Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,123
Wêne
  124,145
Pirtûk PDF
  22,098
Faylên peywendîdar
  125,959
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   Hemû bi hev re 
274,096
Lêgerîna naverokê
Dewleta Fedlawî (Hezarhespî) / 1156-1423
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dewleta Fedlawî (Hezarhespî) / 1156-1423
Dewleta Fedlawî (Hezarhespî) / 1156-1423
Dewleta Fedlawî (Hezarhespî) / 1156-1423
Nivîskar: #Şerefxanê Bedlîsî#

DEWLETA FEDLAWÎ(HEZARHESPÎ)/1156-1423
Li Gorî #Şerefname# yê:
FERMANREWAYÊN FEDLAWÎYAN YÊN KU BI NAVÊ LORA MEZIN (BUZURK) BI NAV Û DENG IN
Li gor di kitêba Zûbdetu’l-Tewarîx de hatiye nivîsandin, sebebê danîna navê vî qewmî bi Lor ev bûye:
Di wilayeta Manrudê de gundek heye navê wî Kurd e. Di wê herêmê de geliyek (Geliyê Derbendê) heye bi Lorî jê re Kol dibêjin. Li geliyê Kolê jî ciyek heye jê re Lor dibêjin. Vêca ji bo ku vî xelkê han ji wê koç kiriye, ji wan re Lor hatiye gotin. Di derheqê navê Lor de çend rîwayet û gotinên din jî hene, lê li gor qeneeta min ew ne zêde girîng in, ez dev ji nivîsandina wan berdidim. Çunkî, li gor baweriya min ew gotinên pûç û vala ne û ne bi kêrî li ser sekinandinê ne.
Herêma Loristanê dibe du beş: Lora Mezin û Lora Biçûk. Sebebê vê, goya du bira hebûne û bi hev re jiyane û di derûdora sala 913ê de, kar û barên welatê xwe bi rê ve birine. Navê Fermanrewayê Loristana Mezin Bedir û birayê din jî ku kar û barên Loristana Biçûk dimeşand, navê wî Ebû Mensûr bûye. Bedir, demeke dirêj desthilatdariya navçeya xwe kiriye û dema ku ew jî miriye, Nesireddîn Mihemmedê kurê Hîlalê kurê Bedirê neviyê wî, ciyê bapîrê xwe girtiye. Mihemmed Xurşîd jî aniye ser kar û barên wezîrtiya xwe.
Nesireddîn Mihemmedê Kurê Hîlalê Kurê Bedir
Di sala 1107 de, Kurdên çiyayê Simaqê yê li welatê Şamê, li dijî hev rabûn. Ji van 400 malan bar kirin, muhacir bûn û berê xwe dan Loristanê û derketina ji welatê xwe ji mayîna tê de baştir dîtin. Li Loristanê xwe li ba eşîret û qebîleyên ku rêvebiriya wan ji aliyê neviyên Mihemmed Xurşîd ve dihat meşandin ragirtin. Rojekê ji rojan, yek ji wan neviyên Mihemmed Xurşîd ê wezîr, ku ew jî wezîrê dewletê û dostê Kurdan jî bû, ziyafeteke xweşik amade dike û bang gelek kesan jî dike. Di dema nandanînê de, serê gayekî datînîn pêşiya Ebû’l-Hesenê Fedlawî yê serokê wan Kurdên muhacir. Li gor Ebû’l-Hesen serê ga ‘elametek xêrê bû. Li ser vê, wî jî ji mirov û re’yeta xwe yên ku li wir hazir bûn re got: “Emê bibin serokê van kesan û wan bikin bin desthilata xwe.”
