Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,952
Wêne
  124,010
Pirtûk PDF
  22,090
Faylên peywendîdar
  125,813
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Rûpelek Ji Dîroka Zimanê Kurdî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rûpelek Ji Dîroka Zimanê Kurdî
Rûpelek Ji Dîroka Zimanê Kurdî
Rûpelek Ji Dîroka Zimanê Kurdî
Nivîsandin û Amadekirin: #Rohat Alakom#

Ev nivîsa #Karlênê Çаçаnî# ku em li jêr diweşînin di derbarê metranê ermenî Migirdiç Tîgranyan da ye ku di nîvê duwem yê sedsala 19an da li herêma Dîyarbekirê bi tîpên ermenî çend pirtûkên kurdî weşandiye. Ew di sala 1815an da hatiye dinê û kurdên herêmê ji nêzîk ve nas kiriye. Lêkolerê kurd Karlanê Çaçan dîyar dike ku wek mînak M. Tîgranyan di sala 1860an da bi tîpên ermenî “Elîfbarêza kurmancî û ermenî” û di sala 1866an da jî wek mînak pirtûkeke din bi navê “Çirayê ronayî” diweşîne. Karlanê Çaçan (1930-2012) kesê ku ev nivîsa di derbarê Migirdiç Tîgranyan da amade kiriye lêkolerekî kurd e, bi salan li Ermenîstanê li ser mijara têkiliyên kurd û ermeniyan kar kiriye. Yek ji wan xebatên wî ya balkêş jî ev e: Pizmamtiya Cimaeta Ermenîya û Kurda (Sovetakan Grog, 1977). Karlanê Çaçan di vê pirtûka xwe da jî cîh dide jîyan û xebatên Migirdiç Tîgranyan ku di nav kurdên herêma Dîyarbekirê da bi karên perwerdeyê mijûl bûye. Qasî 12 sal derbas dibin Karlanê Çaçan bi vê nivîsa xwe wisa xuya dibe xwestiye careke din bala xwendevanan bikşîne ser Migirdiç Tîgranyan. Nivîsa Karlanê Çaçan di rojnameya Rêya Teze da hatiye weşandin: Karlanê Çaçanî, Şuxulkirina Migirdiç Tîgranyane Ronayîdarîê (Rêya Teze, 13/12 1989). Çawa di kunya nivîsê da jî xuya dibe paşnava wî carina wek “Çaçanî” tê bi kar anîn. Em zêde têkilî zimanê vê nivîsa Karlanê Çaçan nebûn, wek xwe li jêr pêşkêşî xwendevanan dikin. Ev nivîsa di derbarê dîroka perwerdeya bi zimanê kurdî balkêş e, me xwendevanan dibe Dîyarbekira salên 1860an. Him ev xebatên Migirdiç Tîgranyan yên zimanê kurdî, him jî ev nivîsa Karlanê Çaçan dîroka zimanê kurdî, dîroka Dîyarbekirê jî dixemilînin, dewlemend dikin. Gelo mirov li pey şopa van pirtûkên Migirdiç Tîgranyan bikeve nikare wan di arşîv û pirtûkxaneyan da bibîne, naveroka wan bi hûralî bighîne nifşên nû? Ez bawer dikim xwendevanên meraqdar dê rojekê ji nav me derkevin!
$Şuxulkirina Migirdiç Tîgranyane Ronayîdarîê$
“Wexta em derheqa dostîya cimaetêd ermenîya û kurdada xeber didin, gotî bi şêkirdarî derheqa wan ewledêd cimaeta ermenîyada bêjim ku xebateke pirmezin kirine bona nava kurdada pêştabirina şuxilê ronayîdarîê.
Em vê qsêda dixwazin derheqa ewledekî cimaeta ermenîayî aqilbend, wekîlê ruhanya Dîarbekirê Migirdiç da xeberdin, ku mecal dane sazkirinê bona çawa zarêd ermenîya ku kurdî xeberdidan, usa jî bona zarêd kurda mekteba veke, wana bi zimanê kurdî hînî xwendin û nivîsarê bike, bona dostîya cimaetêd ermenîya û kurda mehkembe. Ew diçû gundêd ermenîya û kurda dê û bavê zarêd kurdara xeber dida wekî ewana zarêd xwe bişînine mektebê. Gelek cîya jî ewî bi xwe mekteb vedikirin. Ewî xebata xweye ronayîdarîê hîmlî li qezaêd Dîarbekirê û Bitlîsêda pêşta dibir.
Sala 1841ê M. programeke bi navê navê “Qanûna Tezekirina Kurdistanê, Ermenîstanê û derheqa hal û wextê wêda” hazir dike. Bi vê programê ewî têra dîtibû çawa gundêd ermenîyada, usa jî gundêd kurdanda xebata ronayîdarîê fireke, mekteba veke. Programa wî alîyê hine ermenîêd konservatîvda hate krîtîkkirinê, lê M. dest ji nêt- meramê xwe nekişand û mecal saz kir bona ew program emrda mîaserbe.
