Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,113
Wêne
  123,319
Pirtûk PDF
  22,027
Faylên peywendîdar
  124,454
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Berxwedana kurdan û dagirkerî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Berxwedana kurdan û dagirkerî
Berxwedana kurdan û dagirkerî
=KTML_Bold=Berxwedana kurdan û dagirkerî=KTML_End=
Hisên Çatikkaş
Dagirkerên Kurdistanê li dijî kurdan û li ser axa Kurdistanê şerê tunekirinê dimeşînin. Hemû desthilatên dagirker ji bo berdewamiya xwe, kurdan wekî amûreke şer didin nîşandan. Ji Tirkiyeyê bigirin heta Îranê hebûna xwe li ser tunebûna kurdan dibînin. Jixwe Sûriye û Iraq ji ber pirsgirêk û şerên navxweyî derfetê nabînin ku êrîşê kurdan bikin. Her çiqas di rabirdûya van herdu dewletan de jî dijminatiya dijî kurdan rewa hatibe dîtin jî niha nikarin zêde bela xwe li kurdan bidin. Lê Îran û Tirkiye ji bo perdekirina pirsgirêkên navxweyî şerekî bêexlaqî li dijî kurdan dimeşînin. Plan û projeyên kontrolkirina civaka xwe li gorî kuştina kurdan amade dikin û li gorî wê dixin meriyetê.
Ev du meh zêdetir e li Îran û li #rojhilatê Kurdistanê# qetlîaman pêk tîne. Her roj zarok, jin û mirovên bêguneh dikuje. Di ser de jî#başûrê Kurdistanê# her roj topbaran dike. Li gorî xwe senaryoyan ava dike û li gorî van senaryoyan kurdan dide ber top û guleyan. Bêexlaqiya van dagirkeran şênber e ku her kêlî li ber çavên mirovahiyê pêk tên. Lê li dijî hovîtî û barbariya dagirkeran berxwedana gelê kurd jî bêguman di asta herî jor de ye. Li Rojhilat çalakiyên girseyî li hemberî dijminatiya dagirkeran tên lidarxistin. Tevî ku her roj bi dehan kes tên kuştin jî hevgirtineke civakî derdikeve holê. Hêvî û baweriyeke mezin a serkeftinê di nav civakê de heye. Kurdên rojhilatê Kurdistanê dagirker û dijminê xwe baş nas dikin, lewra hevgirtina di nav bajaran de pir xurt e. Kurdên li rojhilatê Kurdistanê bi berxwedana xwe senaryoyên komara sêdarê vê kêliyê vale derdixe. Keziyên Jîna Emînî bûn sembola vê berxwedanê û bi ramana jin jiyan azadî li tevahiya cîhanê belav bû.
Li hêla din dewleta dagirker a tirk jî ji bo tengasî û pirsgirêkên navxweyî bide jibîrkirin berê xwe dide kurdan. Helbet sedem ne tenê pirsgirêkên wan ên navxweyî ne, dîroka dagirkerên Kurdistanê li ser tunekirina xwecihiyên herêmê hatiye avakirin. Gelek netew û gelên herêmê bi polîtîka û senaryoyên dagirkeran hatine qirkirin. Lê tevî ku li dijî kurdan heman polîtîka û senaryo meşandine jî bi berxwedan û serhildanên kurdan heta niha negihîştine armancên xwe. Belê kurd tune nekirine lê heta niha kurd bêstatu hiştine. Bêstatuhiştina kurdan niha bûye armanca van dewletan a sereke. Lewra Îran li Rojhilat her roj kurdan darve dike, bombebaran dike û êrîşê statuya başûr dike. Tirkiye jî heman rêbazan li ser kurdan dimeşîne, carinan li bakur carinan li başûr carinan jî li rojava qetlîaman pêk tîne. Li rojava statuya ku kurdan bi dest xistî yekem armanca dagirkeran e ku Îran li kêleka rejîma Sûriyeyê cih digire û ji bo ku Tirkiye jî vê statuyê hilweşîne her tiştî dike. Lewra her tim senaryoyên nû dixe meriyetê. Yek ji van senaryoyan jî bêguman teqîna Taksîma Stenbolê bû. Lê beriya meriv behsa teqîna Taksîmê bike, divê meriv li ser rewşa dewleta tirk û têkiliyên wê biaxive.