Kurekî Ebû’l-Hesen hebû, navê wî ‘Elî bû. ‘Elî, rojekê bi seyê xwe ve diçe nêçîrê. Di rê de rastî hinek kesan tê, ew bela xwe tê didin û di navbera wan de şer derdikeve. Ew bi awakî gelek xerab ‘Elî birîndar dikin û ‘Elî ji hiş xwe diçe. Lê rêbir nizanin ku ji hiş ve çûye, dibêjin qey miriye, digrin lingê wî dikêşin û davêjin şikeftektekê diçin. Dema ku rêbir ji wir bi dûr dikevin, seyê wî dikeve pey wan û ji pey wan venaqete. Dema şev bi ser de tê û rêbir radikevin, se êrîş dibe ser mirovê serokê wan û devê xwe dixe gunikên wî û heta nakuje dev jê bernade. Vêca bi lez berê xwe dide rê û xwe digihîne mala ‘Elî. Mirovên ‘Elî dema ku dibînin se dev bi xwîn e, ditirsin ku tiştek hatibe serê ‘Elî. Se didin pêşiya xwe û se jî, wan rast dibe ser şikefta ku ‘Elî tê de ye. ‘Elî, bi wî halê birîndar tînin, derman dikin û ji mirinê xelas dikin, bi qasê ku tê gotin piştî vê meselê demeke dirêj jî jiyaye.
Piştî mirina ‘Elî, kurê wî Mihemmed berê xwe da ba Xanedana Salxur(Salgur) ku wê çaxê hukmê Eyaleta Faris dimeşandin. Lê Salxuriyan hê nasnavê sultantiyê negirtibûn. Nav û dengê Mihemmed bi azatî û mêranî belav bû û gelek zû karîbû ciyê xwe bigre û paye û rêzek zêde peyda bike.
Piştî mirina Mihemmed, Ebû Tahirê kurê wî ket bin xizmeta Atabeg Sûngûr. Ew jî mêrekî gelek bêtirs, mêrxas û aza bû. Wan deman di navbera Atabeg Sûngûr û Fermanrewayên Şebankare de şerên mezin hebûn. Atabeg Sûngûr, di bin fermanderiya Ebû Tahir de leşkerekî mezin û giran şand alîkariya leşkerê ku berê şandibû. Ebû Tahir, bi dijmin re şer kir, ew şikand û bi awakî serbilindî vegeriya Farsistanê. Atabeg Sûngûr, gelek minnettarî û sipasiyên xwe jê re pêşkêş kir û dilxweşiya xwe bi vî awayî jê re anî ziman: “Bixwaze! Tu ji min çi dixwazî bêje.” Ebû Tahir, hespekî Atabeg ê taybetî jê xwest. Wî jî di cî de daxwaza wî qebûl kir. Careke din jê re got: “Careke din bixwaze, tu çi dixwazî.” Vê carê Ebû Tahir daxwaza nasnavê Atabegiya Çiya jê kir. Atabeg vê daxwaza wî jî jê re pêk anî. Cardin Atabeg jê re got: “Tiştekî din jî ji min bixwaze.” Ebû Tahir di bersîva xwe de got: “Ez ê gelek pê dilxweş bim Atabeg min bişîne ser Loristanê, ez dixwazim wir jî bigrim û têkim bin fermanrewatiya Atabeg.” Ev bersîva han gelek li Atabeg Sûngûr xweş hat û ew bi leşkerekî giran û gelek bi rêk û pêk ber bi îstîlaya Loristanê ve şand.
Ebû Tahir
“Kurê Mihemmedê kurê ‘Eliyê kurê Ebû’l-Hesenê Fedlawî”
Ebû Tahir, piştî bi alîkariya Atabeg Sûngûr piştsitûr bû, xwe gîhande ser sinorê Loristanê û carna bi şer, carna bi aştî, carna bi siyaset, hinek caran bi zor û zordarî û gelek caran jî bi nermî karîbû dest dayne ser axa Loristanê. Dema ku gihîşt desthilatdariyeka mezin, daxwaza serxwebûnê ket serî, dev ji atabegiya axayê xwe berda û ferman da ku hemû kes jê re Atabeg bêjin. Bi vî awayî sî li ser xwe hilda. Êdî ji wir şûn de kur û neviyên wî jî dan ser wê şopê û bi darê zorê bûn Atabeg.
Di rastiya xwe de, zincîra bingehê vê malbatê li gor bingehê zincîra atabegiyê nîne, ne atabegê rasteqîn bûn. Ji ber ku atabeg di eslê xwe de ew bûn ku parêzgeriya sinor dispartin wan û sultanên Selçûkiyan zarokên xwe bi destê wan didan perwerde û mezinkirin û hewce bû şehzadeyan jî ji bo rêzgirtinî ji wan began re bigotana “Ata Beg”.
