Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,803
Wêne
  123,936
Pirtûk PDF
  22,082
Faylên peywendîdar
  125,651
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Ji ku derket: Jin Jiyan Azadî?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ji ku derket: Jin Jiyan Azadî?
Ji ku derket: Jin Jiyan Azadî?
=KTML_Bold=Ji ku derket: Jin Jiyan Azadî?=KTML_End=
Hisên Çatikkaş
Dîroka fîlozofiyê li ser dijberiya ramanê ava bûye. Her çiqas bi demê re nêrînên ku dijberan tînin cem hev hebin jî di eslê xwe de fîlozofî li ser ramanên cuda ava bûye. Lewra di filozofiyê de têgih û ramanên xweser girîng in. Helbet bi van ve têkildar divê hevgirtina fikir jî hebe. Ango di filozofiyê de divê têgih, raman û hevgirtina ramanê hev du temam bikin. Ev her sê xal fîlozofiyeke xweser dikarin ava bikin. Heke kesek li ser pirsên beriya xwe bingehên têgihên xwe baş dane, ramaneke xweser ava bike û hevgirtineke van ramanan hebe, wê demê meriv dikare qala fîlozofiya wî/wê bike. Lê bi pêşketina fîlozofiyê û teknolojiyê re xaleke din li van xalan zêde bûye ku ew jî hevtemamkirina raman û pratîkê ye. Ji ber ku di roja me ya îroyîn de zanist yekane riya rast tê qebûlkirin, zanistî carinan zordestiyê li fîlozofiyê dike. Bi gotineke din carinan pratîk zorê dide ramanê lê kêm be jî carinan raman zorê dide pratîkê. Lê hem dîroka fîlozofiyê û hem jî ya zanistê cih nedaye raman û kirinên jinan. Lewra ev her du qad jî di aliyê jinan de kêm mane.
Tevî hemû kar û barên jinan ên di jiyanê de mêran serdestiya xwe li dîrok û şariştaniyê da qebûlkirin. Her çiqas avakarê jiyanê jin bê jî bi demê re mêran ev diyarde ji wan dizîn an jî ji wan standin. Mêran xwe weke xwediyê jiyan, şaristanî û azadiyê da nîşandan, her wiha ev yek bi jinan jî da qebûlkirin, jixwe ji ber vê yekê gelek fîlozofên femînîst dibêjin ku jin ragirên zayenda civakî ne. Jinên ji jiyan û azadiyê dûr ketîn, weke nûnerên pergala baviksalarî tevdigerin û vê pergalê li zarokên xwe didin pejirandin. Helbet li vir jin nayên tawambarkirin, ji bo balê bikişînin li ser fêlbaziya mêran wiha tê gotin.
Fîlozofî li ser dijberiya obje û subje/kirdeyê pêşketiye. Jin jî di dîroka fîlozofiyê de wekî obje hatiye binavkirin. Kirde her tim mêr e û mêr avakerê her tiştî hatiye nîşandan. Lewra fîlozofiyê ti rol nedaye jinan û jin carinan bûne dehbe, pîrebok carinan bûne zindiya piştî ajalan ango ajal jî li gorî jinan di asteke jortir de ne. Abdulah Ocalan bi fîlozofiya xwe ev tiştên li ser jinan hatîn ferzkirin hemû red kirin. Berêvajiyê fîlozofiya Rojava û zanista Rojava jin xistin navenda jiyan, azadî û fîlozofiya xwe. Ocalan da diyarkirin ku heta jin azad nebe meriv nikare qala jiyan û azadiyê jî bike. Ango azadiya jiyanê bi azadiya jinan ve girê da. Îro di fîlozofiya Ocalan de jin bûne xwedî vîn, pêşengtiyê ji şoreş û şerî re dike. Jina xwedî vîn bi vê fîlozofiyê dest bi guhertina hişmendiya xwe û mêran kir. Di destpêkê de xwe guhertin, dûv re mêrên derdora xwe, herêma xwe û niha jî berê xwe dane guherîna dinyayê. Helbet ji bo vê gelek bedel da û kurt kurmancî ev fîlozofî bi xwînê şîn kir. Ev fîlozofî di pratîk de hate honandin ango ev tenê di gotinê de nema, tevgera jinên kurd di her qada jiyanê de pratîka vê pêk anî. Di qada siyasî, leşkerî, dîplomasî, hişmendî û hwd. de #jinên kurd# xwe bi vê fîlozofiyê heyî kirin. Xwenaskirina jinan bi fîlozofiya Ocalan pêk hat. Lewra îro li seranserî Ewropa û gelek deverên din jinên azadîxwaz dirûşmeya jin jiyan azadî diqîrin.