Ew deh salê emrê xwe pêşkêşî ewê xebata zîyaretî dike, lê telebextra destbi şerê orta Urisêtê Tûrkîyaêya salêd 1853-1856a dibe. Hema van sala jî destbi ûsyana Ezdanşîr dibe û halê welêtî tevîhev mecalê nade bona ew meremê xwe bîne sêrî. Lê helbest, paşwextîyêda ew xwe dîsa bi temamî pêşkêşî wî şuxulî dike. Sala 1860î M. bona zarê ermenîya ku kurdî xeber didin û bona zarê kurda bi herfê ermenî, lê bi zimanê kurdî kitêbekê hazir dike û nav dike “Elîfbarêza kurmancî û ermenî” û bi vê elîfbayê dersê dide zara. Rûkî vê kitêbê ermenî bû, lê rûyê mayîn kurdî.
M. ji wan fikirdarê ermenîayî pêşin bû ku her tişt kir bona nava kurdada xwendin û nivîsar pêşta here. Derheqa kirina M. e qencda rojnama ermenîyaye Paykar awa dinivîse:“M. ê epîskopos herfê ermenî bi zimanê kurdî hev anî û elîfba kurdî hazirkir. Ewî gundê Lîçê, Sîlvanê, Xîzanê, Sêrtê û êd mayînda mekteb vekirin, li ku zarêd ermenîya û kurda rex hevdu rûniştî her yek bi zimanê xwe hînî xwendin û nivîsarê dibûn”
M. axirîê dît, wekî tenê gelekî çetine ewê xebatê pêşda bibe. Ewî bere-bere heleqetîyêd xwe wekîlêd întelîgensîa ermenîyaye pêşra mehkem kir û sala 1860î Konstantînopolîsêda (Stembol) hevaltîk teşkîl kir bi navê: “Vetezekirina Rohilatê”, sedrê kîjanê wekîlekî întelîgensîa ermenîayî aqilbend Momçyan bû, dewsgirtîyê wî rêdaktorê rojnema ermenîaye“Megû” Harûtyûn Svaçyan bû. Nava wedekî kinda gelek wekîlêd întelîgensîa ermenîya dora vê hevaltîê berev bûn, êd ku programa M. begem kirin û çawa gundêd ermenîa, usa jî gundêd kurdada xebata ronayîdarîê birin, mecal dane sazkirinê bona mehkembûna dostîya ermenîya û kurda.
Bi komekdarîya vê hevaltîê sala 1866a M. bona zarê ermenîya û kurda dîsa bi zimanê kurdî kitêba xweye mayîn:“Çirayê ronayî” çap dike. Ewî vê kitêbêda xebernama kurdî-ermenî, hesaba, qinyatêd derheqa pirsêd terîqê, dinêzanebûnêda cîwarkiribû. Ew bi çetinayke mezin vê kitêbê çap dike û dişîne gundê ermenîya û kurda. Xebateke M. e mayîn jî gelekî hewaskare, ku ewî navkiribû: “Hayêlî Gorsos” (yanî Neynika Şuxilkirinê), ya ku sala 1864a li Stembolê çap bû. Ew kitêba bi zimanê ermenîye û derheqa hal û wextê qeza Dîarbekirê, dostîya ermenîa û kurdandane. Ewî usa jî hine kitêbêd ruhanîyê ji ermenî tercimeyî zmanê kurdî kirine.
Belê M. ji wan fikirdarêd ermenîaye pêş bû ku kemala dostîya ermenîya û kurda rind zanibû û badilhewa nînbû ew pêşxebera vê kitêba xweda awa dinivîse: “Xwezla min wî merivî, wekî Kurdistanê û Ermenîstanê bi carekêva aza, nava pêşdaçûyîna ulm, ronayêda bibîne”.
Ronayîdarêd nolanî M. qurna 19da gelek bûn, êd ku bi aqilbendî û dûrdîtî nêzîkî pirsa dostîa herdu cimaedêd qedîm dibûn, nava pevgirêdanêd wane kulturîêda qewata zor didîtin. Lê ji terîqê eyane wekî hukumeta Tûrkîyaê bi her teherî dicedand ewê dostîyê biteribîne. Hukumeta Tûrkîyaê wekîlêd xwe şandine Dîarbekirê mektebêd ku M. vekiribûn, dadan. M. jî sirgûnkirin.
M. şuxilkirina xweva emekê layîq kire nava mehkemkirina dostîya herdu cimaeta, mecal dane sazkirinê bona nava cimaeta kurdada xebata ronayîdarîê bê firekirinê. Rojnema ermenîaye “Arêv” şuxilkirina M. vê derecêda bilind qîmet dike û dinivîse ku ewî hela wextê xweda gelekî rind tê derxistiye, wekî lazime nava bnelîêd kurd û ermenîda xwendinê pêşta bibin, kîjan ne ku tenê dikare nava ermenîya û kurdada edlayê sazke, lê usa jî rojeke nav û nîşan wê wanra azayê û serbestîê bîne” (Ji krilî bo latînî: R. Alakom)
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 664 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kovarabir.com/ 16-07-2024
Gotarên Girêdayî: 6
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 12-02-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Werger
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Perwerde
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Ermenistan
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Burhan Sönmez ) li: 16-07-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 16-07-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 16-07-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 664 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.234 çirke!