Hevgirtina dagirkeran û belavbûna kurdan
Hisên Çatikkaş
Parçekirina Kurdistanê ya di nav çar welatên dagirker de yek ji armancên van hêzên navnetewî ye ku bi vê parçekirina #Kurdistanê# karibin li Rojhilata Navîn krîzan organîze bikin.
Şer bi qasî dîroka mirovahiyê temendirêj e. Lê hewce nake ku em ewqas dûr biçin. Bi kurtasî meriv dikare şerî bi vî awayî pênase bike; bikaranîna tundiya fîzîkî ye ku di navbera du hêz an jî dewlet û rêxistinan de pêk tê. Bêguman veguhestina şeran li gorî armanc û sedemên serdemî tên guhertin. Di roja îro de jî şerê teknîkê li pêş e. Bi pêşketina teknîkê rê û rêbazên şer, taktîk û stratejiyên şeran guherîn. Lewra şerên îro li deverên cuda yên cîhanê pêk tên li gorî şerên cihanê yê yekem û duyem cudatir in. Dewletên wekî Emerîka, Îngiltere, Almanya û hwd. bi teknîkên xwe yên şer, şerê Kurdistanê, Ukraynayê û Xezayê xwedî dikin. Dewletên global van şeran di bin kontrola xwe de digirin da ku bi hêsanî çek û cepilxaneyê xwe bifiroşin, biceribînin û pêş bixin. Helbet mesele tenê ne çek in, kontrolkirina civakan, tirsandina gelan jî sedemên sereke yên van şeran e. Pergala kapîtalîst ji krîzan xwe xwedî dike. Lewre her tim krîzan ava dike û yek ji van krîzan jî şer in.
Parçekirina Kurdistanê ya di nav çar welatên dagirker de yek ji armancên van hêzên navnetewî ye ku bi vê parçekirina Kurdistanê karibin li Rojhilata Navîn krîzan organîze bikin. Ango tenê ne çar dijminên kurd û Kurdistanê hene. Hêzên navneteweyî jî ji ber berjewendiyên xwe dijminatiya kurd û Kurdistanê dikin. Dewleta tirk a parçeyekî van hêzên navneteweyî, li gorî dil û daxwaza van hêzan li Kurdistanê û li dijî kurdan zêdetirî sed salî şerê qirêj dimeşîne. Di heman demê de Îran, Iraq û Sûriye jî li gorî berjewendiyên xwe û hêzên navneteweyî şerê li dijî kurd û Kurdistanê her tim di rojeva xwe de digirin û dema dixwazin komkujiyên mezin pêk tînin. Dewleta Iraqê ya dagirker komkujiya Helepçeyê bi çekên van hêzên navneteweyî pêk anîbû. Dagirkeriya Îranê li gorî dilê van hêzan û li ser esasî berjewendiyên xwe pêşengên kurdan bi dar ve dike. Sûriye jî bi heman armancan bi salan kurd hiştin bênasname û li rojavayê Kurdistanê xeta ereban ava kir. Tevî hemû polîtîkayên hêzên navneteweyî û dagirkerên Kurdistanê jî kurdan tu caran ji armanca Kurdistaneke azad gav paşde neavêtin. Ev şerê hêzên navneteweyî û dagirkeran ê li dijî kurd û Kurdistanê tu caran negihîştiye armancên xwe û wê negihîje jî. Helbet di pêşiya armancên kurdan benda ava dikin û kurdan bi tunebûnê re rû bi rû dihêlin. Lê tişta xuya dike, ne dagirker wê karibin kurdan tune bikin ne jî wê karibin armancên kurdan tune bikin. Di pêvajoya vî şerê demdirêj de kurdan tu caran ji vî şerê qirêj ê li dijî wan serî netewandin û her tim li hemberî dagirkerên Kurdistanê derketin. Tevî komkujiyên mezin ên wekî Zîlan, Agirî, Dêrsimê, Mahabat, Helepçe û hwd. jî kurd di her derfetê de li dijî zilm û zordariya dijmininên Kurdistanê û dagirkerên Kurdistanê bi ruhekî berxwedêrtir derketine holê.
Yek ji şirîkê van hêzên navneteweyî û dagirkeran dewleta tirk e ku di her derfetê de komkujiyê mezin li hemberî kurdan pêk tîne. Dewleta tirk heta îro polîtîkaya xwe ya sereke li dijî kurd û Kurdistanê ava kiriye. Ji ber ku hebûna xwe di tunebûna kurdan de dibîne; înkarkirin, tunekirin û bêstatûhiştina kurdan ji xwe re esas digire. Lewra her tim êrîşê destkeftiyên kurdan dike. Bêguman hemû dewletên dagirkerên Kurdistanê bêstatûhiştina kurdan ji xwe re esas digirin, lewre her tim Îran him Başûr û him jî Rojavayê Kurdistanê êrîşên xwe yê li dijî destkeftiyên kurdan kêm nake. Ev hêz bi çek û cepilxanêyên xwe yên tijî teknîk ku ji hêzên navnetewî digirin, kurdan dikujin û komkujiyên mezin dikin. Li ber çavên mirovahiyê sucên dijmirovahiyê pêk tînin. Dagirkerên Kurdistanê qadên jiyanê yên kurdan bombe baran dikin û kurdên sivîl bi hincetên çêkirî qetil dikin. Di bingeha van êrîşan de helbet armanc tunekirina destkestiyên kurdan e. Başûrê Kurdistanê her roj dibe armanca bombeyên Tirkiye û Îranê ku li vir statûyeke kurdan heye. Herdu dagirker jî li gorî xwe hincetan dibînin.
