Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,474
Wêne
  123,328
Pirtûk PDF
  22,040
Faylên peywendîdar
  124,595
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Naskirina neteweyan û rewşa Rojava
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Naskirina neteweyan û rewşa Rojava
Naskirina neteweyan û rewşa Rojava
=KTML_Bold=Naskirina neteweyan û rewşa Rojava=KTML_End=
Hisên Çatikkaş
Têkilîdanîna di navbera dewletan an jî netewe yan de li ser bingeha naskirinê pêk tê. Heke dewlet hevdû nas nekin têkiliyên xurt çênabin. Têkilîdanîna di navbera du neteweyan an jî dewletan de piranî li ser bingeha hiqûqa navneteweyî pêk tên.
Di vê sedsala li ser bingeha kapîtalîzmê û pergala wê ya siyasî netew-dewletê de yek ji pirsgirêkên sereke ya di qada navneteweyî de naskirina neteweyan e. Naskirin di navbera du kes an jî tiştan/hêzan de pêk tê. Di hiqûqa navneteweyî de naskirin; qebûlkirina rewşa heyî û rêbaza girîngîdayîna mafan e. Heke mirovek weke kes neyê dîtin bêguman wê ew mirov neyê naskirin an jî heke neteweyek weke netewe neyê qebûlkirin wê di qada siyasî de neyê naskirin jî. Qebûlkirin dibe bingeha naskirinê, lewra di qada nawneteweyî ya siyasî de qebûlkirina mafên neteweyan dibe sedema naskirina statuya neteweyan. Ji bo vê yekê di vê sedsalê de pêwîstiya hemû kes, hêz, netewe û welatan qebûlkirina kes, hêz, netewe û welatên din heye. Bi kurt û kurmancî ji bo neteweyek bibe xwedî statû, divê ji hêla hêzek, neteweyek an jî dewletekê ve bê naskirin.
Qebûlkirina kes ji hêla kesan ve qebûlkirina neteweyê ji hêla neteweyan ve û qebûlkirina dewletê ji hêla dewletan ve pêk were, wê demê naskirin jî pêk tê. Ji bo qebûlkirinê yan jî naskirinê berjewendiyên kes, hêz û neteweyan girîng in. Di vê pergala kapîtalîst de berjewendî amûrên sereke yên naskirinê ne. Helbet tenê berjewendî têra naskirina di navbera du hêz an jî du dewletan de nake. Pêwîstî bi hevsengiya hêz an jî dewletan jî heye. Li aliyê din jî pêwîst e ku kes, hêz an jî neteweya dixwaze xwe bide naskirin divê xwediyê bikaranîna amûrên sereke yên naskirinê be. Ango divê karibe li gorî berjewendiyên kes, hêz û neteweyên serdest hevsengiyeke xurt bi kar bîne. An naxwe wê nikaribe ku xwe di qada navneteweyî ya siyasî de bide qebûlkirin ango naskirin. Li sermeselê di lîteretura Neteweyên Yekbûyî de mafê çarenûsa neteweyan di destên neteweyan de ye. Lê belê ev maf piştî mafê dewletan tê ango heke destnîşankirina çarenûsa neteweyekê ne li gorî daxwaza dewletê be, di qada navneteweyî de nayê pejirandin
Bingeha naskirinê
Têkilîdanîna di navbera dewletan an jî neteweyan de li ser bingeha naskirinê pêk tê. Heke dewlet hevdû nas nekin têkiliyên xurt çênabin. Têkilîdanîna di navbera du neteweyan an jî dewletan de piranî li ser bingeha hiqûqa navneteweyî pêk tên. Bêguman naskirina neteweyan bi hiqûqa navneteweyî ve girêdayî ye, lêbelê hêzên hiqûqa navneteweyî çêdikin jî li gorî berjewendiyên xwe çêdikin. Ji ber vê yekê jî ji bo naskirina neteweyekê hevsengiya di navbera hêzên navneteweyî de roleke girîng dilîze. Ev hevsengî dibe ku li gorî konjuktura demê biguhere yan jî dibe ku li gorî berjewendî û hêza dewletên li herêmê biguhere. Her wiha li gorî van guherînan jî derfetên naskirinê derdikevin. Di van demên krîtîk de neteweyek dikare gavên girîng biavêje, bi rol, stratejî û dîplomasiyeke xurt di qada neteweyî ya siyasî de cihekê ji bo xwe veke.
