Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  583,343
Wêne
  123,517
Pirtûk PDF
  22,050
Faylên peywendîdar
  125,018
Video
  2,191
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,934
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,356
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,660
عربي - Arabic 
43,635
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,455
فارسی - Farsi 
15,586
English - English 
8,502
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,024
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,569
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,816
Kurtelêkolîn 
6,778
Şehîdan 
4,498
Enfalkirî 
4,774
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,269
PDF 
34,621
MP4 
3,821
IMG 
232,780
∑   Hemû bi hev re 
272,491
Lêgerîna naverokê
Serkeftin û berxwedana Kobanê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kobanî
Kobanî
Serkeftin û berxwedana Kobanê
Hisên Çatikkaş

Erdogan bi doza #Kobanî# dixwaze ji gelê kurd tola têkçûna stratejiyên xwe werbigire. Lewre niha asta faşîzma xwe bilindtir dike û hemû aliyên tirkan li dijî kurdan dora xwe dicivîne.
Navê Kobanê beriya 9-10 salan bi têkoşîn û lehengiya keç û xortên kurd di rojeva mirovahiyê de cihê xwe girt. Bi vê têkoşîn û lehengiyê navê Kobanê, Rojava, kurd û Kurdistanê li dinyayê deng veda. Bi heman awayî bi dewla serê keç û xortên kurd hovîtî û barbariya DAIŞ’ê ya bûyî bela serê mirovahiyê di nav kolanên Kobanê de têk çû. Keç û xortên kurdan li nav kolanên Kobanê li ber xwe dan û bi canê xwe #DAIŞ# û hevkarên wê bi plan û projeyên wan ve rû reşkirin.
Lewra dewlet û hêzên kapîtalîst mecbûr man ku alîkariyê bidin kurdan. Bi dewla serê vê berxwedana keç û xortên kurd stratejiyên dewletên herêmê serobino bûn û mecbûr man ku stratejiyên xwe yên mezinkirina DAIŞ’ê biguherînin. Di bingehê de têkçûna DAIŞ’ê li nav kolanên Kobanê, têkçûna faşîzma kesk bû ku di pêşengiya AKP’ê de li herêmê dihat meşandin. Bi navê dewleta tirk AKP’ê, DAIŞ mezin kir ku projeyên xwe li herêmê pêş bixe. Ji bo DAIŞ mezin bibe, AKP’ê bi her awayî hevkarî û piştgiriya DAIŞ’ê kir. AKP’ê hevkariya xwe ya bi DAIŞ’ê re ti caran venaşart. Jixwe pirî caran hevkariya AKP’ê bi DAIŞ re kete ber objektîvên kamerayan jî. Werhasil AKP’ê ji bo berjewendiyên xwe yên ser tunekirina kurdan hevkariya çeteyan kir û çete li seranserê Kurdistanê belav kirin. Ev hevkariya AKP’ê ya bi çeteyan re li ber çavên kurdan û dinyayê pêk dihat. Lewra kurdan kiryarên DAIŞ’ê yên li Şengalê, başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê wekî kiryarên AKP’ê dizanîn.
Bêguman di dema berxwedana li nav kolanên Kobanê de tevahiya Kurdistan û dinyayê mirovan berê xwe dan Kobanê û ji bo serkeftina Kobanê çalakî li dar xistin. Kurd û şoreşgerên dinyayê li dora Kobanê bûn xeleka berxwedan û azadiyê. Tevî van çalakiyan jî dewleta tirk û AKP’ê hevkariya xwe ya bi DAIŞ’ê re qut nekir, berevajiyê vê piştgiriya xwe ya bi çeteyan re zêdetir kir. Ji ber vê hevkariyê kurd û dostên wan li her derê ketin nav liv û tevgerê. Di heman demê de hêrs û kîna kurdan li hemberî hevkarî û piştgiriya AKP’ê ya bi çeteyan re gihişt asta herî bilind û li gelek deveran xwepêşadanên girseyî li dar xistin.
Bêguman ne bi bangewaziya HDP’ê serhildana 6-8’ê cotmehê pêk hat. Jixwe gelê bakurê Kurdistanê wekî tevahiya kurd û dinyayê ew demeke dirêj bû ku li ser piyan bû û li hemberî êrîşên DAIŞ û hevkarên wan têdikoşiya.