Dewleta tirk ji bo têkçûna xwe ya li dijî gerîlayên Kurdistanê veşêre, êrîşên xwe yên li dijî herêmên cuda yên Kurdistanê zêdetir kiriye. Stratejiya şerê qirêj ê dewleta tirk tevî hemû hêza xwe ya teknîkî, çek û cebilxaneyê li hemberî aqil û vîna mirovî sernakeve. Balafirên wan ê bêmirov, bombeyên wan ê kîmyewî, kamera û dûrbînên wan ên bi hezaran dolar li hemberî taktîk û stratejiyên gerilayan vale derdikevin. Ji ber ku gerîla bi aqil û vîna mirovî van çekên wan di rêya şerê rewa de pûç dikin, ev yek jî wan dîn û har dike. Gerîla bi rê û rêbazên nû çek û cepilxaneyên leşkerên tirk ên bi milyonan dolar pûç dikin. Ji bo wê Tirkiye berê leşkerên xwe dide, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi heman çekan sivîlan dikuje û qadên sivîlan tune dike. Li dijî gund, navendên kar, nexweşxaneyan êrîşan pêk tîne û her wiha bi eşkere dest nîşan dike ku dê li hemberî qadên sivîl van êrîşan bidomine. Ev hêzên navnetewî ku kurdan bi canê xwe ew ji komkujiyên DAIŞ’ê rizgar kirin, li hemberî êrîşên dagirkerên Kurdistanê ker, lal û kor dibin. Ji ber ku berjewendiyên van hêzan û dagirkeran yek in.
Tevî van hemû êrîş û xetereyên li ser destkestiyan jî em kurd hê bi qirika hev ketine û bi hincetên dagirker hevdû sucdar dikin. Tişta xuya dike, em bi dilê xwe yekitiyê xwe çênakin heta ku dagirker evqasî bi hêsanî û bêyî xemê bixwin her roj me dikujin. Lê ev yek me mecbûrî yekitiyê dike ango di nav vî şerê bêser û ber ku li Rojhilata Navîn diqewime de em bi dewla serê dijminên xwe mecbûr in ku yekitiya xwe çêbikin. Heke ku dijminên kurdan, dagirkerên Kurdistanê ne, divê kurd jî li hemberî van dagirkerên axa xwe yekitiya xwe çêbikin da ku xwe ji tunebûnê rizgar bikin an naxwe di vê sedsala şerê sêyemîn ê cîhanê de kurd wê bi tunebûnê re rû bi rû bimînin. Her roj dewletên faşîst ên tirk û Îranê her kêlî êrîşê statûya başûrê Kurdistanê dikin û sivîlan dikujin. Îran bi rejîma Baas re dibe yek û êrîşê statûya Rojavayê Kurdistanê dike. Êrîşên dewleta tirk li ber çavên cîhanê li dijî qadên sivîlan pêk tên. Niha bajarê Silêmaniyê daniye ber çavên xwe. Piştî têkçûna wan a di hilbijartinên Kerkûkê de û piṣtî serkeftina YNK’ê ya di heman hilbijartinan de li heman bajarî çavên dewleta tirk tarî bûn û niha li bendê ye ku derfetan çêbike da ku bi awayekî êrîşê Silêmaniyê bike.
Hêzên mezin ên kurdan YNK, PDK û PKK mecbûr in ku yekitiya netewî ava bikin da ku statûyên xwe winda nekin. An naxwe ew ê her car bibin armancên hêzên statûya kurdan naxwazin. Ew ê bi hincetên sosret êrîşên xwe rewa nîşan bidin. Lê di bingeha van êrîşan de bêguman bêstatûhiştina kurdan heye. Lewre an em ê di nav van êrîşan de bibin yek û xwe ji van êrîşan biparêzin an jî em ê her roj bên kuştin û qetilkirin. Heke hêzên kurd yekitiya netewî ava bikin, wê ti dagirker nikaribin evqasî hêsanî kurdan bikujin. Dibe ku hinek bêjin gelo ma dagirker jî nikarin li ser berjewendiyên xwe li dijî kurdan hevgirtineke mezintir çêbikin? Helbet ew jî dikarin li dijî kurdan hevgirtineke mezintir çêbikin û jixwe hevgirtina dagirkeran di hêla bêstatûhiştina kurdan de heye jî, lê belê hêz û vîna gelê kurd bibe yek wê ti hêz nikaribin li hemberî vê vîn û hêzê bisekine û wê kes nikaribe bi hêsanî êrîşê statû û destkeftiyên kurdan jî bike. Niha dem dema lihevhatina partiyên kurdan e. Niha dem dema parastina statû û deskeftiyên kurdan ên li Başûr û Rojava ye.[1]