Têkiliyên dewleta tirk û çeteyên wê yên li Sûriyeyê niha tevlîhev in ku herî dawî #Efrîn# di nav dagirkeriyê de careke din ji aliyê komek çeteyên din ve hat dagirkirin. Tirkiyeyê Efrîn ji komeke çeteyan stand û da koma selefên DAIŞ’ê. Tirkiye bi rejîma Baasê re careke din diyalogê çêdike û jixwe di asta îstixbarî de hevdîtin jî pêk anîn. Helbet ev dilnexweşiyeke mezin di nav çeteyan de çêkir. Bi vê têkiliyê ve girêdayî çend pirs:
– Di erebeya polîsekî tirk de 52 kîlo madeyên teqînê hatin girtin û kes di ser vê bûyerê de neçû. Ew polîs kî bû?
– Ew madeyên teqînê bi ku ve dibirin û ji bo kî dibirin?
– Silêman Soylû wê roja teqîn pêk hatî li Sûriyeyê/Îdlîbê bû. Gelo li wir çi dikir?
– Çima di nav sivîlan de ev teqîn pêk hat û çima dewletê û Silêman Soylû got ku PKK/YPG’ê ev çalakî kiriye?
Carinan pirs ji bersiva çêtirin, lewra hewceyî bi bersivan nabe. Dema teqîn pêk hatî jî bêguman ne tesadûf e. Ka kerem bikin;
Divê bê destnîşankirin ku doza qedexekirina PKK’ê heye û dadgeha Brukselê jî beriya niha biryara ku “PKK ne rêxistineke terorîst e” dabû. Niha jî dozeke wê li Lûksemburgê didome, li gorî parêzeran wê heman biryar bê dayîn. Divê neyê jibîrkirin ku li gelek welatan kampanyaya “PKK ne rêxistineke terorîst e” tê meşandin û ev jî ber bi dawiyê ve diçe ku hedef 4 milyon îmze ye.
Meseleya çekên kîmyewî di rojevê de bû û ji dinyayê bertekên mezin dihatin dayîn. Kurd li gelek deveran derketibûn qadan û hesab ji dewleta tirk dipirsîn. Li tevahiya Ewropayê çalakiyên mezin hatin lidarxistin. Dewleta tirk mecbûr ma û got ku “me çekên kîmyewî bi kar neanîne.”
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke mezin heye, şer bi her awayî di bin kontrola berxwedêran de ye û artêşa tirk nedikare pêşve here ne jî dikare paşve vegere.
Tayyîp Erdogan çû civîna G20’an û nedixwest ku dest vale here. Pêwîstiya wan bi senaryoyekê hebû, senaryoya herî baş jî ji bo wan bêguman kuştina sivîlan bû.
Li ser bûyera Taksîmê bi awayekî lezûbez senaryoyek hat çêkirin. Bêguman senaryo li ser kurdan û Rojava bû. Lê her kêliya derbas bû û di her daxuyaniya rayedarên dewletê de nakokî, guman û pirs zêde bûn. Tevî nakokî û pirsan jî senaryoya xwe xistin meriyetê. Êrîşên hovane birin ser Rojava û li wir gelek sivîl şehîd kirin. Bi balafiran cihên pêwîstiyên jiyanî hedef hatin girtin, şebekeyên avê, navendên elektrîkê, nexweşxane, dibistan û hwd. kirin hedef.
Divê ev jî bê diyarkirin ku dewletên dagirker dijmin in, lewra hovîtî û faşîzma li Kurdistanê dimeşînin ne tenê ya desthilatan ango AKP-MHP an jî Xamaney e. Ev encamên polîtîka û senaryoyên dewletên dagirker in. Şerê li dijî kurdan tê meşandin stratejîk û demdirêj e. Ji ber vê jî sibê Erdogan an jî Esad li dijî kurdan dikarin tawîzan bidin hev û li dijî kurdan bi hev re şer bikin.
Gotina dawî, divê em kurd bi dagirkeran bidin fêmkirin ku kurd û Kurdistan ji dagirkerî û hovîtiya wan mezintir in. Tevî hemû barbarî, hovîtî, faşîzm û senaryoyên wan jî îro hiş, îrade û baweriyeke xurt a kurdan heye. “Hûn ê me qir bikin, xwelî serê we be.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,292 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://xwebun.org/- 12-07-2024
Gotarên Girêdayî: 49
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 08-10-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 12-07-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-07-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-07-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,292 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!