Kurtiya vê ev e ku: Ebû Tahir, mirovê berdestê Atabeg Sûngûr bû û darek bû bi destê wî hatibû daçikandin. Di sala 1156’ê de, li hemberî welînîmetê xwe serî hilda û alaya serxwebûnê tê de daçikand û heta demekê bi vî awayî ma. Di netîceyê de, di sala 1161’ê de çû rehmetê. Pênc kur li ser vê rûyê cîhana ronî li pey xwe hiştin; Hezar Esp, Behmen, ‘Imadeddîn Pehlewan, Nesreddîn Ilwakuş û Qizil Atabeg.
Hezar Esp(Hezar Hesp)
Li ser wesiyeta babê xwe, bi îttîfaqa hemû birayên xwe û giregirên welatê xwe bû hukumdar; hakimê serbixwe yê hemû herêma Loristanê. Di dema desthilatdariya Hezar Esp de ev herêma han bi awakî wisa geş û ava bû û bi ser xwe ve hat û pêş de çû, bû Cunneta Firdewsî ku Cennetên
Xuld û Naîm hezar xweziyên xwe pê dianîn. Li hemû koşe û deveran, li gund û bajaran, li deşt û çiyan, li nêzîk û dûr, her wiha eşîretên koçer û nîvkoçer, yên xwarê û yên jorê yên qewmên Kurd ên rûniştiyên Çiyayê Simaqê ketin rê û berê xwe dan Loristanê. Di rastiya xwe de Loristan di wan dem û rojan de, bûbû warê bêçaran, dermanê derdan, melhema ser birîna birîndaran, xwarina nav firaxa hejaran, deriyê feqîr û bêçaran, mala babê sêwî û hêtîman. Qismek ji wan civaka ‘Eqîlî ya ji nesla ‘Eqîlê kurê Ebû Talib, Eşîreta Haşimî û civakên wekî Isterkî, Memakoyî, Bextiyarî, Ciwankî, Bêdanyan, Zamedyan, Alanî, Lotond, Betond, Bewazkî, Şenund (Şûnwend), Rakî, Xakî, Harûnî, Eşkî, Koyî, Lîrawî, Mûyî, Behsefwî, Kemankeşî, Memastî, Omekî (Ewmekî), Tewabî, Kedawî, Medîhe, Ekurd, Kulard ên ji nesla Haşîmê kurê ‘Ebdu’l-Menaf û gelek eşîret û qebîlên din ên nesla wan nedihatin zanîn bûn.
Têkelbûna van bi dehan heşameta civakan a nav nifûsa Loristana Hezar Esp û birayên wî; kar û barên Loristanê ewqas pêş de bir û geş kir, hêz û îmkanek wisan peyda kir ku nedihat bîra tu kesekî. Leşkerê serkeftî yê Loristanê, Eyaleta Şolistanê girtin û kirin ser welatê xwe. Li ser vê, desthilata Hezar Esp di nav xelkê de ji berê hê xurtir bû û nav û dengê wî belavî hemû derê cîhanê bû.
Hezar Esp, bi xwe, bi destê xwe çavedêriya kar û barên welat dikir. Çi zevî û beyarek li ku ciyî bidîta, hingî misqalek axa nerm a bi kêrî kolanê bihataya, li ku hebûya dida ajotin û cure cure tovên nû dida reşandin, li derûdora bajaran, li ser van erdên gund û mezra dida avakirin û gundî li ser didan rûniştandin. Ji bilî van deriyê xweşî û serbilindiyê ji bo xelkê Loristanê heta pişt da vekirin. Ji bo parastina ewlekarî, bilindkirina alaya aştî û bêyî ferq û cihêtî belavkirina dadmendiyê di nav hemû rûniştiyên xwe de tim û tim xebitî. Ji ber vê, xelîfeyê Bexdayê, berata wilayetên di bin desthilata wî de jê re şand. Her wiha bi diyarî û xelatên gelek bi qîmet û aferim û dildariyek mêraniyê ve jî teltîf kir.