Mijara vê nivîsê jî di eslê xwe de ev dirûşm e ku li ser bingeheke dûvdirêj a vê bedeldayînê ye: Jin, jiyan, azadî. Bê guman temenê vê dirûşmeyê pir ne dirêj e ku meriv dikare bibêje hê ciwaniya xwe dijî. Ev dirûşm li ser bingehê fîlozofiyeke xurt hatiye gotin ku hem di gotinê de hem jî di kirinê de şênber bûye.
Ev gotin bi têkoşîna tevgera jinên kurd li her aliyê Kurdistanê #Kobanî# , Amed ê, #silêmanî# , #mako# û hwd derket û îro li tevahiya dinyayê tê berzkirin. Ev gotin li ser bingeha fîlozofiya Abdulah Ocalan a der heqê jin, jiyan û azadiyê de derket û belav bû. Nêrînên Ocalan ên der barê têgihên jin û jiyanê yên wekî “ev her du têgih ji heman çavkaniyê ne, lewra ji bo azadiya jiyanê pêwistî azadiya jinan heye” rê li ber vê dirûşmê vekir. Vê nêrînê, fîlozofiya li ser bingeha serdestiya mêr hatî avakirin jî serobino kir. Dijberiya jin û jiyanê ji holê rakir û azadiya jiyanê bi azadiya jinan ve girê da. Vê yekê da diyarkirin ku heta koletiya jinê hebe, jiyan jî wê kole be. Diyalektîka li ser bingehê dijberiya azadiya jin û jiyanê cihê xwe hişt hevkariya wan. Lewra îro jin û jiyan di heman astê de daxwaza azadiyê dikin.
Lewra jinên ku li nav sînorên qada taybet/malbatê hatî hepiskirin bi vê fîlozofiyê derket qada gelemperî û di şer, berxwedan û serhildanan de pêşengtiya azadiya xwe û jiyanê kir. Bi vê fîlozofiyê jinan hov û barbarên DAIŞ’ê bi tilîlî û dirûşma jin, jiyan, azadî têk birin. Bi vê fîlozofiyê jinan keziyên xwe xistin sembola serhildana dijî melayên komara sêdarê. Bi vê fîlozofiyê jinan serî li hemberî baviksalariya hezar salan rakir û xwe heyî kir.
Mêrên derdora vê fîlozofiyê jî têgihiştin ku azadî bi azadiya jin û jiyanê pêkan e, lewra beriya jinan êdî mêr jî vê dirûşmê diavêjin.
Jixwe li gorî Abdurahman Gok di çalakiya yekem a piştî definkirina Jîna Emînî de ciwanekî 16 salî ev dirûşme avêtiye û piştî wî ciwanî ev bû sembola serhildana Rojhilat û Îranê. Bi serhildana Rojhilat û Îranê ev dirûşm li gelek dever, parlemento û qadan hate gotin. Ji aliyê gelek siyasetmedar, rewşenbîr û rêxistinan ve hate berzkirin. Ev dirûşme bû mijara gelek nivîs, nûçe û bernameyên televîzyonan.
Helbet beriya vê serhildanê jî ev dirûşm hebû û ji aliyê gelek kesan ve dîsa dihat gotin. Di çalakiyên jinan de dirûşmeya sereke bû. A rast ev dirûşm bi berxwedana jinên Rojava ango YPJ’ê li dinyayê belav bû. Bi YPJ’ê jiyana azad bi destên jinên azad şênber bû û pratîka vê fîlozofiyê gihişt asteke bilind. Weke gotina dawî ramana bikeve pratîkê, ew raman diguherîne û nemir dibe. Niha ramana jiyana azad bi jinaên azad pêkan e, ketiye pratîkê û jiyaneke nû pêşkeşî mirovahiyê dike. Naxwe em careke din biqîrin û bibêjin: JIN, JIYAN, AZADÎ; JIN, JIYAN, AZADÎ; JIN, JIYAN, AZADÎ!..[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,200 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://xwebun.org/- 12-07-2024
Gotarên Girêdayî: 22
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 09-10-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Jinan
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 12-07-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-07-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-07-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,200 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.141 çirke!