Her çiqas hîmê hiqûqa navneteweyî li ser berjewendiyên hêzên navneteweyî hatibe avakirin jî neteweyên din divê bi rê û rêbazên cuda xwe vê hiqûqa navneteweyî bidin qebûlkirin da ku bên naskirin. Ev rê û rêbaz carinan dibe li gorî berjewendiyên hêzên navneteweyî bin carinan jî dibe ku li gorî hiqûqa navneteweyî bin, ango bi gotina bav û kalan heta girika hêzên di xema naskirinê de pişt hêçik bikeve divê li gorî şert û mercên heyî dîplomasiya naskirina xwe bimeşînin…
Dîplomasî û naskirin
Tevî hemû têkoşîn û berxwedana gelê #rojavayê Kurdistanê# jî hê di qada siyasî de nehatiye naskirin. Lêbelê rewşa niha ya rojavayê Kurdistanê helwestdanîneke li hemberî dewletên dagirker, hiqûq û hêzên navneteweyî. Ji ber ku rojavayê Kurdistanê karên navxweyî bi rê ve dibe, bi derve re jî bi rêyên siyasî û dîplomatîk dixwaze xwe bide naskirin li hemberî pergal, hêz û hiqûqa navneteweyî çalakî û berxwedana herî mafdar dimeşîne. Tevî ku gelek hêzên navneteweyî xwedî têkiliyên leşkerî ne jî hê di hiqûqa xwe de cih nedane rojavayê Kurdistanê. Helbet di qada leşkerî de têkilî û danûstandin hene û ev têkilî û danûstandin girîng in jî, lê mixabin ev têra naskirin û parastina herêmê nake. Lewra divê berpirs û siyaseta kurd bala xwe bidin ser dîplomasiyê da ku karibin derfet û destkeftiyên herêmê biparêzin û Rojava di qada navnetewî de bikin xwedî statû. Heke herêm bikeve nav hiqûqa navneteweyî, wê diyalog û danûstandina bi dewlet û hêzên navneteweyî re hêsantir bibin. Her wiha dema Rojava bibe xwedî statû, wê dewletên dagirker jî nikaribin kuştin û qetlîaman jî evqas hêsanî pêk bînin.
Ji bo nenaskirinê erîş dike
Ji bo naskirina neteweyekî pêwîstî aramiya herêm, civak û bi cîranên wê re heye. Ji ber vê yekê dewleta tirk li ser rojavayê Kurdistanê her tim êrîşan pêk tîne. Aramiya herêmê naxwaze û li dijî Rojava polîtîkayên şer dimeşîne. Aramiya rojavayê Kurdistanê di heman demê de aramiya herêm û civakên herêmê ye. Li gorî vê zanebûnê, dewleta tirk a di pêşengiya AKP û MHP’ê de li rojavayê Kurdistanê şer didomîne. Hemû dagirkerên Kurdistanê dizanin ku bêstatûhiştina Rojava di heman demê de bêstatûhiştina tevahiya Kurdistanê ye. Lewra hêlekê Sûriye û Tirkiye bi rêya çeteyên xwe şer dikin li hêla din jî li ser berjewendiyên xwe yên li dijî kurdan li hev dikin.
Çawa ku dewletên dagirker ji bo bêstatûhiştina rojavayê Kurdistanê tewîzê didin hev, hêzên navneteweyî û di ser de jî hiqûqa navneteweyî ya ku wan bi xwe destnîşan kirine jî bin pê dikin divê kurd jî têkiliyên dîplomatîk bi hêzeke yekgirtî bi aliyên peywendîdar re xurt û geştir bikin. Bêguman divê yekem armanca kurdan di 12 saliya Şoreşa Rojava de parastina destkeftî û dannaskirina statûya Rojava be. Ji bo vê jî xurtkirina têkilî û danûstandina di navbera Başûr û Rojava de girîng e. Ji ber ku Başûr di hiqûqa navneteweyî û Iraqê de tê naskirin, ev dikare bibe sedema naskirina Rojava jî.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 787 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://xwebun.org/- 12-07-2024
Gotarên Girêdayî: 21
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 05-08-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 12-07-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-07-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-07-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 787 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.219 çirke!