Rewşa Hezar Esp, heta sala 1258’ê ku ruhê xwe yê pak siparte Xwedê, bi vî awayî dewam kir.
Atabeg Tekleyê Kurê Hezar Esp
Dayîka Tekle ji binemala Salgurî (Sulgurî) ya desthilat bû. Piştî mirina babê xwe li ser textê Fermanrewatiya Loristanê rûnişt. Dema ku deng û behsê mirina Hezar Esp gihîşt Fars, Atabeg Se’d Salgur ku di saxiya Hezar Esp de gelek acizî ji destê wî kêşabû, ev yek firset zanîbû û êrîş bir ser Loristanê. Sê caran bi leşkerên xwe yên giran êrîş anî ser Tekle ku dixwest serî lê bitewîne, lê car ji carê xirabtir şikest û yê bi serket û serkevtinî bi dest xist Tekle bû.
Di sala 1258’ê de, dema ku Hulagû Xan ber bi Bexdayê ve diçû, Tekle çû balê û amadebûna xwe ya ji bo xizmeta wî nîşan da. Li ser fermana Hulagû, Tekle daxilê tumena Keytemu Qanubîn bû. Piştî ku Hulagû Bexda girt, rojekê jê re hat gotin ku Tekle bi kuştina Xelîfe û qirkirina Musulmanan gelek aciz bûye û xemgîn e. Li ser vê, gelek rik û hêrsa Hulago vedibe û dixwaze Tekle bigre. Tekle hîs dike ku bela nêzîk e, bêyî xwe nîşanê Xan bide û daxwaza vegerê jê bike, derdikeve û ber bi Loristanê ve tê. Hulago, di bin fermanderiya Keytemu Qanubîn û çend fermanderên din ên Teter de leşker dişîne ser Loristanê ku Tekle bigrin. Bi tesadufî ew di rê de rastî birayê Tekle, Alp Ergun tên ku ber bi leşkerên Hulago ve dihat. Wî digrin û bi destgirêdayî bi xwe re tînin Loristanê. Tekle, nikare gelek zêde xwe li ber eskerên Moxolan ragire û bi neçarî xwe davêje Kela Manxestê û xwe tê de qayîm dike û dest bi berevaniyê dike. Fermanderî, gelek caran bi tehdîd û gelek caran jî bi we’ed û sozan dixwazin ew teslîm bibe, lê tev ev hewlên wan bi kêrî tiştekî nayên. Heta di dawiyê de Hulago hingustîla xwe jê re dişîne ku îşareta bawerî pê dan û tetmînkariyê bûye, wê çaxê Tekle derdikeve û xwe dide destê wan û wî jî dişînin Tebrîzê. Piştî tehqîqateke kêm û bi ser de zêdekirina zêde tawanbariyan, fermana kuştina wî didin û li Tebrîzê dikûjin. Mirovên wî laşê wî didizin û tînin Loristanê û li gundê Zerde dispêrin axê.
Atabeg Şemseddîn Alp Ergun
Piştî şehîdkirina birayê wî Tekle, Hulago ferman ji bo Alp Ergun ê birayê wî derxist ku di ciyê Tekle de bibe hukumdar û kar û barên Loristanê bigre destê xwe. Wî, 15 salan kar û barên welat meşand. Di dema wî de Loristan ket nav xweşî û pêşveçûnê. Dadmendî, ewlekarî, geşbûna avahî li seranserê welat hakim bû. Dema ku Xwedayê mezin giyanê Alp Ergun teslîm girt, du kurên navên wan Yûsif Şah û ‘Imadeddîn Pehlewan li pey xwe hiştin û mir.
Atabeg Yûsif Şahê Kurê Alp Ergun
Piştî mirina babê xwe, li ser fermana Abaqa Xanê kurê Hulago Xan, bû desthilatdarê Loristanê. Lê hewce bû bi 200 siwaran ve her wext bi Abaqa Xan re be û tu wextê jî ciyê xwe terk neke. Ji ber vê naçar dima kar û barên Loristanê bispêre hinek karbidestên bawerîpêkirî yên siyasetmedar û muhafizên ewlekariyê.
