Axîn lê bûya xwezayî dibû fermandara wir a jiyanê, ji bo hevalên xwe dibû navenda moral, hêz û cesaretê. Axîn milîtana cengên mezin, rêhevala rojên giran û şoreşgera doza Kurdistanê bû. Wê hêz û bilind kirina têkoşîna xwe ji manewiyata girêdana bi hevalên xwe yên şehîd digirt, ji bo tolgirtina wan her mezin şer dikir û mezin jiyan dikir. Bi merama jiyandina rihê fermandarên mîna Hejar, Esmer û Zelalan her bi bawerî û vîneke çiyayî di rûyê dagirkeriyê sekinî û darbeyên giran lêxist. Ji bo mezinkirina têkoşîna şehîdan û pêkanîna xeyalên wan, bi lêhûrbûneke kûr, bi îdîa û biryardarî wê berê xwe da Botanê.
Di 19’ê Hezîrana sala 2024’an de, di rojên salvegera fermandara fedaî Zîlan de Axîn jî mîna Bêrîtan Çiyayan salvegera fermandara fedayî bi şerkeriya xwe û bi rihê xwe yê fedayî pêşwazî kir. Ew bi giyenek Apoyî û wêrek, heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer dike û digihije asta pakrewaniya pîroz.
=KTML_Bold=DILSOZIYA XWE YA BI ŞEHÎDAN RE BI ÇALAKIYÊN XWE ŞÊNBER KIRIN=KTML_End=
Bêrîtan û Axîn dilsoziya xwe ya bi şehîdan re bi çalakiyê xwe şênber kirin. Di jiyana xwe de bi zanist ji Rêber Apo hezkirin û bi pakrewaniya xwe hezkirina xwe ebedî û rasteqîn kirin. Ew her li pey rastiyan geriyan, her ku êş û azariyê rastiya civak û #jina Kurd# dîtin, bi wan êşan xwe hîn bi hêz kirin û şerê xwe mezintir kirin.
Wan baş fêm kiribû ku ya li ser jinê tê ferzkirin xiyaneta bi jiyanê re ye. Ji bo jiyan ji vê îxanetê rizgar bibe, divê ji nû ve jiyan bi destê jin, bi zanist, hest û bedewiya wê were saz kirin. Ji bo ev pêk were, ew her xebitîn, têkoşîn û şer kirin. Di oxira wê de jî canê xwe kirin gorî.
Em jî dibêjin: Em rêhevalên Bêrîtan û Axînan in, têkoşîn û şerê ku wan daye meşandin em ê di şewqa giyana wan a pîroz de, her geş û mezintir bikin. Bi serxistina doza azadiya Kurdistan û pêkanîna şoreşa jinê em ê dilsoziya xwe ya bi van herdû lehengan û hemû qehremanên şoreşa Kurdistanê re bînin cih.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 692 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://anfkurdi.com/ - 18-07-2024
Gotarên Girêdayî: 14
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 28-06-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Jinan
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 11-07-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-07-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 29-10-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 692 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1174 KB 18-07-2024 Evîn TeyfûrE.T.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.344 çirke!