Bi gotina Erdogan a “ev e Kobanê jî têk diçe” kêr gihişt hestî, di carekî de li her derê bakurê Kurdistanê çalakiyên mezin ên aştiyane ji hêla gel ve hatin lidarxistin. Bi êrîşkirina hêzên dewletê û kontrayê AKP’ê çalakî veguherîn serhildana bakurê Kurdistanê. Her çiqas berxwedana Kobanê bi xwe re serhildana 6-8’ê cotmehê anî jî bi êrîşên dewlet û kontrayên wê xwîn herikî. Lewre di vê serhildanê de ti mesûliyeta HDP’ê nîne. Li vir pirs ev e: Çima parlementerên HDP’ê hatin girtin û doza Kobanê li wan hat vekirin? Bêguman bersiva vê pirsê li cem kurdan zelal e, lê dîsa jî divê bê destnîşankirin ku stratejiyên dewleta tirk û AKP bi berxwedana Kobanê têk çûn. Lewra mecbûr man hinek stratejiyên nû ava bikin. Di nav stratejiyên wan ên nû de tunekirin kurdan esas bû, lewra parlementerên kurd avêtin girtîgehên xwe. Ev yek jî bi hevkariya Kiliçdaroglu yê serokê CHP’ê kirin. Hiqûqa xwe jî ji bo pêkanîna stratejiyên nû wekî amûra sereke bi kar anîn. Jixwe hiqûqa dewleta tirk ne ji bo pêşxistina demokrasî, edalet û wekheviyê ye. Berevajiyê vê yekê amûra parastina dewletê ye.
Erdogan bi doza Kobanê dixwaze ji gelê kurd tola têkçûna stratejiyên xwe werbigire. Lewre niha asta faşîzma xwe bilindtir dike û hemû aliyên tirkan li dijî kurdan dora xwe dicivîne. Heta niha karûbarên xwe bi MHP’ê re aşkere meşand, lê bi hevkariya CHP’ê koalîsyona dijî kurdan ava kiriye. Çawa ku Kiliçdaroglu got; “ev yek dijqanûnî ye, lê em ê bêjin erê” Ozel jî bi hevdîtina Erdogan re cezayê li siyasetmedarên kurd erê kir. Lewre di heman kêliyan de leşkerên Ergenekonê ji girtîgehan berdan.
Her çiqas di nav siyaseta rojane ya Tirkiyeyê de şer û nakokiyên cidî hebin jî li ser xeta dijî kurdan şer û nakokiyên xwe yên rojane diavêjin hêla din û di çarçoveya bîrdoziya tirkitî û parastina dewletê de ṣerê li dijî kurdan rewa dibînin. Ji ber vê yekê CHP jî wekî MHP’ê li kêleka Erdogan cih digire. Di esasê xwe de bi her awayî CHP li kêleka dewleta xwe cih digire. Lewre li hemberî bêhiquqiyên li Kurdistanê bêdeng dimîne û ji nedîtî ve tê.
Heta roja îro dewletên dagirker bi dehan pêşengên kurdan an kirina penaber an jî kuştine. Dewletên dagirker naxwazin ku kurd li dora pêşengekî kom bibin. Lewra Qazî Muhammed, Şêx Saîd, Seyyîd Riza bi dar ve kirin. Bi komployeke mezin Abdullah Ocalan avêtin girtîgehê. Ev 25 sal in ku rêberê gelê kurd ji civaka kurd dûr xistine. Bi têkçûna DAIŞ û stratejiyên wan ên li Kurdistanê re tecrîdeke nedîtî danîn ser rêberê gelê kurd. Her wiha xwestin bi polîtîkayên taybet birêz Abdullah Ocalan û birêz Selahattîn Demîrtaş wekî alternatîfên hev nîşan bidin. Lêbelê birêz Selahattîn Demîrtaş di her derfetê wekî navenda çareseriyê birêz Ocalan nîşan da. Jixwe di serê kurdan de jî ev yek zelal bû û di dilê kurdan de cihê her duyan jî hebû, kurdan ji her duyan jî ez dikir. Ji ber vê yekê di vê polîtîkaya xwe de jî li hemberî kurdan têk çûn. Lewre 42 sal cezayê girtîgehê dan Selahattîn Demîrtaş. Bi doza Kobanê xwestin ku dîroka kurdan bînin bîra wan.
Serkeftina Kobanê bi doza Kobanê ve girêdayî ye ango bi berxwedana Kobanê ve têkildar e. Lewra çawa em xwedî serkeftina Kobanê derketin, divê em xwedî girtiyên doza Kobanê jî derkevin da ku serkeftineke tam pêk were. Ev jî bi şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan, rakirina cezayê birêz Demîrtaş hatî birîn û redkirina hemû hêz û partiyên li dora pergala faşîst kom dibin, pêkan e. An naxwe wê serkeftina Kobanê nîvco bimîne.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 670 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://xwebun.org/- 12-07-2024
Gotarên Girêdayî: 14
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 11-06-2024 (1 Sal)
Bajêr: Kubanê
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 12-07-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-07-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 29-10-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 670 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.203 çirke!