Atabeg Yûsif Şah di şer û cengan de xizmetek gelek hêja ji Abaqa Xan re kir û bi azayetî û canfidayî xwe ji Abaqa Xan re da îsbatkirin ku mirovekî dilsoz û bêfend û bêhîle ye û bi vî awayî karîbû dilê Xan ber bi xwe ve bikêşe. Li ser vê, Xan jî dizanî ku Yûsif Şah tu wextê tiştekî wisa nake ku dilê Xan pê biêşe. Abaqa Xan, desthilata kar û barên Eyaletên Xuzistan û Kuhgîlweyh û yên bajarên Fîruzan (Feyruzan) û Cerbadqan jî siparte Yûsif Şah.
Piştî mirina Abaqa Xan di sala 1283’yî de, Ehmed Xanê kurê wî jî gelek rêz li Yûsif Şah girt û tu wextê ew ji xwe dûr nexist. Piştî şehîdkirina Ehmed Xan jî, cardin dostiya di navbera wî û Moxolan de berdewam kir. Dema ku Ergun Xanê biraziyê wî bû împarator, ev peywendiyên han hatin domandin. Ergun Xan eleqe pê da nîşan, nêzîkatî lê kir û jê re heyran ma. Piştre Yûsif Şah şand Îsfehanê ku Xoce Şemseddîn Mihemmed ê Wezîrê Dîwana Qraltiyê bangî baregahê bike. Yûsif Şah di rê de rastî Xoce Şemseddîn tê, ku her bi xwe ber bi baregaha Xan ve dihat. Yûsif Şah û ew bi hev re vedigerin û derdikevin huzûra Sultan. Ergun Xan her li wir fermana îdama wezîr cîbicî dike. Ruhê bi şeref ê wezîr, ku di riya bawermendiya xwe de şehîd ket, firiya çû gihîşt afiranderê xwe.
Atabeg Yûsif Şah, di dawiya jiyana xwe de mûsa’ede ji Ergun Xan xwest ku vegere welatê xwe û di nav pismam û mirovên xwe de wextê xwe derbas bike. Xan jî gelek bi rûyekî xweş mûsa‘ede kir û ew şand. Yûsif Şah gihîşt Loristanê, gelek bi ser de neçû, di sala 1286’an de, çû rehmetê. Du kurên hêja û biqedir ên navê wan Efrasiyab û Ehmed li pey wî man.
Atabeg Efrasiyabê Kurê Yûsif Şah
Li ser fermana Ergun Xan, Efrasiyab li ciyê babê xwe Yûsif Şah rûnişt û hat Loristanê. Ehmedê birayê xwe jî li ba Ergun Xan hişt ku di bin xizmeta wî de be.
Efrasiyab, mirovekî dilreş, zordar, bê merhemet û xwînrêj bû. Wek dûvpişkê bû, bigihîştiya çi ciyî, xiştek tê re dikir. Zerar digîhand her kesî, heta dost û karbidestên babê wî jî ji ber zulma wî xelas nebûn. Bi bahanên pûç û vala hemû waliyên kevin û alîkar ji ser kar dan alîkî. Ew digirtin, ew talan dikirin, dikuştin û bi mirovên beredayî û tune ve ciyên wan tijî dikirin. Wisan lê hat, piraniya mirovên maqûl û Kedxudayên Lorê yên pismamê wî, ji ber destê wî baz dan û xwe avêtin Isfahanê. Efrasiyab, Peder (Walîd) Qizil ê kurmamê xwe li pey wan muhaciran şand ku biçe wan bigre û destgirêdayî ji Îsfehanê bîne Loristanê.
