Her hejmarek #Rojnameya Şerq û Kurdistan# çar rûpel e, bi alfabeya erebî û zimanê osmanî hatîye nivîsandin û li beşê kunyeyê hatîye nivîsandin ku “di hefteyêk de du caran tête neşirkirin” Li gor agadarîyên heyî, nayê zanîn ku ev rojname li ser hev çend hejmar hatine neşirkirin. Îro li ber destê me hejmarên 1, 2 û 5 hene. Hejmara duyemîn a Şerq û Kurdistan, 24-11-1908 ê hatîye neşirkirin. Li ser bergê hejmara pêncemîn (5.) jî, tarîxa 05-12-1908 ê hatîye lêkirin.
Li ser bergê rojnameyê mottoya (dustûra) “Ev rojname, teswîra rewşa sîyasî ya Şerqê û şaîbeyên Xerbê yên der barê însanîyetîyê de dike” (Şarkın siyasi vaziyeti ile Garbın insaniyete karşı şaibelerini tasvir eden gazetedir) hatîye lêkirin. Ev dustûra jorê, ji alîkî ve armanc û xeta îdeolojîka rojnameyê jî dîyar dike; berpirsyarên rojnameyê, li hemberê nêrîn û nirxên Awrupayî (Xerbî), parastina nirx û nêrînên Şerqî dikin. Di nivîsa destpêk a rojnameyê ku bi navê “îfade-î mahsusa” û bênav hatîye nivîsandin de, îzehata vê dustûra jorê weha hatîye kirin: “Em çima îddîaya şaîbeyên Xerbê dikin? Li gor dîtina wan, şerqîyan li Şerqê dîmenek kirêt derxistine holê. Meseleya Şerqê ji alîyê wan ve bi vê awayê tête dîtin. Belê ji ber vê yekê em behsa neheqî, bêşefaqetî, xedir, kîn, mexsed û meyla Xerbê dikin û em dê bikin; ku ev di zahîrê de şîrîn xuya dike lê di rastîyê de şaîbeyên wan ji bo însanetîyê êşekî giran peyda kirîye.”
[1]