Tam di vê navê re jî deng û behsê mirina Ergun Xanê Moxolî belav bû. Peder Qizil, ji vê firsetê îstîfade kir, bi Salgur Şah re li hev kir û li dijî Moxolan serî hilda. Karê wî yê yekem, Baydu yê serdarê(muhafiz) Îsfehan bû, ew da kuştin û ferman jî da, ku xutbe li ser navê Efrasiyabê Atabeg bên xwendin. Êdî ji wê rojê şûn de Efrasiyab serxwebûna xwe îlan kir û di cî de çend kes ji mirovên xwe yên taybetî danî ser rêvebiriya hukumeta Iraqê û bi xwe jî biryar da ku paytextê Moxolan bigre. Ji bo vê, di bin pêşengiya Celadeddînê kurê Tekle de leşkerek şand ser Geliyê
Keruhrûdê ku leşkerek gelek zêde yê Moxolan tê de bû, leşkerên Loriyan bi ser wan de girtin û ew gelek şerpeze kirin û Moxolan bazda. Lorî li ser vê serkevtinê gelek zêde pozbilind bûn, ketin zewq û sefayê, xwe gîhandin nav malan û dest avêtin talanan û karên nelirê kirin. Dema ku Moxolan zanîbû heya û namûsa wan ketiye destê dijmin, êdî xwîna wan keliya, bi dilşewitî paş de vegeriyan û avêtin ser Loriyan û wisan li wan kirin ku di destanan de tenê hatiye nivîsandin. Dibêjin; wê rojê jineke Moxolan bi destê xwe deh mêrên Lorî kuştiye.
Dema ku deng û behsên vê serîhildanê di baregah û meqamê împaratoriya wî bi xwe de gihîştin guhê Keyxatu Xan, ji bo ku Efrasiyab bike bin desthilata Moxolan, di bin fermanderiya Emîr Tulday Yedaci de, ji leşkerê Moxolan yekîneyek şand; leşkerê Lora Biçûk a ji deh hezar kesan pêk hatî jî bi vê yekîneya han re bû. Şerekî gelek xwînavî di navbera wan de qewimî û Emîr Tulday, Efrasiyab esîr girt û ji Keyxatu Xan re anî. Bi navberiya Eruk Xatûn û Padîşah Xatûna Kirmanî, Keyxatu Xan ricaya wan qebûl kir û wî bexişand û paşde şand ser kar û barê Loristanê. Efrasiyab, birayê xwe Ehmed li ba Keyxatu Xan hîşt û bi xwe çû Loristanê. Karê wî yê yekem ew bû ku, kurmamekî xwe bi hinek fermander û giregirên Loristanê da kuştin.
Dema ku Xazan Xan hat ser textê hukumdariyê, Efrasiyab çû balê û îta’eta xwe jê re pêşkêş kir. Xazan Xan jî rû dayê û her wek berî wî li ser meqamê rêvebirina kar û barên Loristanê hişt. Di sala 1296’ê de, ku Xazan Xan ber bi sefera Bexdayê ve diçû, Atabeg Efrasiyab xwe li sinorê Hemedanê gihandê û dilsoziya xwe ji serderê bilind re diyar kir, Xazan Xan gelek rêz lê girt û bi dilekî xweş ew paş de şand. Di dema vegerê de, di rê de rastî Emîr Hur Qudax (Sur Qudax) tê ku ji Fars diçû ba Xazan Xan. Nîvxweşî û yan nîvzorî her çawan be, wî digre û bi xwe re dibe huzûra Xan. Çi xerabî û zordariyên ku Efrasiyab kirine, wan lib bi lib ji Xan re dihejmêre û gelek tiştên ku bûyî yan nebûyî, qasî wan jî ew lê zêde dike, bi vî awayî dilê Xazan Xan ewqas tijî dike ku di derxistina fermana kuştina wî de bi ser dikeve.
Atabeg Nesretu’l-dînê Ehmedê Kurê Yûsif Şah
Piştî kuştina Atabeg Efrasiyab, Xazan Xan, Ehmedê kurê Yûsif Şah ê birayê Efrasiyab kir Fermanrewayê Loristanê. Nesretu’l-dîn, mirovekî dilpak, dadmend û dostê xelkê bû. Di demeke gelek kêm de karîbû birîna dilê xelkê melhem û derbederî û zordestiya li ser gel berjêr bike. Bi
şene, li ber bayê nerm, dilsoziya bêqirş û qal, feqîrtî, melûlî û belengaziyê ji dilê hevwelatiyên xwe da bayê û genim ji kayê safî kir. Hîm û bingehê wekheviyê avêt û bayê hênik ê azadiyê, alaya xweşî û şadiyê di seranserê Loristanê de daçikand. Tu wextê ji emrê Xwedê û pêxemberê wî derneket, li ser riya rastiyê meşiya û ji çarçova durustiyê tu car neçû der. Nêzîkî 38 salan fermanrewatî kir û di sala 1333’yî de, bi ecelê xwe mir û ruhê wî yê paqij ber bi cunneta berîn ve firiya û kurê wî yê sadiq Yûsif Şah li ser textê Fermanrewatiya Loristanê rûnişt.
Atabeg Rûkneddîn Yûsif Şahê Kurê Ehmed
Li ciyê babê xwe rûnişt. Wî jî şeş salan bi dadmendî, bi merdî û bi dilsozî kar û barên Loristanê meşand. Di dadgerî û parastina feqîran de babê xwe jî derbas kir. Di dema wî de wek Kurd dibêjin: “Gur û miyê bi hev re av vedixwarin.” Roja şeşê meha Cemaziyelewwela sala 740’ê koçî(1340’ê z) cennetê bangî ruhê wî yê paqij kir, mirov û alîkarên wî meytê wî yê pîroz di mizgeft û medreseyek a navê wê Rûkûnabad de, sipartin axê.
Muzafferu’l-dîn Efrasyab Ehmedê Kurê Yûsif Şah
Piştî mirina babê xwe derket ser textê Fermanrewatiya Loristanê. Di dema wî de nav û dengê Emîr Tîmûrê Kurganî di cîhanê de belav bû. Tîmûr, welat ser û bin dikirin, piştî şewitandina text û tacan, ew îstîla dikirin. Loristan a perçeyek ji axa Îranê jî yek ji wan bû û ket bin fermanrewatiya wî. Lê Tîmurleng, roja duşemba 23’yê meha Cemaziyelaxir a sala 795’ê koçî(1393 Z.) fermana Fermanrewatiya Loristanê ji bo Muzefferul’l-dîn muhr kir û paş de lê vegerand. Piştî vê fermanê, Muzaffer gelek berê jiyanê nexwar û ruhê xwe yê paqij sipart Xwedayê xwe.
Atabeg Pêşengê Kurê Yûsif Şah
Piştî mirina mamê xwe bû Fermanrewayê Loristanê. Ew jî gelek li ser textê fermanrewatiyê ma û piştre ewladekî sadiq li pey xwe hişt û serî danî nav nivînên mirinê.
Atabeg Ehmedê Kurê Pêşeng
Li ser fermanrewatiya text û tacê babê xwe rûnişt. Lê di dema wî de, Loristan ji gelek berrî, çend kavil û wêraneyan pêk dihat û rewşa welat xerab bû. Ji warê çeqel û kundan pê ve, tu avahiyek tê de nemabû. Kurê wî Ebû Se’îd li ciyê wî rûnişt.
Atabeg Ebû Se’îdê Kurê Ehmed
Piştî babê xwe di Loristanê de çend salan fermanrewatî kir. Demekê welat bi rê ve bir. Di sala 1423’yî de çû rehmetê.
Atabeg Şah Huseyîn
(Kurê Ebû Se’îdê kurê Ehmedê kurê Peşengê kurê Yûsif Şah)
Demek gelek kêm serweriya welat kir û di sala 1423’yî de koça dawî kir. Çunkî bi destê Xiyaseddînê kurê Kawîsê kurê Hoşengê kurê Pêşeng hate kuştin. Di netîceya vê de, Mîrza Sultan Îbrahîmê kurê Mîrza Şahruh leşkerekî giran şand ser Xiyaseddîn û wî ji welat derxist.
Êdî ji wê rojê şûn de kesek ji vê binemala mezin a Kurd derneket.
ÇAVKANİ
Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 559 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 6
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 00-00-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 02-08-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 02-08-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 02-08-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 559 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1158 KB 02-08-2024 Evîn TeyfûrE.T.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.406 çirke!